Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şêniyên Efrînê: Erdoxan bavê terorîstan e

Şêniyên Herêma Efrîna dagirkirî ku ev bû 5 salin koçî Şehbayê bûne, li wê derê jî li ber gefên dewleta Tirk ya dagirker berxwedaneke bê hempa di nava hemû zor û zehmetiyan didin meşandin.

Edîtor: Nucan Serdoz
21/08/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
Şêniyên Efrînê: Erdoxan bavê terorîstan e
ParvekeTweet

ŞEHBA – Şêniyên herêma Efrînê yên ku koçî Şehbayê bûne, li dijî êrîşên dagikeriyê ya dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke bê hempa nîşan didin. Ji bo tunekirina gelekî berxwedêr dewleta Tirk her roj êrîşên xwe yên li ser herêmê dijwartir dike.

Têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê şêniyên Efrînê ku li Kampa Berxwedan ya li Şehbayê dimînin, ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ku bê navber li ser gelê Kurd tê meşandin.

‘ERDOXAN BAVÊ TERORÎSTAN E’

Di serî de welatpêrêzê bi navê Mihemed Hesen bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û got dewleta Tirk dijminekî me ya ebedîye û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Navê min Mihemed Hesen e, ez koçberekî ji Efrînê me, ez niha niştecihê Kampa Berxwedanim. Em ji ber gefên dewleta Tirk ya dagirker ji Efrînê derketin, niha em hatim Şehbayê dîsa jî dev ji me bernade. Ev bû 5 salin em li vê derê koçberin, 5 salin jî her roj derdora me topebaran dikin. Lê ev gefên ku dewleta Tirk dike, ne ya yekemîne û ne jî ya dawî ye. Ji sala 1924’an de bala xwe daye ser gelê Kurd û heya roja îro her êrîş dike. Di sala 1937’an de komkujiya Dêrsimê, 1924’an serhildana Şêx Saîd, yanê ev dijminê me dijminekî ebedî ye. Ji bo vê jî divê gelê kurd vê yekê baş zanibe û li hember wê helwestên xwe bikin yek. Em ji Efrînê derketin hatin Şehbayê, em nêzî 30-50 km ji Efrînê dûrketin, dîsa êrîşî me kir. Wê demê ger em 100 km dûr bikevin jî wê dîsa were. Ji ber dixwaze hertim li ser navê me dagirkeriya xwe bide jiyan kirin. Dema cihekî dagir dike jî dibêje ew der cihekî terorîste ji bo vê min êrîş kir. Wê demê em bêjin çima dema ji sala 2014 heya 2018’an dema li Serê Kaniyê terorîstan xwe didan jiyan kirin êrîşî wan nekir. Ji ber ku ew bi xwe terorîstan çêdike. Ew bi xwe di hembêza xwe de terorîstan xwedî dike û pereyan dide wan, Erdoxan bi xwe bavê terorîstan e. Pêwîste Emêrîka, Rûsya û dewletên ku hevkarên wanin, çavê xwe ji van êrîşan re negirin.”

‘ÇI SÛCÊ ZAROKAN HEYE KU BIBIN HEDEFA ÊRÎŞAN’

Heman demê de koçbera bi navê Fadîle Hisên jî diyar kir ku ji ber ew Kurdin ji bo vê dijmin êrîş dike û wiha axaftinên xwe anî ziman; “Dewleta Tirk ya dagirker bi balafirên xwe yên şer em ji welatê me koçber kirin, em jî hatin vê derê. Em niha li vê derê hem li ber topên Erdoxan, hem li ber serma û germa û hem jî li ber hemû zehmetiyên jiyanê li berxwe didin. Duh jineke ciwan, ji bo ku karibe jiyan bike debarên xwe yên jiyanî pêk dianî, bombe avêtine û ew şehîd xistin. Çi sûca van zarokan heye ku bibin hedefa van êrîşan de. Em ji welatê xwe bi dûr ketine jî dîsa dijmin dev ji me bernade, rojane bi topan êrîşî me dike. Dijmin êrîş dike ji ber ku tenê yek sûcê me heye, ew jî Kurdbûna me ye, ev ji bo dijmin weke sûcekê ye. Em Kurd jî dixwazin weke her neteweke din bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Heya dilopek xwîn di canê me de heye, emê li berxwe bidin û emê ji bo vegera li welatê xwe dîsa li berxwe bidin.”

‘DIJMIN HERÎ ZÊDE JI HÊZA JIN DITIRSE’

Herî dawî jî Cemal Îbrahîm bal kişand ser tirsa dagirkeran ya ji hêza jin û wiha got; “Navê min Cemal Îbrahîm e, ez ji navçeya Bilbilê ya bajarê Efrînê me. Dibe ku şerê ku li Efrînê rû da ye, ji pir kesan re weke çîrokekê were, lê belê ev ne çîroke, ev heqîqeteke hatiye jiyîne. Dewleta Tirk ya faşîst ji bo ku Kurdan tune bike, çekên giran li hember wan bikartîne. Di nava qanûna mafê mirovan de jî tiştekî bi vê rengî nîne, lê herkes ji bo mijara Kurd çavên xwe digire. Van dewletên hovane yên weke Rûsya, Emêrîka, Îran û gelek welatên din, dema êrîşî me kirin, me 58 rojan berxweda, em niha jî li berxwe didin, û emê hîna jî li berxwe bidin. Em bi komployeke navdewletî ji Efrînê derketin hatin Şehbayê, êdî dikeve sala xwe ya 5’emîn, em li Kampa Berxwedan bi cih bûne. Di qanûnên navdewletî de, dema mirovek koçber dibe, ew kes weke ku hatiye dîl hatiye girtin tê bi nav kirin. Lê ji ber ku li welatê me bi hêza jinê şoreşek ava bûye, ji bo vê jî ji şoreşa me jî pir ditirse. Çima ji jinê ditirse ji ber ku ji hem zarokan xwedî dike hem jî şerê xwe dike.”

 

1 Ji 3
- +

1.

2.

3.

 

 

NC// Baran Mawa

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji bo min û gelê Kurd, fermandar bû

Nivîsa Pêş

Ronahî Serhat: Hevala Bêrîvan bi felsefeya azadiyê jiya

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ronahî Serhat: Hevala Bêrîvan bi felsefeya azadiyê jiya

Ronahî Serhat: Hevala Bêrîvan bi felsefeya azadiyê jiya

Şehîd Dîlan Izedîn li Kobanê spartî axê bû

Şehîd Dîlan Izedîn li Kobanê spartî axê bû

Manşet

  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPS: Yekineyên me yên tollhildanê li stenbolê çalakî pêk anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di salvegera roja reş de pûçkirina komploya duyemîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.