Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ferîde Alkan: Berxwedana ku bi berdêlên mezin hatî meşandin komplo pûç kir

Fermandara YJA Star'ê Ferîde Alkan got; "Berxwedana gerîla ya ku Hezîrana 2020'î de li Heftanînê, Nîsana 2021'ê li Avaşînê û ji Nîsana 2022'an ve jî li Zap, Avaşîn û Metînayê tê meşandin, encamên mezin ên vî şerê gerîla ku bi berdêlên mezin tê kirin, êdî komploteran têk dibe. Ev yek di heman demê de pûçkirina komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê ye

Edîtor: Nucan Serdoz
06/10/2022 - 11:18
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Ferîde Alkan: Berxwedana ku bi berdêlên mezin hatî meşandin komplo pûç kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Ji fermandarên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-Star) Ferîde Alkan bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji qada Rojhilata Navîn destpê kir, armanca komplogeran, planên nû yên komployê û têkoşîna li hemberî vê yekê ji ANF’ê re nirxand.

Ferîde Alkan anî ziman ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 24 sal in di nava şert û mercên herî giran ê dîlgirtinê de li dijî dewleta Tirk a faşîst qirker û hêzên komploger têdikoşe û got, “Di nava têkoşîna 24 salan de bi hezaran şehîd hatin dayin, berdêl hîn jî rojane tê dayin. Di vê oxirê de berdêl çi dibe bila bibe em ê teqez bi ser bikevin û bi vê baweriyê têkoşîn dewam dike. Berevajî bendewariya komplogeran, di nava 24 salên derbasbûyî de eniya têkoşînê roj bi roj berfireh bû, ji sînorên Kurdistanê derbasî Rojhilata Navîn, Ewropa û tevahiya cîhanê bû. Di halê hazir de li ser asta cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me çalakî têne lidarxistin, kampanyayên îmzeyan têne birêvebirin û di asta sendîkayî û girseyî de xwedî li Rêberê me tê derketin.

Bi kurtasî gel, jin, ciwan, karker, hawirdorparêz, antî kapîtalîst li dijî komploya navdewletî li dora Rêberê me civiyane û ev rewş vediguhere pêleke nû ya guhertina cîhanê.”

Fermandar Ferîde Alkan bi dewamî got, “Eşkere ye ku komplogerên 9’ê Cotmehê li pêşberî têkoşîna me ya 24 salan ku bi pêşengiya Rêbertî tê meşandin, têk çûne û nekarîne armancên xwe pêk bînin. Gotina pêkneanîna armancên komplogeran êdî têrê nake, hêzên şaristaniyê yên komploger ketine nava krîz û kaoseke mezin. Ev yek krîza sîstemî ya kapîtalîzmê ye û ji aliyê cewherî ve krîza avanî ya endustriyî, dewletperestiya netewe, neteweperestî, olperestî û zayendîperestiyê ye. Ji vê jî kûrtir krîza mejiyê serwer ê mêr e ku şaristanî diyar kiriye. Di vir de ya girîng ew e ku Rêberê me -di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de bi mirovahiyê daye fêhmkirin ku krîz ji ku tê û çawa dikare çareser bibe. Ji vê jî girîngtir ew e ku jin, gelê me, mirovahiya pêşverû, hêzên şoreşger-demokratîk ên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi hêvî û baweriyeke mezin li dora fikir, projeyên çareseriyê yên Rêberê me gihîştine hev û ji bo paşerojeke hevpar bi hêvî ketine ser rêya têkoşînê.”

Têkildarî armanca ji Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an jî fermandar Ferîde Alkan wiha axivî:

“Komplogeran xwestin Rêberê me û di şexsê wî de tevgera me ya azadiyê îmha yan jî bêbandor bikin, bi vî rengî li ser bingeha berjewendiyên xwe yên emperyalîst Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Yanî hewl dan zemînê ji destpêkirina Şerê Cîhanê yê 3’emîn re amade bikin. Ji xwe yên ku karin cîhanê fêhm bikin dibînin ku piştî destpêkirina Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an gavên hatin avêtin hemû ber bi vê armancê ve bûn.

Piştî komploya 9’ê Cotmehê destpêkê di bin navê têkoşîna dijî terorîzmê de dest li Efganistanê werdan. Piştre jî weke projeya Îslama Siyasî bi AKP’ê re Tirkiye kirin navenda projeya Rojhilata Navîn a Mezin. Dûre jî bi navê têkoşîna li dijî Saddam Iraq dagir ikrin. Ji Efganistan, Tirkiye û Iraqê li ser bingeha berjewendiyên emperyalîst Rojhilata Navîn dagir kirin. Piştre jî gav bi gav planên xwe yên ji bo jinûve avakirina Rojhilata Navîn xistin dewrê. Gava dawî ya vê yekê jî terorîzma dijminê jinê û mirovahiyê terorîzma DAÎŞ’ê bû. Êdî ji aliyê her kesî ve hate fêhmkirin ku di projeya Rojhilata Navîn a Mezin a Berfirehkirî de rola dan Kurdan, xanedaniya Kurd a sexte ya noker e ku di xeta PDK’ê de rêxistiniya berjewendiyan a eşîrî ye. Hem ji komploya 9’ê Cotmehê hem jî ji bûyerên piştre qewimîn, wekî din ji êrîşên DAÎŞ’ê yên 2014’an jî hate fêhmkirin a li ser Rêberê me, tevgera me û gelê Kurd hate ferzkirin jî îmha û qirkirin bû.”

