Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Rêber APO: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk – Ekonomî

Parastina Kurdên di nava pencê Qirkirina Çandî de

Edîtor: Nucan Serdoz
04/01/2023 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Rêber APO: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk – Ekonomî
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Danasîna du têgînên bingehîn çand û şaristanî bi sedema têkiliya wan a bi mijara me re û analîzkirina wan ji bo xwezaya civakî dikare pêşî li me veke û em pê ber xwe bibînin. Mirov dikare têgînên din jî piştre li pey hev terîf bike.

10- Ekonomî

Nexasim, ji ber ku hatiye fetîşkirin, gelekî girîng e ku mirov ekonomiyê di nava sînorên destnîşankirî de bide naskirin. Lîberalîzm her tiştî bi ekonomiyê rave dike û bi vî awayî danasînê bêmane dike û her diyardeya berevajî ekonomiyê jî ekonomî dihesibîne. Bi awayekî giştî, mirov dikare ekonomiyê weke çalakiya tedarik û debarê ya pêdiviyên civakê yên maddî û weke îfadeya pîvan û saziyên wê rave bike û di çarçoveyeke tengtir de mirov dikare weke pevguhertina pêdiviyên maddî bi rêya bazarekê bide naskirin. Ekonomiya bazarê ya li şûna nirxa bikaranînê nirxa pevguhertinê esas digire û bi vî awayî danasîna wê tê qebûlkirin, lê rastiyek heye ku divê neyê jibîrkirin, kapîtalîzmê çawa qada demokratîk rizandiye, qada ekonomîk jî kiriye bin destê yekdestdariyên sermaye û dewleta netewe û bi vî awayî pûç kiriye. Ekonomiyê mîna xebateke yekdestdariyên sermayeyê li bazarên di bin banê dewleta netewe de têne avakirin, didin naskirin. Li vir, ekonomî tê înkarkirin, li şûna wê ya ne ekonomî ye, û ya înkara ekonomiyê ye, sîstema kara zêde ya yekdestdariyên bazirganî, pîşesazî û fînansî tê danîn; mîna ku xebata ekonomîk a ezel-ebed ji van yekdestdariyan pêve tiştekî din nîne û bi vî awayî ev sîstem di bin navê zanista ekonomiyê de bi rewakirineke zêde tê pêşkêşkirin. Mirov vê xebatê dikare weke terora ekonomîk jî şîrove bike. Ango civak ji aliyê aborî ve tê hilweşandin, dor li bazarê tê girtin bi tenê dikin qadeke karê, bi navgînên fînansî li qadên bazirganî û pîşesaziyê bi tevahî têkiliyên yekdestdariyên kapîtalîst bi ekonomiyê re ji holê têne rakirin û bi vî awayî bi pereyan bidestxistina pereyan dikin kategoriyeke bingehîn a bidestxistinê û ev jî dibe faleketeke ku di dîrokê de nehatiye dîtin. Serdema fînans kapîtalê asta herî jor a hilweşîna ekonomî û civakê ye. Em bi cinawirekî wisa har re rûbirû ne ku karekterekî xwe yê antî-civak, antî-mirov û antî-xweza heye; hema bêje nîviyê civakê bêkar kiriye, di bin navê ekonomiya sîlehan de hilberandina amûrên tinekirinê kiriye karekî bingehîn ê ekonomîk, bi tenê armanca xwe kar e, ti têkiliya xwe bi pêdiviyên hewce yên civakê re nîne, hawîrdorê hildiweşîne, bi tevahî çavkaniyên xweza û civakê vediguherîne karê. Li vir a girîng ew e, li rêza pêş qurbanên vê sîstemê jin û ciwan in; keda wan bêkêr dikin û wan neçar dihêlin ku bê ekonomî bimînin. Li hemberî vê, her yek ji begzadeyên CEO’yan (Chief Executive Officer) ku gurên rêveberiya desthilatdariyê ne û ti têkiliya wan bi ekonomiyê re nîne, weke damezrînerên ekonomiyê têne pêşkêşkirin û ev nakokiya bi serê mirov nakeve weke xebateke sereke ya ekonomîk manedar dibe. Yekdestdariyên olîgarşîk ên pirraniya civakê ji ekonomiyê qut dikin, karê weke ajoya bi tenê dibînin û yekdestdariyên mêtinkariyê yên ti têkiliya wan bi civakê re nîne ava dikin, divê mirov kansêrkirina wan a civakê ya ji desthilatdariya dewletê jî wêdetir e, ekonomîk nehesibîne û di asta manûnemanê de girîng e ku mirov hukim bide ew înkara ekonomiyê ne. Di serdema me de (serdema modernîteya kapîtalîst) di bin navê zanista ekonomî û polîtîkayê de ji afirandinên mîtolojîk ên Serdema Rahibên Sumeran hezar carî zêdetir berjewendiyên hêzên li derveyî civakê rahibên modern kirine mît û divê mirov fonksiyona wan a rastî baş bide naskirin. Divê mirov şîrketên CEO’yan jî li vê kategoriyê zêde bike. Divê em ji bîr nekin ku dewleta netewe bi awayekî bingehîn ev sîstema zorê ya nîzama rahibên modern e. Li ser navê zanistê yê herî zêde xwe li kapîtalîzmê rakişandiye K. Marks e. Lê ew jî mîna ku zemînekî wî yê rewa hebe, xwestiye vê sîstemê zanistî bike û di vê çarçoveyê de xebata xwe ya Kapîtal kiriye. Lewma hewce ye ku xebata wî ya bi navê Kapîtal ji nû ve were şîrovekirin. Herçiqasî di gelek qadan de hewl daye maskeya wê ji rûyê wê bike jî bi sedema ku kapîtalîzm weke sîstemeke dîrokî ya bivênevê pêşkêş kiriye, di tehlîla dawî de ev sedema bingehîn e ku Marksîzm di nava modernîteyê de bihele. Weke ku li cem Yekîtiya Sovyetê ya sosyalîzma pêkhatî û ezmûna Çînê hat dîtin xizmeta herî mezin ji lîberalîzmê re kirin û bi vî awayî di nava sîstemê de cihê xwe girtin û ev jî ji nêz ve bi vê rastiyê re têkildar e. Sîstema kapîtalîst civaknasiyê weke ekonomî pêşkêş dike û ekonomî jî li cem wê timî înkara ekonomiyê ye. Eger ev analîz di çarçoveya sîstema kapîtalîst de were kirin, di qada zanistî de ev krîz bi xwe ye. Lewma mirov heta ji krîza ekonomîk-polîtîk a ku tevahiya zanista civakî dibe krîzê nebihure, nikare ji krîza li cem tevahiya zanistên giştî yên ku perspektîfa xwe ya sazîbûn (zanîngeh), mejî û felsefî ji dest dane, bibihure. Mirov heta ji krîza zanistî nebihure, zanist ji nû ve xwe di warê sazî û manedanê de ava neke, nikare ji krîza giştî ya civakî û harbûna modernîteya kapîtalîst bibihure.

ABDULLAH OCALAN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 04’Ê ÇILEYA 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Kurdistaniyan şehîdên xwe li Parîsê bi rê kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kurdistaniyan şehîdên xwe li Parîsê bi rê kirin

Kurdistaniyan şehîdên xwe li Parîsê bi rê kirin

HPG’ê fermandar Denîz Pîr bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê fermandar Denîz Pîr bi rêzdarî bi bîr anî

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.