Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Emê teqez ji dewleta Tirk ya faşîst û qirker hesab bipirsin û tola hevreyê xwe rabikin

PAJK: Endama Meclîsa PAJK’ê hevrê Zîlan ev ala têkoşînê ya bi rûmet rakiriye, di 17’e Hezîranê de dema li ser erka xwe bû li qadên Parastina Medya, di encamê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ya faşîst de şehîd bûye.

Edîtor: Nucan Serdoz
18/08/2022 - 11:52
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
PAJK: Emê teqez ji dewleta Tirk ya faşîst û qirker hesab bipirsin û tola hevreyê xwe rabikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – PAJK’ê şehadeta endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan ragihand û got, “Em ê di şopa şehîdên leheng de, xwedî li nirxên ku bi ruhê fedaîybûnê hatine afirandin derkevin, têkoşîna xwe berfireh bikin û ji TC’ya faşîst û hevkarên wê hesab bipirsin.”

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarê şehadeta Bêrîvan Zîlan ev tişt gotin;

“Hevrêyên me yên ku di oxira azadiya jin û gelê me de berdêlên mezin dane û di têkoşîna me ya bêhempa de hertim di pêşde bûne, bi fedaiyane tevlî bûne, li hember êrîşên mêtîngerê faşîst heya dawî bi berxwedanî şer kirine û riya serkeftinê ronî kirine.

Endama Meclîsa PAJK’ê hevrê Zîlan ev ala têkoşînê ya bi rûmet rakiriye, di 17’e Hezîranê de dema li ser erka xwe bû li qadên Parastina Medya, di encamê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ya faşîst de şehîd bûye. Em di şexsê hevrêya xwe Zîlan de û tevahî hevrêyên me yên ku di şerê qirkirinê de têkçûnên mezin li artêşa Tirk dane jiyan kirin û şehîd bûne bi minnet û rêzdarî bibîr tînin. Em sersaxî ji malbata xwe ya hêja Hezer, gelê xwe û tevahî hevrêyên xwe re dixwazin.

EMÊ TEQEZ HESABA WÊ BIPIRSIN

Weke Tevgera Azadiya Jina Kurd em dibêjin, emê teqez ji dewleta Tirk ya faşîst a qirker û nûker-ajanên ku di vê êrîşê de rol leystine hesap bixwazin, tola hevrêyên xwe rabikin. Wê dîrok her tim şahidiyê ji têkoşîna mirovên ku di oxira jiyanek bi rûmet de berxwe didin û şer dikin bike. Jinên ku vê têkoşînê di lûtkeyê de dimeşînin, şoreşgerên bi rûmet yên mezin ên ku di oxira azadiya gelan de şer dikin, wê hertim bibin îradeya me ya ku rêya jiyana azad ronî dikin, wê berdewama hişê me, hişmendiyê me û wîjdanê me bin.

Hevrêya me Bêrîvan Zîlan, di têkoşîna demdirêj yê şoreşgertiyê de, tevahî kêliyên wê nefes nefes jiyan kiriye, zehmetiyên wê yên mezin bi serbilindî derbas kiriye, yekem heycan û xweşikbûyîna gerîlatiya jin û partîbûyîna jin jiyan kiriye, di pêşketina Tevgera Azadiya Jin de rola pêşengtiyê lîstiye û bûye xwedî tevlêbûyînekê millîtan. Weke rêveberiya Tevgera me ya jin serkeftinê di tevahî erkên xwe yên şoreşgerî de bicîh kiriye û ji bo vê kedekê bê hempa daye. Bi girêdanbûyînek kûr yê bi Rêber Apo re her tim berê xwe da qadên herî dijwar. Li hember desthilatdariya zilam, paşverûtiyê bûye aqlê jina azad. Bi eşq PAJK bûyîn û PKK bûyînê hemêz kiriye. Bi xeta milîtantiya partî, di têkoşîna gerîlatî de fermandar, di têkoşîna civakî de pêşeng û çalakvan bû.

Hevrêya me Bêrîvan di sala 1976’an de li navçeya bajarê Wanê Ercîşê ji dayîk dibe. Di malbatekê welatparêz yê ku komkujiya Geliyê Zîlan jiyan kiriye û vê yekê qet jibîr ne kiriye, rûye dewleta Tirk ya kujer naskiriye û di hişê xwe de bicîh kiriye û wisa mezin bûye. Hevrêya me Bêrîvan ji zarokatiya xwe de bi çîrokên komkujiya Geliyê Zîlan mezin bûye, weke tevahî zarokên Kurdistanê di temenekê biçûk de êşên ku li tevahî welatê wê cih bûye nas dike û di temenek biçûk de dijî. Zanistiya kûr ya welatparêziyê bi nasnameya azadiya jinê re kiriye yek, di jiyana têkoşîna azadiya gelê Kurd de hertim bûye xwedî seknekê yê bibiryar.

