Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Girtiyan li dijî tecrîda li Îmraliyê banga xurtkirina berxwedanê kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
02/12/2023 - 19:40
di nav Bakur, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Girtiyan li dijî tecrîda li Îmraliyê banga xurtkirina berxwedanê kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 6’emîn de berdewam dike.  Çalakiya girtiyên PKK û PAJK’ê ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdarê de dane destpêkirin, wê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome.

Di daxuyaniya girtiyên li Bloka C a Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 ya Amedê de ev tişt hate gotin, “Bingeha pirsgirêkên civakî yên li welatê me, polîtîkaya israrkirina şer e. Her şer di warê madî û manewî de bi xwe re windahiyên mezin tîne. Di şerê qirêj a îro li Kurdistan û Fîlîstînê de ti aliyê ku ser dikeve nîne û ya tê windakirin jî her tim nirxên mirovahiyê ye. Li ber çavê hemû cîhanê li Kurdistan û Filîstînê zarok tên qetilkirin. Her çend navên kujeran cuda bin jî, kodên wan ên zihnî hevpar in. Ev yek jî qirkirina civakî û qirkirina neteweyî ye. Komara Tirkiyeyê li ser qirkirina civak û netewa Kurd ava bûye. Felsefeya damezrandina netew-dewleta Tirk li ser îmha û înkarkirina tevahiya gelan û bi taybetî gelê Kurd hatiye avakirin. Bi van qirkirinan re sed sal derbas bûn. Li dijî polîtîkayên qirkirinê, berxwedana gelê Kurd a bi pêşengiya PKK’ê 50 sal in dewam dike. Bi vê berxwedana dîrokî ya ku mînaka wê nîne, bi dayîna berdêlên mezin dîwarên pençên qirkirinê hatin hilweşandin. 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê tevgera dîrokî û destanî ya ku Rêber Apo ava kiriye, di şexsê Rêber Apo de li gelê me û li tevahiya mirovên azadîxwaz pîroz be.”

‘QIRKIRINA KURDAN TÊ ARMANCKIRIN’

Di daxuyaniya ku hat gotin, “Destana berxwedanê ya partiya me PKK’ê ji bo gelên bindest hêviya ku ber bi serkeftinê ve dibe, ronahiya ku rê li ber azadiyê vedike û sekn û biryardariya ku li dijî faşîzmê dibêje raweste. Bi vê biryardariyê tevgera me û gelê me berxwedana xwe didomînin. Gelên ku li ber xwe didin, ew gelên ku dîroka xwe bi xwe dinivîsin in. Gelê me bi pêşengiya Rêber Apo destana vejînê li rûpelên dîrokê nivîsandiye, niha jî bi pêşengî û xeta Rêber Apo ber bi serketinê ve dimeşin” de di berdewamiyê de bal hat kişandin ser pergala tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt hate gotin, “Hêzên komploger ên hegemonîk ên navneteweyî bi komployeke navneteweyî Rêber Apo dîl girtin û ev 24 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Armanca vê komployê veqetandina stratejîk a di navbera gelê Tirk û Kurd de bû. Lê belê bi pêşdîtineke bi heybet û têkoşîna mezin a Rêber Apo re pêşî li vê veqetandina stratejîk hate girtin û pêngava xwe ya stratejîk a dîrokî, teza komara demokratîk ku pêvajoya demokratîkbûyîna ‘welatê hevpar’ e weke çareseriyê anî rojevê. Hêzên komploger ên navneteweyî li dijî teza Komara Demokratîk a Rêber Apo ji ber di komara hiyerarşiyê de israr dikin û di encama vê israrê de rejîma koalîsyona AKP-MHP’ê ya faşîst jî ji bo qirkirina Kurdan israr dike.

‘ERKA ME YE KU EM LI DIJÎ TECRÎDÊ RABIN’

Di daxuyaniya girtiyan de bang li hemû gelên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn hate kirin:

“Rêber Apo di serî de gelê Kurd rêberê hemû gelên bindest, berxwedêr û azadîxwaz e. Tecrîda ku li ser Rêber Apo hatiye ferizkirin, tecrîda ku li ser hemû gelan hatiye ferizkirin e. Erka exlaqî û wijdanî ya kesê berxwedêr ew e ku li dijî vê tecrîda ku ti bingeheke xwe ya exlaqî û hiqûqî nîne bisekine û helwestê nîşan bide.

Weke girtiyên PKK’ê; Banga me li hemû mirovahiya xwedî rûmet, li hemû gelên li Tirkiye û Kurdistanê bi taybetî jî li gelê Kurd û Tirk e; Em li dora dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk û Tirkiyeya demokratîk’ bibin yek û ji vê zîhniyeta qirker a faşîst û polîtîkaya şerê qirêj re bêjin NA. Ji bo vê em dengê hevpar ê berxwedana gelên demokratîk, hiqûqî û rewa bilind bikin.

Weke girtiyên ji doza PKK’ê ku ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê berdêlên mezin dane, banga me li hemû sazî û rêxistinên demokratîk ên alîgirê demokrasî û azadiyê ye; Li Îmraliyê ne tenê Birêz Abdullah Ocalan di nava şert û mercên tecrîda mutlaq de tê ragirtin. Nirxên azadî û demokrasiyê ye. Ji her demê bêtir niha ji bo şikandina tecrîdê her kesên alîgirê demokrasi û azadiyê ye divê dengê xwe bilind bike.

‘EM BERXWEDANA REWA BERFIREH BIKIN’

Mîna hevrêyên Mezlûman, Kemalan û Semayan em tecrîda dijmirovahî ya li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin şermezar dikin. Ji bo ev tecrîd demildest bi dawî bibe, azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bi taybetî pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk, rabûna tecrîda li zindanan, sirgûnî, cezayên disîplînê yên keyfî û girtiyên ku weke dîl tên ragirtin bên berdan, radigihînin ku em tevlî pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de hatiye destpêkirin bûne. Bi vê wesîleyê ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve me dest bi gireva birçîbûnê ya dorveger kiriye. Banga me ji tevahî raya giştî re, di serî de gelê me û malbatên me ev e: Em berxwedana xwe ya gel a demokratîk û rewa mezin bikin û dawî li polîtîkayên qirkirinê yên faşîst bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Parîsê salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê hat silavkirin

Nivîsa Pêş

ROJEVA 03’Ê KANUNÊ 2023’AN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 03’Ê KANUNÊ 2023’AN

ROJEVA 03'Ê KANUNÊ 2023’AN

Ji çiyayên azad ên Kurdistanê dîmenên nû yên pîrozbahiyê 27’ê Mijdarê

Ji çiyayên azad ên Kurdistanê dîmenên nû yên pîrozbahiyê 27'ê Mijdarê

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiya YPG li dijî artêşa Tirk

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Bi armancan ve girêdana şidandî mitlaq dide qezenckirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla lê da Kepçe û operatorê wî îmha bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo ji bo Azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO: Rêyeke din ya jiyankirinê bê şûr û sîleh nayê girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN: Li Elîhê di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de teqîn pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.