Ferîde Alkan destnîşan kir ku komploger negihiştin armanca xwe û got, “Ji ber ku Rêberê me haya xwe ji van hemûyan hebû. Ji aliyê teorîk-felsefîk, îdeolojîk-polîtîk ve li ser bingeha têkoşînekê tevgera azadiyê û gelê me ji pêvajoyê re amade kir.”

Di dewama axaftina xwe de fermandar Ferîde Alkan anî ziman ku li Tirkiyeyê bi pêngava Rûsyayê re hêza kûr a li nava dewletê mîna Ergenekonê tê naskirin bi tifaqa ‘Sêv a Sor’ a alîgirên Avrasyayê re bûn yek, bi vî rengî pêvajoyeke nû dan destpêkirin ku rêgeha Tirkiyeyê guhert û got, “Vê rêxistiniyê, Komploya 9’ê Cotmehê bi tifaqa Sêva Sor re ji nû ve plan kir û xwest bi ser bixîne. Hewl didin vê yekê jî di bin navê ‘Plana Têkbirinê’ de bi şerê îmhayê yê topyekûn bike. Bi vê armancê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve bi piralî êrîşan dike û şerekî bêrehm dimeşîne.

Pêvajoya nû ya komployê ku ji bo îmhakirinê êrîşî tevgera azadiyê, destketiyên gelê me û nirxan hemûyan dike, di halê hazir de li çar parçeyên Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li zindanan, li qadên civakî û siyasî dewam dikin. Bi kiryarên şerê taybet ku di ti serdema dîrokê de mînaka wê nehatiye dîtin, hewl didin Kurdan ji ser rûyê erdê bibin, di serî de Rêbertî û gerîla êrîşî hemû dînamîkên şoreşger dikin. Bi vê armancê bajarê qedîm ê Rojava Efrîn dagir kirin. Bi hêza ji vir wergirtî di salvegera 20’an a komploya navdewletî de di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîş birin ser paytexta dîrokî ya civaka Kurd Serêkaniyê û Girê Spî û xwestin destketiyên li Rojava û tevahiya Kurdistanê tune bikin, komploya navdewletî jî bi ser bixînin. Piştî ku ev bi ser nexistin û negihîştin armanca xwe, vê carê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin. Niha jî eger careke din êrîşî Rojava dike, sedema vê ew e ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bêencam ma. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî, termobarîk û taktîk nukleer bi kar anîn, her wiha ji bejahî û hewayî ve her cûre teknîk bi kar anîn û xwestin gerîla îmha bikin.

Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan destnîşan kir ku bi pêşengiya PKK û PAJK’ê yên li ser xeta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, gerîla ku hêza xweparastinê ya civakên Kurdistan û Rojhilata Navîn e, pêncî sal in rêveçûna dîrokê ji bo gelan, jinan û mirovahiya pêşverû guhertin û got, “Berdêla wê giran jî be pêncî sal in li hemberî tevgera me ya azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo, dewleta Tirk a faşîst qirker heye ku mehkûmî têkçûnê ye û li pişta wê jî hêzên komploger ên navdewletî hene. Berxwedana gerîla ya ku Hezîrana 2020’î de li Heftanînê, Nîsana 2021’ê li Avaşînê û ji Nîsana 2022’an ve jî li Zap, Avaşîn û Metînayê tê meşandin, encamên mezin ên vî şerê gerîla ku bi berdêlên mezin tê kirin, êdî komploteran têk dibe. Ev yek di heman demê de pûçkirina komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê ye ku dixwest tevgera me ya azadiyê di şexsê Rêbertî de û civaka Kurd a azad îmha bike. Di heman demê de xerakirina hesabên vê komployê yên li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Êrîşkarî û rewşa paranoyak a dewleta Tirk a faşîst qirker ku nûnerê van hêzên komploger e, ji ber vê têkçûnê ye.

Fermandar Ferîde Alkan destnîşan kir ku weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bersiva wan a li komployê di sala 24’an de wê bidawîkirina rastiya şerê taybet û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê be, wê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

Ferîder Alkan got, “Encamên şerê gerîla vê yekê nîşan dide ku pênc meh in bi rengekî bêhempa û însiyatîfeke mezin pêngavên şoreşgerî de tê meşandin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Desteya Ciwanan û Werzîşê bi salvegera komployê re komxebatek li darxistin

Nivîsa Pêş

YRK: Li van cihên ku êrîş lê hatiye kirin, tu eleqeya hêzên me nîne

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
YRK: Îran bi propagandaya derew rastiyan berevajî dike

YRK: Li van cihên ku êrîş lê hatiye kirin, tu eleqeya hêzên me nîne

Serlêdanên parêzeran ya hevdîtina bi Ocalan re cara 795’emîn hat redkirin

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdana parêzeran berdewam dike

Manşet

  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.