Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ronahî Serhat: Hevala Bêrîvan bi felsefeya azadiyê jiya

Ronahî Serhat qala Bêrîvan Zîlan kir ku berî çend rojan di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû û got; " Bi eşqeke mezin dilsoza Rêbertî û xeta azadiyê bû. Hevala Bêrîvan bi felsefeya azadiyê jiya."

Edîtor: Nucan Serdoz
21/08/2022 - 10:11
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ronahî Serhat: Hevala Bêrîvan bi felsefeya azadiyê jiya
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan bi bîr anî ku 17’ê Hezîranê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Ronahî Serhat ji Jin TV re axivî û anî ziman ku şehîd Bêrîvan Zîlan li Zap, Avaşîn, Metîna û gelek herêmên Kurdistanê têkoşiya û got, “Hevala Bêrîvan Zîlan beriya demeke kurt şehîd bû. Di şexsê hevala Bêrîvan Zîlan de hevalên şehîd bûne hemûyan bi minet bi bîr tînim, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Şehadet li Kurdistanê tê wateyeke gelekî mezin. Her şehadetê bêguman di dîrokê de rûpelekî nû vekiriye. Paşeroja me ronî kiriye. Weke pêşengên azadiyê em deyndarê şehîdan e. Ji avabûna partiay me û vir ve em şehîdan didin. Ji bo bersivê bidin şehîdan jî çalakiyên mezin divê.

Hevala Bêrîvan ji ber xiyanetekê şehîd bû. Dijmin dixwaze ji şerê ku niha li Behdînan û herêmên din dewam dike, bi xiyanetê encamê bi dest bixe. Lê belê me soz dane şehîdên xwe, me soza azadiyê dane ku xwedî li wan derkevin û mîna wan têbikoşin. Hevala Bêrîvan Zîlan ji sala 1991’ê dema tevlîbûnê û pê ve di nava jiyanê û têkoşînê de xeta Rêbertî ji xwe re kir esas. Ji dil ve dilsoza azadiyê bû. Hem li çiyayên Kurdistanê hem jî li herêmên din pêşengî kir. Ne karekî hêsan e ku ji sala 1991’ê û vir ve di nava têkoşînê de bimîne. Bi salan gelekî zor û zehmetî dît. Di nava her şert û mercî de, li hemberî her zehmetiyê ji bo serketinê tevgeriya.

Di serî de komkujiya Geliyê Zîlan ij ber komkujiyên li Kurdistanê hatin kirin, hevala Bêrîvan Zîlan li dijî dijmin xwedî kîn û hêrseke mezin bû. Hevala Bêrîvan bi hezkirineke mezin dilsoza Rêbertî bû. Lewma azadiya fîzîkî ya Rêbertî yek ji armancên herî mezin ên hevala Bêrîvan bû. Weke milîtanên vê partiyê em jî ji bo vê armancê têdikoşin, lê belê hevala Bêrîvan dixwest di têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de pêşengiyê bike. Ji bo vê kedeke mezin da. Hevala Bêrîvan Zîlan dema kar dikir, ji zarokan heta extiyaran bi her kesî re tevdigeriya.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat anî ziman ku şehîdê Bêrîvan Zîlan navê Binevş Agal (Bêrîvan) ê li nava partiyê li xwe kir û wiha dewam kir, “Hevala Bêrîvan Zîlan timî digot, ‘Ez dixwazim bi vî navî mîna Binevş Agal pêşengiyê ji serhildanên gel re bikim’. Di nava karên gel de bi ruhê heval Binevş Agal tevgeriya. Li nava partiyê li ser xeta Zîlanan têkoşiya û bi rola pêşengiyê rabû. Bi eşqeke mezin dilsoza Rêbertî û xeta azadiyê bû. Hevala Bêrîvan bi felsefeya azadiyê jiya. Ji aliyê hevalên xwe ve gelekî dihate hezkirin. Me ev hevrêya xwe ya gelekî bedew ji dest da, lê belê em şehîdên xwe ti carî tenê ji dîrokê re nahêlin. Em ê her tim xwedî li wan derkevin.

