Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Piling Meletî: PKK li ku be, li wir berxwedan heye

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Piling Meletî ji Radyoya Dengê Gel re axivî û di beşa 2’yemîn a hevpeyvînê de şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla nirxand.

Edîtor: Nucan Serdoz
01/12/2023 - 18:34
di nav Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 5 mins read
A A
Piling Meletî: PKK li ku be, li wir berxwedan heye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Piling Meletî ji Radyoya Dengê Gel re axivî û di beşa 2’yemîn a hevpeyvînê de şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla nirxand.

Piling Meletî, berxwedana gerîlayan silav kir û hevrêyên xwe yên ku di vê berxwedanê de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr anî û got ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê berdêlên mezin hatin dayîn. Piling Meletî, anî ziman ku îro li gelek erdnîgariyan şer pêk tên û êşa wê ya herî giran gelên di bin esarete de dijîn û wiha dewam kir, “Hêzên desthilatdar dixwazin civakê bi temamî bikin koleyên xwe. Ji ber vê jî bi hemû hêza xwe êrîş dikin. Bê guman şerê herî mezin li Rojhilata Navîn rû dide. Bi taybetî jî dewleta Tirk ji bo desthilatdariya xwe û polîtîkayên hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn berdewam bike, êrîş dike. Ji xwe Komara Tirkiyeyê li ser vê bingehê hatiye avakirin. Ji avabûna Komarê û vir ve li dijî daxwaza azadiyê ya civakê her tim bi derbeyan bersiv daye. Ya ku li vir pêşketina herî mezin pêk aniye û hedefa herî mezin daye pêşiya xwe tevgera PKK’ê ye. Ji ber vê yekê dewletên kapîtalîst di şexsê dewleta Tirk de êrîşên herî mezin li dijî PKK’ê pêk tînin.

PKK’ê ji roja damezrandina xwe ve her tim rastî êrîşên mezin hatiye. Ji bo vê jî hêzên serdest hemû derfet dan dewleta Tirk. Li hemberî van êrîşan gerîla berxwedanek bêhempa nîşan da. PKK’ê ji hêzên desthilatdar re got, eger hûn pêşî li jiyana me ya weke gelên azad bigirin, hingî em ê jiyaneke nû ava bikin. PKK’ê ji bo vê li ber xwe dide. Ji ber vê yekê berpirsyariyên me yên dîrokî hene. Îro tevgera me ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe. Li ser vê bingehê li çiyayên Kurdistanê berxwedanek tê kirin. Dewleta Tirk her çiqas bi çekên kîmyewî êrîş bike jî, li hemberî îradeya xurt a gerîla wê ti carî encamê negire. Gerîla li hemberî dijmin çalakiyên xurt û bi bandor lidar dixin. Ji xwe gerîla û gel têkoşîna xwe bi hev re dimeşînin. Ji ber vê em jê re dibêjin şerê gel ê şoreşgerî. Gerîla li gorî berjewendî û pêdiviyên gel şer dimeşîne. Divê dijmin baş zanibe ku ew ê nikaribin bi êrîşan PKK’ê biqedînin. Hêza PKK’ê tenê li çiyayên Kurdistanê ne sînordar e. PKK’ê îro li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo bûye tevgereke ku hêviyê dide gelên bindest.”

ZINDAN YEK JI WAN QADANE KU TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN LÊ TÊ DAYÎN E

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Piling Meletî, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin jî bibîr xist û got, “Zindan yek ji wan qadan e ku di dîroka PKK’ê de têkoşîna herî mezin lê hate meşandin e. Berxwedana ku ji aliyê hevrê Mazlûm, Xeyrî û Kemalan ve li zindana Amedê hat destpêkirin, îro jî dewam dike. PKK’ê di zindanê de derbên herî mezin li dijmin da. Ji ber vê yekê greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin gelekî watedar e. Girtî heta roja îro rastî gelek êrîşan hatin û berdêlên giran hatin dayîn, lê ji têkoşîna xwe gavekê jî paşve neavêtin. Ev yek nîşan dide ku îradeya girtiyên PKK û PAJK’ê çiqasî bi hêz e.

Ji bo PKK girîngiya cih nîne, PKK li ku be, li wir berxwedan heye.”Di zindanan de PKK’ê xwedî potansiyeleke mezin e. Ev potansiyel xwedî wê hêz û îradeyê ye ku pêvajoya heyî biguherîne. Dijmin jî di ferqa vê yekê de ye û bi vê tirsê nêzîk dibe. Êşkenceyên li Îmraliyê û zîndanên din jî ji vê tirsê bingeha xwe digire. Em hevrêyên xwe yên girtî yên di greva birçîbûnê de ne silav dikin û serkeftinê dixwazin. Keda wan wê ti carî bê encam nemîne. Armanca gerîla, hevrêyên me yên girtî û gelê me ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin. Li ser vê esasê em têkoşîna xwe dewam dikin.

PKK’ê ji bo bigihêje armanca xwe ev 45 sal in ked û berdêlên mezin daye. Tevgera me û Rêbertiya me ji bo jiyanek azad hemû derfetên xwe seferber dike. Em ê li ser vê bingehê têkoşîna xwe berdewam bikin. Tenê milîtanek vê tevgerê bimîne jî, wê heta dawiyê li ser xeta Rêber Apo ji bo pêkanîna armancên PKK’ê têbikoşe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Bi ruhê berxwedanê em ê bibin dengê girtîgehan û tecrîdê bişkînin”

Nivîsa Pêş

Meşa Dirêj a Ciwanan bi coş gihêşt Dêrîkê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meşa Dirêj a Ciwanan bi coş gihêşt Dêrîkê

Meşa Dirêj a Ciwanan bi coş gihêşt Dêrîkê

Mûzîkjenê rapê yê Îranî Toomaj Salehî dîsa hat girtin

Mûzîkjenê rapê yê Îranî Toomaj Salehî dîsa hat girtin

Manşet

  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.