Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Bavê şehîd Qasim: PDK’ê ji bo xiyaneta xwe PKK’ê weke hincet bikartîne

Endamê Saziya Malbatê Şehîdan ya Kantona Hesekê bavê şehîd Qasim Xebat, Mihemed Îsa Kokê diyar kir ku PDK'ê ji bo şerê li Kurdistanê PKK'ê ji xwe re weke hincet bikartîne û got; "Ew bi xwe di îxanetê de cihê xwe digire, dixwaze hemû Kurdên din jî weke xwe bike û ji bilî wan kesekî din bi navê Kurd nemîne.Ew bi xwe di îxanetê de cihê xwe digire, dixwaze hemû Kurdên din jî weke xwe bike û ji bilî wan kesekî din bi navê Kurd nemîne."

Edîtor: Nucan Serdoz
10/09/2022 - 8:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
Bavê şehîd Qasim: PDK’ê ji bo xiyaneta xwe PKK’ê weke hincet bikartîne
ParvekeTweet

HESEKÊ – Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariyê PDK’ê li tevahî Kurdistanê êrîşên berfireh yê dagirkeriyê daye destpêkirin. Ji bo tunebûna gelê Kurd, PDK’ê bi hemû derfet û hêzê xwe ve tevlî hevkartiya bi dewletên hegomanîk re bûye. PDK’ê li Kurdistanê weke perçeyeke ji şerê taybet yê Gladiyo xwe bi rêxistin dike û li ser vê esasê xeta xwe ya dijminatiya Kurd datîne holê. PDK’ê partiyeke ku bi taybet li dijî xeta berxwedanê ya gelê Kurd hatiye ava kirin e. Mirov nikare weke partî jî binirxîne, ji ber ku malbata Barzanî bi giştî çanda eşîrtiyê derbas nake. Ji ber vê jî ziyanên ku digihêjin Kurdistanê ji bo wan ne xeme, zarokên ku li Kurdistanê bi çekên wan tên kuştin ji bo wan nabe weke derdekê. Tam tersî wê dema ku wan qetil dike, weke dewleta Tirk heqaretê li cenazeya wan dike. Mînaka herî şênber jî şehîdxistina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye, gerîlayên ku parastina welat û gelê xwe ve dikin e. Di derbarê vê mijarê de yek ji bavê şehîdên ku zarokê wan bi destê PDK’ê hatiye şehîd xistin, ji ajansa me re axivî. Bavê şehîd Qasim ku kurê wî di sala 1997’an de ji aliyê PDK’ê ve hatî şehîd xistin got; “Bi kurt û cewherî PDK’ê dijminatiyê dike.”

‘KURÊ MIN LI SER DESTÊ PDK’Ê HATÎ ŞEHÎD XISTIN’

Bavê şehîd Qasim Mihemed Îsa Kokê bi danasîna kesayeta xwe dest bi axaftinê kir; “Navê min Mihemed Îsa Kokê, ez li gundê Dirbêsiyê hatim dinyayê û li Til Temirê mezin bûme, niha jî li Hesekê kar dikim. Ez bavê şehîd Qasim Xebat Hesekê me. Dema ku kurê min yê şehîd dibistana 12’an dixwand, wê demê naskirina wî ya ji hevalan re çêdibe û ew bandor dibe. Piştî ku ezmûnên xwe kir, tevlî hevalan dibe, dema ku tevlî dibe ji dayîka xwe re dibêje; “Şerme ewqas heval ji mala me derdikevin û em jî bi wan re naçin”. Ji ber vê jî ew diçe, dema ku diçe destpêkê diçe gel serokatî, li gel serokatî jî kurê apê min hebû, lingê wî qut bibû (Hevalekî Gazî bû). Serokatî çû gel wî jê re got; “Kuro tu zaroke tu çima hatiye ?”, piştre ew ji serokatiyê re dibêje; “Min ji dê û bavê xwe re negotiye, ez wisa hatime”, dîsa serokatî jî jê re dibêje vegere malê, ew jî piştre dibêje; “Ma serokê min ev şoreş tenê barê te ye, ma qey ne yê me jî ?”, serok jî got belê weleh ya te ye jî, şoreş ya tevahî Kurdan e, herkes wê vê şoreşê biparêze. Kurê min du salan di nava hevalan de ma, yanê di 1995’an de tevlî dibe û 1997’an de şehîd ket. Şihadeta wî bi çi rengî ye, em tam wê nizanin, lê li gor agahiyên ku hatine dayîn, ew ji aliyê PDK’ê ve hatî şehîd xistin.”

