Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ya bi ciwanên Rojhilat re pişterast kirin

Qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ku di encama îşkenceya ‘Polîsên exlaq’ yên Îranê de pêkhat, bû sedem Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û piştre jî tevayî gelên Îranê dakevin qadan û xwepêşandanan li darbixin. Mirina Jîna Emînî Kurdan kir yek û li hemû parçeyên Kurdistanê Kurdan piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û gelên din ên Îranê nîşandan.

Edîtor: Nucan Serdoz
03/10/2022 - 17:40
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ya bi ciwanên Rojhilat re pişterast kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Roja 13’ê Îlonê jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ji bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Îran Tehranê ji aliyê ‘Polîsên exlaq’ yên Îranê ve bi hinceta ku ‘pora wê xuya kiriye’ hat binçavkirin. Jîna ji ber îşkenceyê piştî çend saetên binçavkirinê krîza mejî derbas dike û piştî derbasbûna nîv saetê ji nû ve hêzên Îranê wê radikin nexweşxaneyê. Jîna Emînî piştî sê rojan di nexweşxaneyê de ma, roja 16’ê Îlonê jiyana xwe ji dest da.

Her çiqas rêjima Îranê hewil da cenazeyê Jîna bi bê dengî were veşartin, lê malbat û xizmên wê qebûl nekirin û xwestin merasîmek mezin ji bo veşartina cenaze were li darxistin. Roja 17’ê Îlonê cenazeyê jina Kurd bi merasîmekê girseyî bi tevlîbûna hezaran kesan bi siloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimire dîktatorî’ li goristana bajarê Seqiz hate veşartin. Ev merasîm bû destpêka xwepêşandanan li piraniya bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê.

Piştî Rojhilatê Kurdistanê, gelên Îranê jî piştgirî dan xwepêşandanan û li hemû bajarên Îranê dibin pêşengtiya jin û ciwanan de xwepêşandan bi silogana “JIN JIYAN AZADΔ û “Bimre dîktatorî” belav bûn.

Çawa ku gelê Rojhilatê Kurdistanê di hemû deman de piştgirya xwe ji bo beşên din ên Kurdistanê nîşan daye, vê carê jî beşên din ên Kurdistanê û Kurdên li dervey welat, bi taybet jî ciwanên Kurdistanê piştgirî dan serhildana gelê Kurd û gelên din ên Îranê û li her derê daketin qadan û çalakiyan li dardixin.

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgriya xwe ya bi ciwanên Rojhilatê Kurdistanê re pişterast bikin daxuyaniyek dan û di daxuyaniya xwe de gotin ev serhildan wê vegera bingeha herî xurt ya pêşxistina şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Bi temamî daxuyaniya Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê wiha ye;

Ji roja şehîdxistina jina Kurd Jîna Emînî (Jina ku bi destê faşîstên sîstema melalî ya Îranê ve, bi guneha kêm baldarbûna li pîvanên exlaqî, bi şêwazekî hovane hate şehîd xistin) ta roja îro raperîn û serhildana li tevahî Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve tê jiyan kirin. Gelê Îranê bi hemû pêkhateyên xwe yên netewî, olî û mezhebî di bin silogana “JIN JIYAN AZADΔ de li dijî sîstema desthildar serî hildan e.

Rêjîma Îranê ya qirker li seranserî Rojhilata Navîn xwedî rolekî xirab û mêtînger e. Em dibînin ku li Îraq, Sûriya, Lûbnan, Yemen û piranî welatên herêmê li ser bingeha belavkirina hîlala ŞÎ’Î mûdaxeleya van welatan dike. Çi ji aliyê polîtîk û siyasî de, çi jî ji aliyê şer û çekdarî ve.

Ev raperîna heyî, eger ji tu aliyekî din ve neyê kişandin wê bibe bingeha şikandina sîstema melalî. Gelê Rojhilatê Kurdistanê hertim piştgiriya şoreşên herêmên Kurdistanê yên dîtir dikir. Weke Bakur, Başûr û Rojava, ji xwe ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve bi sedan bi hezaran ciwanên Rojhilatê Kurdistanê tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûn. Gelek ji wan jî gihîştin asta şihadetê û jiyana xwe di oxira welat de dan.

Ji destpêka raperîna Rojhilatê Kurdistanê weke îspat, ji bê çarebûna sîstema Îranê, me dît ku çawa û bi çi rengî, li pêşiya xwepêşandaran rawestiyan, bi çek û hêzê ta gihîşte asta bombekirina Başûrê Kurdistanê û şehîdxistina dehan ji gelê me yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Her wiha destdirêjî li ser xwepêşandaran jî ta asta tecawzikirina jinan hate kirin. Qaşo navê wan ol û bi destên ew kesên ku bi navê polîsên exlaqî hatine bi nav kirin tê naskirin,  lê bê exlaqiya herî mezin jî bi navê wan tê kirin.

Em weke Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê raperîn û serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pîroz dikin û piştgiriya xwe jê re raber dikin. Bangawaziya me ji hemû ciwanên Kurdistan û cîhanê re heye ku piştgiriya raperîna keziyên azad bikin. Ta ku ev raperîn bi şoreşbûnê tacîdar bibe. Eger hate xwestin jî bi heman şêwazê tevlîbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê, emê weke Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê tevlî raperînê bibin. Bangawaziya me ji hemû saziyên parastina mafê mirov û hemû civaka navnetewî re heye ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û sînor ji binpêkirinên mafan ya li Îranê re bê dayîn.

Bi navê Encûmena ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê em sersaxî ji hemû malbatê şehîdên raperîna keziyên azadiyê re dixwazin û emê her şopdarê wan bin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cenazeya şehîd Mazlûm Bahadir radestî malbata wî hate kirin

Nivîsa Pêş

Tevgera Ciwanên Şoreşger wê 3’yemîn Festîfala Şehîd Bawer Agir li darbixe

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Tevgera Ciwanên Şoreşger wê 3’yemîn Festîfala Şehîd Bawer Agir li darbixe

Tevgera Ciwanên Şoreşger wê 3'yemîn Festîfala Şehîd Bawer Agir li darbixe

Ji ciwan û jinên ciwan ên Efrînê xebatê nivîsandinê

Ji ciwan û jinên ciwan ên Efrînê xebatê nivîsandinê

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.