Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Di çalakiyên gerîla de 17 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) ragihand ku di çalakiyên “tolhildanê” yên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk de 17 dagirker û hevkar hatine cezakirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
28/07/2022 - 16:11
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
LEZGÎN: Gerîlayan Helîkoptereke Skorsky xistin û leşkerên dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – HPG-NRÇ’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê soza xwe ya şopandina rêya şehîdan, hilanîna tola wan, zindîkirina bîranînên û pêkanîna armancên wan, bi lidarxistina çalakiyan re pêk tînin. Di sala 2021’an de li dijî dagirkerên ku hevalên me yên di bin fermandariya Serhed Giravî û rêheval Sarya Diyar de li Keleha Berxwedanê ya Mamreşo bi çekên kîmyewî qetil kirin, çalakiya tolhildanê hate lidarxistin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin:

“Di çalakiya serketî ya hêzên me ku di demeke pir kin de bi şêwazê lêdana teyrê baz pêk anîn de, 3 dagirker û 4 kontra yên hevkarên dijmin hatin cezakirin, bi çûyîna ser cenazeyên wan hatin; 1 çeka ferdî MPT-55, 3 çekên AK-47 (Kalaşnîkov), 1 cîhaza bêtêl, 1 kasatûr û 2 şepqeyên leşkerî hatin desteserkirin. Di encama çalakiyên hêzên me de; 17 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, 1 pergala kameraya mobesse hate rûxandin, 1 helîkopter û 1 pergala kamera mobesse hate derbkirin.

Artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 25 caran bi balafirên şer, 27 caran bi helîkopterên êrîşê, bi sedan caran jî bi tank, hawan, obus û çekên giran çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê bomberdûman kiriye.

HPG-NRÇ’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran ev agahî parve kir:

“1. Li herêma Avasînê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

– Di 26’ê Tîrmehê de dagirkerên ku bi armanca dagirkirina Girê Şehîd Mûnzûr û Girê Şehîd Arnos ên li Qada Berxwedanê ya Mamreşo xebatên çêkirina rêyan dimeşandin ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Koma dagirker a ku ji 7 kesan pêk dihat di saet 06.45’an de dixin kemînê û bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîlayan derb li wan hat xistin. Baskê yekem ê çalakiyê; ji nêz ve bi çekên ferdî bi bandor li dagirkeran xist. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li dagirkerên ku dixwestin li bejahiyê belav bibin xistin. Baskên yekem û duyem ên çalakiyê, di demek pir kin de bi şêwazê lêdana teyrê baz, tevahiya koma dagirker a ji 7 kesan pêk dihat ceza kirin û ev yekîneya dijmin bi temamî tunekirin. Tîmên me yên bitevger ên ku çûn ser cenazeyan, eşkere kirin ku ji wanê hatinî cezakirin 3 jê leşker û 4 ji wan kontra ne. Hêzên me li ser 7 cenazeyan; 1 çeka ferdî MPT-55, 3 çekên AK-47 (Kalaşnîkov), 1 cîhaza  bêtêl, 1 kasatûra û 2 şepqeyên leşkerî hatine desteserkirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

– Di 27’ê Tîrmehê saet 11.00’an de hêzên me li dijî dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Adil ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin.

– Di 27’ê Tîrmehê saet 19:30’an de dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin, bi çekên ferdî û bombeyên destan hatin derbkirin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

– Roja 27’ê Tîrmehê saet 20:10’an helîkopterên êrîşê yên xwestin Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bomberdûman bikin, ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin. Di encama lêdanên bi bandor de 1 helîkoptera êrîşê ya ku derb xwar, neçar ma ji herêmê derkeve.

– Di şeva 27’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker ji bo îmhakirina bermahiyên tankê ya di 25’ê Tîrmehê de ji aliyê hêzên me ve hatibû rûxandin, bi balafirên şer qada ku tank lê bi cih bûbû, bi dijwarî bomberdûman kir.

– 28’ê Tîrmehê di saet 04:40’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin, bi çekên ferdî li wan hatin xistin û 1 dagirker hate cezakirin.

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê de;

– Di 27’ê Tîrmehê de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê FM ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê hatin gulebarankirin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û 1 dagirker jî birîndar bû.

– Di 27’ê Tîrmehê saet 07:10’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 1 dagirker hate cezakirin. Heman rojê di saet 14.00’an de 1 pergala kameraya mobesse ya ku li Herêma Berxwedanê ya ji aliyê dagirkeran ve hatibû bicihkirin, ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.

– Di 27’ê Tîrmehê saet 07:20’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê hatine gulebarankirin û 1 dagirker hatiye cezakirin. Di saet 19:30’an de dagirker careke din bi taktîka sûîqestê hatin hedefgirtin û 1 dagirker jî hate cezakirin.

– Di 27’ê Tîrmehê saet 09:50’î de, tîmeke me ya sûîqestê ya Şehîd Çîçek Kiçî ya YJA Starê bi taktîkeke sûîqestê li dagirkerên li Girê Şehîd Pîrdoxan a girêdayî herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê xist û di vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.

– Di 28’ê Tîrmehê saet 05:30’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê hatine gulebarankirin û 1 dagirker hatiye cezakirin. Heman rojê di saet 06.30’an de 1 pergala kameraya mobesse ya aîdî dagirkeran hatiye derbkirin.

4. Di çerçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li herêma Xakurkê de;

– Di 26’ê Tîrmehê de dagirkerên ku li quntarên Girê Şekîf ketibûn tevgerê ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve destpêkê girtin qontrolê û piştre jî bi taktîkên sabotajê li wan xistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 1 dagirker hate cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.

5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

– Di 27’ê Tîrmehê de çeperên şer ên Herêmên Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê FM 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên ku dûyê reş jê derdiket hatin bombekirin.

6. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi tank, hawan, obus, helîkopter û balafirên şer;

– Di 27’ê Tîrmehê de li Herêmên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê tevgera balafirên keşfê pêk hatin.

– Di 27 û 28’ê Tîrmehê de qada Deşta Kafya ya Garê û Herêmên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara, Sîda û Saca 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– Di 27’ê Tîrmehê de Herêmên Berxwedanê ya Girê Amediye, Kurojahro, Kokerê, Şikefta Birîndara û Karker 27 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

– Di 27’ê Tîrmehê de herêmên Şikefta Birîndara û Çemço bi sedan caran bi tank, obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Şewata di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li herêmên Saca û Kokerê derketibû didome.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şêniyên Efrînê: Em ji bo şerê li dijî dagirkeriyê amade ne

Nivîsa Pêş

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Zîndanê cihê tiryakê şewitandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Zîndanê cihê tiryakê şewitandin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Zîndanê cihê tiryakê şewitandin

Ji bo bîranîna milîtana Apoyî û fedayî şehîd Berfîn Rêbaz

Ji bo bîranîna milîtana Apoyî û fedayî şehîd Berfîn Rêbaz

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.