JI BO JIYANEKE EZAD HER KÊLIYEKE JIYANA XWE FEDAYÊ TÊKOŞÎNÊ KIR

Bi girêdanbûyîna xwe ya bi gelê xwe re, ax û dîroka xwe re li hember dijmin hestên tolgirtin û hirsa xwe veguherand têkoşînek bê navber. Dizanî ku li hember zilmê serî tewandin bê nasnamebûyîne û bê rûmetbûyîne. Dizanî ku pêwîst bi vê dijminê re rûberî hev bên, hesap were xwestin û bi vê awayî dîroka mêtîngerî were mehkûm kirin. Bi vê zanistî û hêstan re di temenek ciwantî de berê xwe da çiyayên Serhedê yên berxwedêr, asî pêşengtî ji gelek raperîn û îsyanan re kiriye û di sala 1991’an de tevlê têkoşîna azadiyê yê ku wê tevahî emrê xwe di nav de derbas kiriba bû.

Ji dijmin re înat bû gerîlayek ku temsîltiya îrade û rûmetê dike û tolgirtinê vedigûhere zanebûyînê. Ew dixwast bibe kesekê çêker yê ku dîroka komkujiyê vediguherîne û dîroka Kurdistanê yê azad û rûmetbûyînê. Bi vê îdeayê beşdarî tevahî qadên têkoşînê bû. Bi qasî heyecana avakirina dîroka azadiyê, bi zanistiya berpirsiyartiya radike û tevahî kêliyan bi têkoşînekê mezin pêşwazî kir.

Tevlêbûyîna pêşengtiya millîtantiyê ya dayî raber kirin hişt ku di nava hevalên wê de bal were kêşandin. Di qada Rêber Apo de perwerde ji Rêber Apo dît, zanistiya xwe, îradeya xwe û kesayetiya xwe kir mîna pola. Ji felsefeya jiyana azad a Rêber Apo, perspektîfa şoreşê û pêşxistina nasnameya jina azad pir bawer kir û bi hezkirineke mezin têkoşiya.

Di salên xwe yên ku nava şoreşê de derbas kir li hemû qadan şer kir, têkoşîn û pêşengtî kir. Pêvajoyên pêşketina têkoşîna azadiya jin yekser jiyan kir, ruh, hişmendî û keda xwe li vê dîroka agir zêde kir. Ji Serhedê heta Zagrosan, li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ermenîstanê ku gelê me yê ku rastî qirkirin û sirgûnê hatiye di gelek qadan de, li ser bingeha xeta Partiyê têkoşîn meşandiye. Weke milîtaneke jin di her qadê ku tê de cih digirt rola xwe ya pêşengtiyê lîstiye. Ji bo pêkanîna xeta PKK’ê û PAJK’ê û ji bo pêkanîna jiyanek bi rûmet û azad her kêliya xwe diyarî têkoşînê kir. Hevrêya me Bêrîvan Zîlan her tim têkoşereke bi biryar, çalakvan û jineke şoreşger bû ku her tim dizanîbû di refên herî pêş de cih bigire. Hestê berpirsiyartiya wê pir bilind bû, bi tevahî hebûna xwe parastina xeta Apo’yî û xwe di serkeftina pêywîrên şoreşgertî de asî kiribû. Di çiyayên azad de bû fermandara jin a bi hêz, di nava gel de bû nûnera bîrdoziya azadiya jinê û pêşenga gelan. Di dilê gel û hevrêyên xwe de cihekî xwe yê nayê jibîrkirin girtiye.