‘ERDOXAN BI ÇAV SORÎ ÊRÎŞÎ ME DIKE’

Mihemed Îsa bi berdewamî bal kişand ser amadekariyên gel yên di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî û got; “Em jî niha weke gelekî fedakar amadekariyên xwe yên Şerê Gelê Şoreşgerî dikin. Em perwerdeyên xwe yên tendrustî û bikaranîna çekan dibînin. Ji ber ku berê me cihê xwe di leşkertiya rêjîmê de cihê xwe digirt û li vê derê jî me çend caran perwerde dîtî, ji bo vê em niha dizanin ku çawa çek bi kar bînin. Em welatê xwe biparêzin, li pişta hevalên xwe bin û bi her awayî cihê xwe di nava vê şerî de bigirin. Erdoxan însanekî dîktator û dagirker e, bi çav sorî êrîşî ser me dike, da ku welatê me dagir bike. Lê em welat û axê xwe bernadin.”

‘PDK’Ê JI BO XIYANETA XWE PKK’Ê WEKE HINCET BIKARTÎNE’

Bavê şehîd Qasim bi bal kişandina ser dijminatiya PDK’ê ya li hember gelê Kurd axaftina xwe domand; “PDK’ê ji dema ku ava bûye heya niha hertim di nava îxanetê de bûye, destê wî di destê dijminê Kurdan de ye, û dijmin jî wî ji bo xwe bi kartîne. Weke mînak Sedam Hisên ya ku dijminê herî mezin yê Kurdan bû. Li ser Helebçe, Ranya, Qeladizê û hwd kîmyasal bikar anî, û di nava deqeyekê de bi hezaran Kurd qetil kir. PDK’ê ew hêzên dagirker ji bo xwe bi kar anî. Ji bo ku Celal ji gel derbixe, bang li wan hêzan kir, ew hatin Celal ji wî dûr xistin. Di roja îro de jî bi Tirkan re danûstandinê dike. Niha jî hertim dibêjin; “Em şer dikin ji bo ku PKK’ê ji vê derê derbixin, ji ber ku welatê me ye, PKK’ê lê asê bûye, ji ber PKK’ê dewleta Tirk tê li me jî dixîne”. Van peyvan ji xwe re weke hincet bikar tîne, rastiyeke bi vê rengî nîne. Ew bi xwe di îxanetê de cihê xwe digire, dixwaze hemû Kurdên din jî weke xwe bike û ji bilî wan kesekî din bi navê Kurd nemîne. Yanê sîstema wan sîsetma eşîrtî û feodaltiyê ye. Ew xwe li ser Kurdan didin xwedî kirin, dema ku Kurdek serê xwe radike, bi dijmin re sext li ser gel çêdike û dawî li wê şoreşê tîne. Li ser destê PDK’ê Qasimlo û Şeref Ekendî li Almanyayê tên kuştin.”

‘PDK’Ê NE DOSTÊ GELÊ KURD E, DOSTÊ DIJMINÊ GELÊ KURD E’

Bavê şehîd Qasim bi vê rengî dawî li axaftina xwe anî; “Niha jî ji bo ku şoreşa me (Şoreşa Rojavayê Kurdistanê) tune bike, bi dewleta Tirk re dibe alîkar, ji wan re hemû riyan nîşan dide. Beriya çend rojan jî 5 hevalên me li Xelîfanê xistin nava kemînekê de, 2 ji wan şehîd bûn û 3’ê jî bi birîndarî dîl ketin destê wan. Berê jî 10 hevalên me ketibûn destê wan ew hemû şehîd xistin, tenê yek hevalî xwe xilas kiribû. Hevalên ku şehîd jî bûne cenazeya wan jî nedan malbata wan. Me jî li hemberî wan li ber sînorê Sêmalkayê kon vegirtibû, ji bo ku cenazeya şehîdên me bidin me, lê ew jî nedan me, û deriyê sînor jî li me girtin. Bi kurt û cewherî PDK’ê dijminatiya gelê Kurd dike, ne dostê me ye, dostê dijminê me ye. Em jî li dijî vê bang li tevahî gelê xwe, partiyên azadîxwaz û tevgerên din re dikin ku, li dijî van kiryaran bê deng nemînin û sînorekê jê re dayînin. Êdî em bangawazî bikin nekin jî gelê Kurd li dijî vê îxanetê bi berteke û dizanin ku ew însanekî xayîne. Yek ji xiyaneta wî ya herî mezin jî ser Şengalê bû. Dema ku li Şengalê bû Şengal diparast, DAIŞ êrîş kir, dema DAIŞ êrîş kir, wan jî Şengal hêştin û reviyan, tevahî gelê Êzîdî jî di nava destên DAIŞ’ê de hêştin.”

 

 

 

NC// Feraşîn Sîdar

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Konfederalîzma Demokratîk zindiyan bi hev ve girêdide – 12

Nivîsa Pêş

Bîlançoya mehekê ya YPS û YPS-JIN hate eşkere kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – YPS’ê li Amedê li dijî tîmên taybet çalakiya bombeyî li dar xist

Bîlançoya mehekê ya YPS û YPS-JIN hate eşkere kirin

Milîsên Rêzan Amed ên HBDH’ê çalakiyek li darxistin

Manşet

  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.