Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê bîlançoya şerê Tebaxê eşkere kir: 134 dagirker hatin cezakirin

Edîtor: Nucan Serdoz
02/09/2023 - 10:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG’ê bîlançoya şerê Tebaxê eşkere kir: 134 dagirker hatin cezakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de got, “Di meha Tebaxê de ya ku me salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi heybet pîroz dikir û em dikevin sala 40’emîn a têkoşînê, êrîşên dagirkerî û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker bênavber domiya. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker ku sedsalek e bi feraseteke faşîst li dijî gelê Kurd siyaseta înkar û îmhayê didomîne gotiye ‘bisekine’ û Şerê Gel ê Şoreşgerî yê 40 salan domandiye. Dewleta Tirk jî 40 sal in heman tiştî dubare dike û îddîa dike ku wê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê biqedîne û bigihêje armanca xwe. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku weke çend yekîneyên leşkerî dest pê kir, bûye hêz û heqîqeteke ku ne tenê li ser sînorên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn xwedî bandoreke diyarker e û îlhamê dide hemû gelên bindest ên li dinyayê. Ev hêza ku ne dewleta Tirk û ne jî hêzên hegemonîk ên navneteweyî 40 sal in nikarin wê ji holê rakin, bi tecrubeya 40 salan a têkoşîna azadiyê ya mafdar û meşrû ya destana qehremaniyê ya di asta fedaîtiyê de, wê serkeftinên mezin biafirîne û ber bi serfiraziyê ve bimeşe.  Îddîa û biryardariya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji her demê zêdetir e.”

GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ ÎSPAT KIRIYE KU EW Ê TÊK NEÇE

HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xalan: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku bi danhevî û tecrubeya têkoşîna 40 salî xwe bi rêxistin kiriye, bi asta xwe û formasyona gerîlatiya sedsala 21’emîn, asta gerîlatiyê bi pêş ve biriye. Ev qonaxa nû ya ku weke gerîlatiya serdemê yan jî gerîlatiya modernîteya demokratîk tê zanîn, xwe gihandiye tevger, çalakî û tarza bicihbûnê ya ku dikare teknîka şer a netewe-dewletên modernîteya kapîtalîst pûç bike û taktîkên nû yên gerîla derxîne holê. Di heman demê de kariye van tiştan bi afirîneriyeke mezin li qada şer pêk bîne û îspat kiriye ku ew têk naçe. Di pêvajoya Cejna Vejînê de hêzên me bi performansa ku bi çalakiyên xwe danîne holê, ev tişt bi eşkere dane nîşandan ku wan karibûne gerîlatiya serdemê bi serkeftî pêk bîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser esasê kûrkirin, geşkirin û belavkirina vê kevneşopî û ezmûnê bi gavên xurt ber bi serkeftinê ve dimeşe, her wiha nîşan dide ku bi şopandina xeta şehîdan, ew girêdayî vê kevneşopiya şehîdên me yên nemir e.

GERÎLAYÊN BAKUR TIRSA HERÎ MEZIN A DEWLETA TIRK E

Êrîş û operasyonên dewleta Tirk a dagirker bi taybet li Bakurê Kurdistanê di meha Tebaxê de berdewam kir. Li Bakur bi taybetî li Xerzan, Dêrsim, Serhed, Mêrdîn, Botan û Amedê gelek operasyon hatin lidarxistin. Piraniya van operasyonan bê encam man, dewleta Tirk dîsa windahiyên xwe yên di encama çalakiyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê de veşart, tenê li xwe mikur hat ku leşkerekî wan di çalakiya sabotajê ya li herêma Glîdax a Serhedê de hatiye kuştin. Weke ku di berxwedana hevrêytên me Ardem û Bêrîtan ên li Xerzanê de jî tê dîtin, hêzên me li Bakur bi ruhê fedayî yê Apoyî bersiv dan êrîşên dijmin, destanên berxwedanê yên dîrokî nivîsandin û derbeyên giran li dijmin dan. Têkoşîna gerîla ya li Bakurê Kurdistanê bi feraseteke mezin a xwedîderketin, israr, hewldan, ked, îrade û îradeyeke bêhempa hate meşandin. Ev helwesta gerîlatiya Bakur, 40 sal in tirsa herî mezin a dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst  e û vê tirsa dagirkeran didome.

