Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA STAR ji bo çalakiya Mersînê: Em çalakiyeke wiha bi heybet pîroz dikin

Fermandariya Biryargeha YJA Starê: Hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal bi sekna Zîlan li ser bingeha azadiyê serê jinan hemûyan bilind kirin. Em vê çalakiya wan a bi heybet bi serbilindî silav dikin, pîroz dikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/09/2022 - 14:43
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
YJA – Star: Em gerîlayên YJA Starê li dijî hemû êrîşan bi Bêrîtanî li ber xwe didin û şer dikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, “Li hemberî êrîşên qirker ên hikukmeta çete ya AKP-MHP’ê yên li dijî gelê Kurd, jinan, hevrêyên li zindanan dîlgirtî, xwezaya welatê me û gerîla, di 26’ê Îlona 2022’an de hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal ên li ser xeta Zîlan ketin pratîkê, li ser xeta azadî-rûmetê bûn nirx. Em van şehîdên xwe yên mezin bi rêz û minet bi bîr tînin. Li cihên ku dijmin herî zêde pê piştrast bû, van hevrêyên me bi xwînsarî, wêrekî û biryardariyeke mezin li ser xeta Rêber Apo xwe gihandin azadiyê û sekna gerîlayên jin ên rêxistinbûyî temsîl kirin. Em çalakiya bi heybet a van hevrêyên xwe bi coş silav dikin, pîroz dikin.”

Di daxuyaniya fermandariyê de hate gotin, “Rêveberiya çete ya AKP-MHP’ê bi artêşa xwe, bi hêza xwe ya çete, bi rêxistiniya JOH-POH a kontra, bi rêxistina xwe ya îstîxbaratê ku veguheriye rêxistineke sûc, di astên îdeolojîk-siyasî-leşkerî-civakî de konsepteke dagirkirin û tunekirinê li Kurdistanê ji nû ve xistiye meriyetê. Li ser vê bingehê zext, êşkence û pergala zilmê ya li zindanan dike, li tevahiya welêt belav dike û weke siyaseteke komkujiyê dixe meriyetê. Ji bo karibe di nava rastiya Şerê Cîhanê yê 3’emîn de gelê Kurd careke din ji paşerojê bêpar bihêle, di asta navneteweyî de polîtîkaya ‘Kurdistanê bêîrade bihêle, bike hevkarê xwe, ji nû ve dagir bike, ji nû ve parve bike’ bi hevkarî dimeşîne û di asta sûcê şer de êrîşî tevgera me ya azadiyê dike, dixwaze bi vî rengî encamê bi dest bixe. Êrîşên li ser qadên Behdînanê bi vê armancê têne kirin. Ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve êrîşên ku ji asta şerê navbera dewletan jî girantir, bi her amûrên sûc û qirêjiyê êrîşan dike; hewl dide hêza parastina gel-jinê bieciqîne, îradeya wê bişikîne û teslîm bigire. Li pêş çavên cîhanê bi hevkariya hêzên hegemon pêleke komkujî-tundiyê ya gelekî metirsîdar li Kurdistanê tê meşandin ku kes naxwaze bixe rojeva xwe.”

‘SEKNA WAN SEKNA ZÎLANÊ BÛ’

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

“Li hemberî van zext û êrîşan, tevgera me ya azadiyê ku bi çavkaniya Rêber Apo û peşengiya jinê hewl dide neteweya demokratîk ava bike, bi pîvana ‘parastina hebûnê, misogerkirina azadiyê’ têkoşîna rewa bi berxwedaneke gelekî bi heybet dimeşîne. Bi vê armancê li hemberî êrîşên herî qirêj û herî newekhev ên serdemê, bi pêşengiya YJA Starê berxwedaneke mezin tê kirin, hêzên me tercîha jiyaneke bi rûmet datîne pêşiya her tiştî û veguherîne hêzeke bi bandor a lêdanê. Yên ku biryara xwe ya jiyanê li ser azadiyê dane, çalakiya wan jî, îradeya wan jî mezin e û têk naçe. Sekna gerîla bi kurtasî bi vî rengî ye. Çalakiya bi biryar û rêxistinbûyî ya bi heybet a hevalên Sara û Rûken ku beşek ji vê rastiyê ye, temsîla sekna jin a azad a bi afirîneriya Rêber Apo gihandiye asta bilind. Di nava van şert û mercan de ku komkujî li ser nirxên me tê ferzkirin, ev hevrêyên me bûn hêza lêdanê û pêkanînê ya tercîha jiyana azad, îrade û rûmetê. Bûn xwedî gaveke dîrokî, di nava nirxên me de bi rengekî mafdar û hêjayî cihê xwe girtin. Jin ji çavkaniya îdeolojîk a Rêber Apo veguherîn hêzeke bêhempa ya jiyan û çalakiyê û bi hevrêtiya xwe ya li jinê, li qadên herî rêxistinbûyî yên faşîzmê, îradeya jinê ya azad a mezin raxist pêş çavan. Ev yekîtî bi helwestên wêrek û bi biryar ên herdu hevalên me veguherî hêzeke bi bandor a êrîşê. Di pêvajoyeke dîrokî de weke hêza hesabpirsîna ji êrîşên li ser gelê me, jinan û gerîla; hevalên me bi rengekî rêxistinî, bi têkbirina astengiyên îstîxbarat, teknîk û şopandinê xwe gihandin hedefa xwe, çalakî pêk anîn û mîna hevrêyên me yên li qadên berxwedanê yên Behdînanê cih digirin bûn xwedî sekneke bi Zîlanî û pêşengiya YJA Starê gihandin asta herî bilind.

