Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Piştî Sêvê Pakîze û Fatma: Em ê têkoşînê mezin bikin

Di ser qetilkirina Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar de 8 sal derbas bûn. Asuman Kulter, diyar kir ku di dema derbasbûyî de navê sê jinên berxwedêr li kolanên Silopiyayê deng vedaye û wiha got: "Me mîrateya wan a têkoşînê dewr girt."

Edîtor: Nucan Serdoz
03/01/2024 - 17:27
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Piştî Sêvê Pakîze û Fatma: Em ê têkoşînê mezin bikin
ParvekeTweet

AMED- Li Silopiya Şirnexê di navbera salên 2015-2016’an de, di dema qedexekirina derketina kolanan de Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk Sêvê Demîr, di 4’ê Çileya 2016’an de bi guleyên ku ji wesayîdên zirxî hatin avêtin hatin qetilkirin. Cenazeyê hersê jinên ku dema dixwestin ji taxek derbasî taxeke din bibin hatin qetilkirin, roja 5’ê Çileyê hatin teshîşkirin. Piştî wan jî gelek jinên têkoşer hatin hedefgirtin. Xebata jinên ku tevî 8 sal derbas bûn jî ji aliyê rêhevalên xwe ve nehatin jibîrkirin, didome.

‘Sêvê li her cihê ku çû şopa xwe hişt’

Yek ji hevalên her sê jinên hatin qetilkirin Asuman Kulter, diyar kir ew ê têkoşîna wan her dem bidin jiyîn. Asuman Kulter, da zanîn her sê jinên siyasî bi keda xwe ji hemû kesan re bûn mînak û bi bîranîna rêhevalên xwe dest bi axaftina xwe kir. Asuman Kulter, diyar kir têkoşîna wan dê her tim rêya wan ronî bike û wiha got: “Min bi hersê hevalan re xebatên partiyê meşand. Hersê rêhevalên me yên jin girêdayî têkoşînê bûn û xebatên rêxistinkirî meşandin. Wê demê xebat meşandina bi hevalên jin re hem hêz dabûn me û hem jî xebatên me aktîf dikirin. Sêvê hevaleke jin ku ji aliyê hemû kesan ve dihat naskirin bû. Li her cihê ku diçû ji aliyê hemû kesan ve dihat hezkirin. Bi taybetî hesasiyeta wê ya ji bo Kurdî ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn. Min tu carî nedît li tu herêmê bi Tirkî biaxive, her tim girêdayî zimanê xwe ya dayikê bû. Ji bilî zimanê xwe ya dayikê, di xebatên jinan de jî bi fedakariyek cidî xebitî. Di warê çand, huner, jin û civakê de xebatên wê yên pir girîng çêbûn. Gelek sal derbas bûn lê tu kes ne wê ne jî keda wê ji bîr nekir. Dilsoziya wê bandorê li kesên din jî dikir û bi vê yekê hem li girtîgehê hem jî li derve têkoşînek bi rûmet meşand.”

‘Tevî her tiştî jî bi îrade û biryar bûn’

Asuman Kulter, da zanîn Pakîze û Fatma jî tevî hemû zehmetiyan ji biryardariya xwe tawîz nedan û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hevala Pakîze li vir mezin bûbû girêdayî têkoşînê bû. Tevî ku hevaleke nû bû jî her karî dikir û zîrekbûna wê ji aliyê hemû kesan ve dihat zanîn. Bi salan ji bo xwe û malbata xwe xebitî lê her dem xebatên partiyê jî dikir. Ji aliyê hemû kesan ve mînak dihat nîşandan. Jin hê jî keda wê mînak digrin. Dema hat qetilkirin, li vir li ser gel û jinan bandorek cidî kir. Bîranîn û navê wê hê jî li van kolanan deng vedide. Hevala Fatma yek ji jinên ku ji xebatên ciwanan vir ve di nava têkoşînê de bû. Tevî temenê xwe ya biçûk û zextên ku pê re rû bi rû mabû jî tu carî gav paşve neavêt. Ket girtîgehê û hemû zehmetiyan kişand lê tu carî ji îradeya xwe tawîz neda. Hem têkoşîna wê û hem jî ya malbata wê, ji aliyê hemû kesan ve dihat zanîn.”

‘Me têkoşîna wan ji bîr nekir’

Asuman Kulter diyar kir ku her sê jin jî bi zanebûn hat hedef girtin û wiha pê de çû: “Ev roja ku hat jiyîn ne em ne jî gelê me jibîr dike. Di navberê de sal derbas bûn lê em ne wan ne jî tekoşîna ku dan jibîr dikin. Bi vê tekoşînê û girêdanbûna xwe emê mîrateya wan herdem berdevam bikin. Em xebatên wan û armancên wan ên ku nêvî maye bernadin. Heya hemû jin azad nebê em gav de paş neavêjin. Di şexsê her sê hevalan de soza mezinkirina tekoşînê didin. Ev qetlîama ku hat jiyîn nadin jibîrkirin.”

‘Desthilatdar ji dîrokê ve heta niha jinan dikin hedef’

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen bertek nîşanî komkujiyê da û diyar kir ku jinên Kurd û jinên ji bo azadiyê têdikoşin ji dîrokê heya aniha bûne hedefa desthilatdaran. Suzan Îşbîlen der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Ji dîrokê heta îro hemû desthilatdarî dema ku qadên xwe yê desthilatdariyê rexistin kiriye jinê tune hesibandiye û wisa bûye desthilatdar. Li gorî desthilatdaran divê jin li malê bimînin û jin di warê azadiyê de nebin xwedî pirsgirêk. Çima bi vî rengî difikirin, ji ber ku têkoşîna jinan ji berê heta niha ev desthilatdarî her tim hejandiye. dDsthilatdaran bi girtina jinan û astengkirina rêxistinbûna jinan xwest vê têkoşînê rawestîne. Jin ji ber ku vê ferasetê qebûl nakin her tim bûne hedef.”

‘Jinên ku doza azadiyê dikin hedef tên girtin’

Suzan Îşbîlen amaje bi vê yekê kir ku ev rewş herî zêde li Kurdistan û Rojhilata Navîn tê jiyîn û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Bi salan e li dijî têkoşîna azadiya jinên Kurd û tinekirina vê têkoşînê êrîşên giran tên kirin. Sedema bingehîn a ku îro jinên Kurd dibin hedef û tên qetilkirin ev e. A ku desthilatdariyê herî zêde dixe zehmetiyê tekoşîna jinan e. Ji ber ku desthilatdarî jinên bi hişmendî û azad naxwaze, îro li Kurdistanê bi hedefgirtina jinan van komkujiyan pêk tîne. Vê rolê didin jinên azadîxwaz. Em tu carî van rolan qebûl nakin. Têkoşîna me wê bi her awayî berdewam bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Tevgera Xwendekarên Demokratîk soza berdewamkirina berxwedan da

Nivîsa Pêş

Meclîsa CKF Draguignan daxuyanî da

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meclîsa CKF Draguignan daxuyanî da

Meclîsa CKF Draguignan daxuyanî da

ROJEV- 4’Ê ÇİLE 2024

ROJEV- 4'Ê ÇİLE 2024

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Amed Hênê erdhej

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tûrnûvaya Futbolê Şehîd Seher Deniz ya li Heilbronnê bi serketî bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YCWK’ê li Qoserê li dijî wesayîta zirxî çalakiyek kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.