BOMBERDÛMAN, BOMBEYÊN QEDEXE Û ÊRÎŞÊN LI SER GEL

Dewleta Tirk a dagirker bi operasyonên berfireh êrîşên xwe yên li ser Bakurê Kurdistanê didomîne, di heman demê de Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ji hewayî û bejayî bênavber bombe dike. Herêmên Parastinê yên Medyayê di meha Tebaxê de; 113 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopterên êrîşê, bi sedan caran bi obus, tank û çekên giran hatiye bombekirin. Carekê bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û du caran jî bi teqemeniyên qedexe êrîş birine ser çeperên me yên li Qadên Berxwedanê. Her wiha bi qestî cih û warên gelên me yên Başûrê Kurdistanê, ji bejahî û hewayî ve bombe kirine, gelê me şehîd bûne. Hikumeta Herêma Kurdistanê û xeta îxanetkar li hemberî van êrîşan bêdeng maye û qet bertek nîşan nedaye û di heman demê de bûne şirîkên sûcê şerê dijmirovahiyê. Dema ku gelê me yê sivîl hatiye qetilkirin wan qet dengê xwe nekirine.

323 ÇALAKÎ, 134 DAGIRKER HATINE CEZAKIRIN

Hêzên me di meha Tebaxê de jî; 323 çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de 134 dagirker hatin cezakirin û 23 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha gelek alavên leşkerî hatin rûxandin, desteserkirin û derb li wan hatine xistin.

10 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di meha Tebaxê de 10 hevrêyên me yên ku bi ruh, bîr û baweriya Pêngava 15’ê Tebaxê şer kirine, şehîd bûne. Li Bakurê Kurdistanê; fermandar û şervanên pêşeng û fedaî yên YJA Starê hevrêyên me Ardem Ararat (Sultan Oruç), Gulbahar Mercan (Şekirnaz Kaplan), Eylem Munzur (Emîne Kaplan), Dîcle Eylem (Leyla Gulcu) û Bêrîtan Sîser (Gurbet Kaymaz) şehîd bûne. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî; hevrêyên me Rêzan Botan (Rêzan Gungen), Bawer Botan (Bekîr Kîna), Çiya Agirî (Îsmaîl Por Mahmud), Mesken Nisêbîn (Zeynep Kaya) û Kawa Çekdar (Îbrahîm Demîr) şehîde bûne. Hevrêyên me ji Xerzanê heta Mêrdînê, ji Amedê heta Zap û Metînayê bi biryardarî, ruhê fedaî û baweriyeke mezin şer kirine, li ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) meşiyane û şehîd bûne.

Bîlançoya şer a meha Tebaxê wisa ye:

Êrîşên bi balefirên şer 113
Êrîşên bi helîkopterên êrîşê 40
Êrîşên bi teqemeniyên qedexe 2
Êrîşên bi bombeyên taktîk ên nukleer 1
 
Hevrêyên me yên şehîd bûne 10
Bi temamî çalakiyên gerîlayan 323
Operasyonên şoreşgerî 1
Çalakiya vedizînê 3
Çalakiyên bi koordîne yên gerîlayan 8
Çalakiyên sabotajê 11
Çalakiyên sûîkastê 65
Çalakiyên şer û lêdanê 81
Çalakiyên bi çekên giran 154
 
Hejmara dagirkerên hatine cezakirin 134
Hejmara dagirkerên birîndar bûne 23
Dron 1
Bombeavêj 1
Pergala kameraya mobesseyê 7
Teqemeniyên qedexe 1
Çeper 1
Cîhaza veşartî ya wênegirtinê 1
Kon 3
 
Kamera 1
 
Helîkoptera Skorsky 1
Kepçe 8
Çeper 97
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YRK: Propagandaya dewleta Tirk dûrê rastiyê ye

Nivîsa Pêş

Fatmağul Demir: Gund, bajar, welatê bê ciwan mehûkmî wînda kirinê ye!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Fatmağul Demir: Gund, bajar, welatê bê ciwan mehûkmî wînda kirinê ye!

Fatmağul Demir: Gund, bajar, welatê bê ciwan mehûkmî wînda kirinê ye!

Radyoya Dengê Gel derbasî frekansa nû dibe

Radyoya Dengê Gel derbasî frekansa nû dibe

Manşet

  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.