Hevrêyên me Sara û Rûken bûn xwedî wê jiyanê ku xwe ji çavkaniya Rêber Apo ya îdeolojîk xwedî dike, li ser vê bingehê ji xeta jinê ya azad bavwer dike, dibe milîtanên vê û di her şert û mercî de temsîl dike. Van hevalên me ew bedewî û welatparêziya cewherî Botan û Rojava di kesayetiya xwe de temsîl kirin, weke mînaka herî bedew a têkiliya jin-welatparêziyê cihê xwe li nava refên me yên artêşê girtin. Herdu hevrêyên me ku her cûre wezîfeyên rêxistinî bi kelecaneke mezin hildan ser milê xwe, her kar bi fedakarî û biryardariya serketinê meşandin, bi tevlîbûna xwe ya bi coş bûn çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re, weke hêza fermandariyê gihîştin asteke girîng. Ev hevrêyên me li ser bingeha gerîlatiya profesyonel, li ser hunera çalakiyê û liv û tevgera tîmên serbixwe kûr bûn, bi sekna xwe ya wêrek û bi biryar veguherîn hêzeke taktîkê. Van hevrêyên me li hemberî navendeke ku dijmin herî zêde lê rêxistinbûyî bû, weke tîmeke ji du kesan însiyatîfa êrîşê heta dawiyê di destê xwe de hiştin, bi qasî artêşeke gerîla hunera lêdanê û baweriya ji xwe temsîl kirin. Ev çalakiya ku çend roj beriya meha Cotmehê hate lidarxistin ku salvegera çalakiya hevrêya me Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e ku li hemberî dewleta Tirk a faşîst û hêzên Kurd ên xayin kiribû û veguherî artêşbûna jinê, îradeya azadiyê ya ku Rêber Apo bi jinê re afirandiye, hêza lêdanê ya artêşa jinê temsîl dike. Çawa ku pênaseya ‘Bêrîtan rûmeta me ya azadiyê ye’ ya Rêber Apo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, li dijî ruhê xaniyanan ên teslîmbûyî şênberiya wateya pîvanên azadiya jinê ye, van herdu hevrêyên me jî heman xet xistin meriyetê. Li hemberî dijminên gel ên bêesîl ku bi êrîşên komkujiyê-dagirker ên dewleta Tirk a faşîst re bûne yek, ku welatê xwe, dar, xak û jiyana milîtanên azadiyê yên bi rûmet, her wiha şensê jiyana azad a gelê Kurd pêşkêşî dijmin dikin, ev hevrêyên me yên jin ıradeya têkoşîn û jiyana bi rûmet, îradeya azadiyê temsîl kirin. Bûn rûmeta azadiyê ya gel û jinên Kurd, bûn nirx.

EM VÊ ÇALAKIYA BI HEYBET PÎROZ DIKIN

Dewleta Tirk a faşîst li hemberî vê çalakiya tîma me ya fedaî bêçare ma û bi agahiyên şaş-derewîn xwest şerê taybet bi rêxistin bike û mohra xwe danî binê skandaleke mezin. Dewleta Tirk bi qasî ku nizanibe herdu hevalên me ji ku hatine, çawa gihîştine hedefê, kî ne, haya xwe ji rewşê tune bû. Dewleta Tirk heta ku êrîşên xwe nesekinîne wê bibe hedefa çalakiyên me yên bi vî rengî û bêçare bimîne. Di vê pêvajoya girîng a têkoşînê de weke şopdarên pêşenga tevgera jinê, fermandara mezin Sara, hevrêyên me Sara û Rûken pêşengî ji fermandariyekê re kir ku li navê wan dihat. Çalakiya van hevrêyên me divê ji aliyê her kesî ve rast bê fêhmkirin û her kes li ser bingeha vê pîvanê tevlî nava têkoşînê bibe. Ev hevrêyên me li dijî çanda destavêtin, zilm û komkujiyê bûn temsîla herî leheng, bedew û wêrek a nasnameya jinê ya azad û îradeya azad a jiyana azad. Di serî de ji bo me hevrêyên wan, ji bo her kesên xwedî îdîaya azadiyê wezîfe ye ku li ser bingeha vê pêşengiyê berê xwe bidin serketinê û bibin hêzeke têkoşînê. Em bang li her kesî dikin ku bi vê berpirsyarî û hişmendiyê li dora bîranîna van hevrêyan û nirxên pîroz li hev bicivin, bi sekneke bi wêrek tevlî nava refên têkoşînê bibin, li ser bingeha azadiya Rêber Apo em soza xwe serxistina biryardariya avaikrina jiyana azad dubare dikin. Hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal bi sekna Zîlan li ser bingeha azadiyê jin hemû serbilind kirin. Di şexsê hevrêyên xwe Sara Goyî û Rûken û hevalên me yên di şerê berxwedanê yê Behdînanê de şehîd bûn, hemû şehîdên xwe bi rêz, minet bi bîr tînin, vê çalakiya bi heybet bi rûmeteke mezin silav dikin, pîroz dikin. Em dibêjin, ‘Jin wê cîhanê rizgar bikin’.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbat û parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Nivîsa Pêş

Di çalakiyên gerîla de 6 dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
LEZGÎN: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê lê dan – 3’ê dagirker hatin ceza kirin

Di çalakiyên gerîla de 6 dagirker hatin ceza kirin

YPJ: Her şihadetek soza me ya tolhildan û serkeftinê bilindtir dike

YPJ: Her şihadetek soza me ya tolhildan û serkeftinê bilindtir dike

Manşet

  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.