Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

QSD: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

QSD`ê ragihand ku di rêzeçalakiyên di çarçoveya parastina de yên hêzên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker li ser sînorên bajarên Riha, Dîlok û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê li dar xistine, 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin, herî kêm 3 leşkerên dagirker jî birîndar bûne.

Edîtor: Nucan Serdoz
18/08/2022 - 14:21
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Hewldana dagirkinê ya sê çeteyan vala hate derxistin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyaniyek da. QSD`ê ragihand ku ji bo tolhildana welatiyên di êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê û Amûdê şehîd bûne, hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakiyên bibandor li dar xistine.

Di daxuyaniya QSD`ê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn;

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê her roj zêdetir dike. Di van êrişan de bi piranî welatiyên sivîl tên hedefgirtin. Herî dawî di 16`ê Tebaxê de li Kobanê zarokek şehîd ket û 4 welatî jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de, balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker li gundewarên Amûdê êrişek li dijî nuqteyeke Hêzên Erka Xweparastinê pêk anî û di encamê de 5 şervan şehîd bûn û gelek welatiyên ku hewl didan birîndaran rakin nexweşxaneyê jî birîndar bûn.

Ji bo bersivdayîna van êrişan, ji aliyên hêzên me ve li hember artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

Li sînorên bajarên Riha, Dîlok û Mêrdînê, li hember artêşa Tirk a dagirker 3 çalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

DI NAV DE EFSEREK, GELEK LEŞKERÊN DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Di çalakiya yekemîn de, li nêzî qereqola Çiçekalan a li navçeya Bêrecûk a bajarê Rihayê, dema ku 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker li derdora obîseke bi cureya T-155 kom bûbûn, hatin hedefgirtin. Di encama wê çalakiyê de li gorî agahiyên ku hatin girtin, efserek û endamekî îstixbaratê jî di nav de bi giştî 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Gelek birîndarên dijmin jî hene lê der barê hejmara birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di encama wê çalakiyê de di cebilxaneya baregehê de jî teqîn çêbû.

Di çalakiya duyemîn de, qereqola Koprubati ya girêdayî navçeya Karkamiş ya bajarê Dîlokê hat hedefgirtin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker nehatin zelalkirin.

Çalakiya sêyemîn li sînorê bajarê Mêrdînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de seyareyeke bi cureya Kîrpi hat hedefgirtin. Di encama wê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

‘ÇALAKIYÊN BERSIVDAYÎNÊ DÊ DEWAM BIKIN’

Di wan çalakiyan de bi giştî 7 endamên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 3 leşker jî birîndar bûn. Li dijî her cure êrişên dewleta Tirk a dagirker, çalakiyên me yên bersivdayînê dê berdewam bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan ên Firatê: Di riya Şerê Gelê Şoreşgerî de emê xwe biparêzin

Nivîsa Pêş

Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sirgûn kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sirgûn kirin

Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sirgûn kirin

Li deverên Kurdistanê hovîtiya dagirkeran ya li hember xwazayê

Li deverên Kurdistanê hovîtiya dagirkeran ya li hember xwazayê

Manşet

  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.