Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şêniyên Mexmûrê şehîd Ebûzeyd Abdullah Ubeyd spartin axê

Cenazeyê şêniyê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, Ebûzeyd Abdullah Ubeyd ku di duh di encama êrişa balefira dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, bi merasîmek bi heybet hat spartina axê.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/08/2022 - 22:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

MEXMÛR – Cenazeyê Şehîd Ebûzeyd Abdullah Ubeyd ku duh di êrîşa balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker de li ber derê mala xwe ya li wargehê şehîd bûbû, vê êvarê bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên wargeha Penaberan a Mexmûrê hat spartina axê.

Cenazeyê Şehîd Ebûzeyd duh bi şev bi konvoyekê gihişt wargehê, ji bo ferdên malbatê yên derve tev li merasîmê bibin li morga nexweşxaneyê hatibû ragirtin. Îro di saet 17:00’an de bi tevlêbûna xelkê Mexmûrê li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) merasîmek bi heybet hate lidar xistin.

Darbesta şehîd ji nexweşxaneyê bi dirûşman hate girtin. Di merasîmê de li gel ferdên malbatê bi hezaran şêniyên Mexmûrê amade bûn. Di merasîmê de bê navber dirûşmên ”Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak destpêkê di şexsê Ebûzeyd Abdullah Ubêyd de hemû şehîdên doza azadiyê bibîr anî.

Bûdak diyar kir ku wê tola şehîdan li erdê nemîne û got: “Em gelê Mexmûrê deyndarê şehîdan in. Hevrêyê me Ebûzeyd kedkar û avakarê têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Em pir şanazin ku xwedî şehîdek mîna Ebûzeyd in. Dewleta Tirk a dagirker, Mala Barzan û Iraq dixwaze çokê li ber me bide danîn. Êrîşa li ser hevrêyê me hatî pêkanîn parçeyek ji vê siyasetê ye.”

Bûdak bal kişand ser berdêlên hatin dayîn û got: “Piştî ewqas berdêlên giran em gav bi şûn ve navêjin. Me xwîn rijandiye. Ma gengaze gav bi şûn ve bavêjin. Ma gengaze em xelkê Mexmûr û gelê Kurd gav bi şûn ve bavêjin.”

Hevseroka Mexmûrê Filîz Bûdak bilêv kir ku hikûmeta Iraqê diyar kiriye ku wê dorî wargehê têl bike û got: “Dibêjin ‘Em ê dorî we têl bikin, we bi fetisînin’. Dema ku em li ber vê radibin, xiyanet û teslîmyetê qebûl nakin. Bi firokeyan mirinê li ser me dibarînin. Mirovê herî hêja bi fîzîkî ji nav me dibin. Bila baş zanibin piştî van berdêlan em ê doza wan li erdê nehêlin. Em xiyanetê li wan nakin. Bi berdêl dayînê em bi hêz dibin. Em têkoşînê bilintir dikin. Êrîşa ku hevrêyê me şehîd kir, ji bo gav ji gelê me bi şûn ve bide avêtin bû. Sekna xelkê me Mexmûrê ji kêliya êrîşê heta niha diyar bû. Divê em têkoşîna wan şehîdan bilind bikin, ne ku gav bi şûn ve bavêjin.”

Di berdewama axaftina xwe de Bûdak, wiha pê de çû: “Bi êrîşan dixwazin çavê me bitirsînin. Ev 40 sal e me serî netewandî. 40 sal in em berdêl didin. Hê jî vê fêm nakin em bi berdêlan bi hêz dibin. Daxwaza şehîdê me ji me, parastina civakê vê girseya amade ye. Divê em li dijî dewleta Tirk a dagirker, mala Barzanî û Iraqê hê xurtir li Mexmûrê xwedîderketin deynê li ser stûyê me ye. Ev wesyeta şehîdê me ye. Ma dibe ji vê kêliyê û şûnde em rê bidin ev wargeh bê valakirin. Ma dibe ji vê kêliyê û şûnde rê bidin ev pargala belav bibe û kêfa dewleta Tirk a dagirker bê. Divê em li dijî destê xiyanetkar û noker ên ketine nava me bisekinin. Şikandina vî destî û korkirina çavê wa erkê me ye, wesyeta şehîde.”

Piştî Bûdak hevalê Şehîd Ebûzeyd Abdulah Ubeyd, Ehmed Ozer axivî. Ozer diyar kir ku ew xwedî dozê ne û got: “Doza me mezin e, giranbuha ye. Ji bo wê jî em berdêlên giranbuha didin.”

Ozer bal kişand ser kesayeta şoreşger û xebatkar a Ebûzeyd û diyar kir ku ew mîmarê avakirina parastina cewherî ya cara yekem li wargeha Bihêrê hate avakirin bû. Ji wê rojê heta îro heval Ebûzeyd ji bo Tevgera Azadî, eşq û evîna wî ya ji bo serokatî û welatê wî, di vê demê de tim bi sekin û hevaltiya xwe kar kir. Tim li ber dijminê xwe têkoşîn kiriye. Heval Ebûzeyd tu demê berjewendiyên mala xwe esas negirt. Tim ji bo berjewendiyên welatê xwe, gelê xwe û felsefeya Serokatî kar kir, xebat kir û rêxistin kir.”

Li ser navê malbatê jî keça şehîd axivî û diyar kir ku şehîd şehîdê gelê Kurd e û got: “Ez bi şehîdbûna bavê xwe serbilind im.”

Li ser navê Komîteya Malbatê Şehîdan Sûltan Yildiztan jî axivî û diyar kir ku ew ê heta dawî xwedî li şehîdan derkevin û li ser şop û keda wan têkoşînê bikin.”

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd hildan ser milan bi siloganên ”Şehîd Namirin” bi meşekê heta goristana wargehê çûn. Li vir şehîd bi siloganan hate veşartin.

 

1 Ji 2
- +

1.

2.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nûnerê dewleta Tirk a dagirker ‘PDK’ê, êrîşî ciwanên bi rûmet yên Şengalê kir

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk îtîraf kir ku Abdullah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ mûaf girtî ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Parêzer 15 mehin nikarin agahî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bigrin

Dewleta Tirk îtîraf kir ku Abdullah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ mûaf girtî ye

ROJEVA 01’Ê TEBAXA 2022’YAN

ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2022’YAN

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.