Hevala Bêrîvan di pêşvebirina têkoşîna azadiya jinê de bi roleke gelekî girîng rabû. Ji tevlîbûna xwe û pê ve li Serhedê, Xakurkê, Zagrosan û li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû gerîlayeke pêşeng, fermandareke leheng. Di heman demê de ji bo perwerdekirina hevalên xwe kedeke mezin da. Di guhertina zîhnî de xwedî roleke mezin bû. Ji ber vê yekê gelekî kêfxweş dibû ku li Akademiya Zeynep Kinaci dersa dîroka Kurdistanê dida. Her wiha dîroka têkildarî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi baldarî û coşeke mezin dida. Dema ku li ser dîroka tevgera me û Kurdistanê ders dida, hevala Bêrîvan jî mîna hevalan hemûyan xwe nû dikir. Bi eşq dilsoza jiyanê bû. Welatparêzî di nava partiya me PAJK’ê de jî pîvana destpêkê ye. Hevala Bêrîvan di şexsê xwe de ji aliyê dilsoziya bi xak û dîrokê ve, di kûrbûna azadiya jinê de temsîliyeteke mezin afirand. Li dijî serweriya mêr û tundiya mêr, bi pîvanên azadiyê tevgeriya. Hevala Bêrîvan li her cihê ku lê bû li gorî pîvana azadiyê têdikoşiya, li wir rêxistiniya jinê, yekîtiya jinê, hezkirina jinê hebû. Hevala Bêrîvan bi jiyana xwe ya li nava têkoşînê ev yek afirand.”

Ronahî Serhat ragihand ku Şehîd Bêrîvan Zîlan 30 salên têr û tijî li pey xwe hişt û got, “Hevala Bêrîvan xwedî coşa destpêkê ya tevlîbûna li nava partiyê bû. Têkildarî hevalan û têkoşînê wêne, helbest û nivîs berhev dikir. Yanî hem hişê dîrokê diparast, hem jî nedixwest li pişt bihêle. Dilsoziya bi şehîdan, hevrêyan, azadiyê, têkoşînê û gel re bi dilsoziya bi Rêbertî re pênase dikir. Ji ber vê yekê ji bo hevala Bêrîvan hezkirina ji welêt hezkirina ji jinê, hezkirina ji azadiyê bû. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinê em ê hevala Bêrîvan ti carî ji bîr nekin. Endameke Meclîsa PAJK’ê bû. Di heman demê de li çiyê û li nava civakê kedeke xwe ya mezin hebû. Em ê her tim xwedî li vê kedê derkevin. Bêguman xwedîderketina li vê kedê, bersiva ji bo şehîdan tê wateya serxistina vî şerî.

Em zanin ku ev êrîş li dijî xeta azadiyê ya jinê ye. Dijmin dixwaze di şexsê hevala Bêrîvan û milîtanên YJA Starê hemûyan de xeta azadiyê tune bike. Lê belê xeta azadiyê li Kurdistanê êdî felsefeyeke, helwest û îradeyeke. Ji çiyê heta bajaran, ji Kurdistanê heta derveyî welat li her derê belav bûye ev xeta azadiyê. Kes nikare tenê bi êrîşên leşkerî vê xetê ji holê rake. Lewma em ê vî şerî bi serketinê bi encam bikin. Ji ber vê yekê me soz dane ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin. Em careke din di şexsê hevala Bêrîvan Zîlan de şehîdên Kurdistanê hemûyan bi minet bi bîr tînim û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şêniyên Efrînê: Erdoxan bavê terorîstan e

Nivîsa Pêş

Şehîd Dîlan Izedîn li Kobanê spartî axê bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şehîd Dîlan Izedîn li Kobanê spartî axê bû

Şehîd Dîlan Izedîn li Kobanê spartî axê bû

HPG’ê nasnameya 3’ê gerîlayan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3'ê gerîlayan eşkere kir

Manşet

  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.