Di salên têkoşîna dîrokî de ku di azadiya jinê de gavên mezin dihatin avêtin, di nava vê pratîkê de, nava şer û têkoşîna wê ya mezin de cihê xwe girt. Hevrêya me ku di pêvajoyên pêşketina artêşa jin û xeta azadiya jinê de ked daye û li dijî desthilatdarî û paşverûtiya zilam têkoşîn meşandiye. Girêdana wê ya bi jinan re, hezkirina wê û keda wê ya ji bo azadiya jinê pir bû. Tevahî qadên ku lê bû, li dijî pergala zilam a serdest û rastiya wî bûye xwedî têkoşînek bi hêz û radîkal. Ew milîtanekî pêşeng bû ku bi cesaret û îradeya xwe, bi kesayeta xwe ya li hemberî dijwariyan, bi kesayeta xwe ya serhildêr û azad ji nû de nivîsandina dîroka azadiyê de roleke girîng lîstiye û milîtanek pêşeng bû. Bi hişmendî û zanistiya ku, rêya milîtaniya azadiyê ya rast PAJK’ê û partîbûna jinê ye, xwe fedayê azadî û rêxistinbûyîna jinê kiriye. Yek ji wan hevalan bû ku berdêla wê çi dibe bila bibe, nirx û xeta partiyê di parast, bê ku çavên xwe jêre bigre serde diçû, dudiliyek biçûk jî jiyan nedikir. Di xebatên PAJK’ê yê perwerdeyî ya ji bo zanistî, azadî û pêşengtiya jin xebat dihat meşandin bi salan ked raber kir û rolek mezin lîstiye. Bi berpirsiyartiyek mezin erkên girîng yên partiya me ya PAJK’ê, aniye cih.

LI SER XETA ZÎLAN TÊKOŞÎNEKE MEZIN BIRÊVE BIR

Hevrêya me Bêrîvan di salên têkoşînê yên demdirêj û dijwar ên 31 salan de her roj bi biryardarî û hirsekê mezintir têkoşiya. Ji bo tola Geliyê Zîlan, Agirî, Dêrsim, Koçgirî, Şengal, Roboskî û Efrînê were hilanîn, li ser xeta Zîlanê gelek şer kir û têkoşîneke mezin birêve bir.

Dewleta Tirk a faşîst-qirker bi desteka hêzên NATO’yê û bi bikaranîna hêzên hevkar, ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd, jinan û Tevgera Azadiya Jinan ya ku ji vê re pêşengtiyê dike tasfiye bike, bi binpêkirina peymanên navneteweyî, bi rêbazên herî hovane ku çekên kîmyewî jî di nav de ye komkujiyan pêk tîne. Jinên şoreşger û şervanên azadiya Kurdistanê bi giştî dibin hedef û qirkirin li ser jinan û gelê Kurd tê ferzkirin.

Îro li Zap, Zagros, Metîna û li çiyayên Bakurê Kurdistanê bi şerê bêhempa yê ku tê meşandin re û bi berdêlên mezin komkujiyên ku ji gelê Kurd re rewa tê dîtin hesap jê tê xwastin, rejîma faşîst li Kurdistanê dikeve goristanê de. Divê were zanîn ku bi têkoşîna gelê Kurd a bi pêşengiya jinan wê xeta îxanetê ya PDK’ê têk biçe, dewleta dîktator Erdogan berdêla hemû sûcên xwe bide û rejîma faşîst a Tirk têkçûneke dîrokî bibîne. Têkoşîna me ya destanî wê bi serketina gelê me û bi azadiya jinan tacîdar bibe.

EW SONDA ME YA AZADİYÊ YA Bİ RÊBER APO RE NE

Em ê hevrêya xwe Bêrîvan Zîlan û şehîdên berxwedana xwe ya bêhempa ti carî ji bîr nakin. Ew ê her tim di têkoşîna me de bijîn. Ew nirxên azadiyê yên ku bûne malê dîrok û mirovahiyê. Ew banga serhildana li dijî zilmê, têkbirina xiyanet û şerê qirkirinê ne. Ew sonda me ya azadiyê ya bi Rêber Apo re ne. Li ser şopa şehîdên xwe yên mezin em ê bi parastina nirxên afirandî û xeta fedayîtiyê têkoşîna xwe bilind bikin û ji rejîma faşîst a Tirk û hemû hevkarên wê hesab bipirsin. Serkeftin û azadî wê ya gelê me û jinan be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dûran Kalkan: Ev şer şerekî azadiyê, şerekî demokrasiyê, wekhevî û edaletê ye

Nivîsa Pêş

YJA STAR’ê şehîd Jiyan Amargî bi bîr anî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
YJA STAR’ê şehîd Jiyan Amargî bi bîr anî

YJA STAR'ê şehîd Jiyan Amargî bi bîr anî

Girtiyên Rihayê bi biryarin ku li dijî faşîzmê çalakiya xwe bidomînin

Girtiyên Rihayê bi biryarin ku li dijî faşîzmê çalakiya xwe bidomînin

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.