Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KBDH: Desthilatdariya AKP-MHP û PDK’ê di çarçoveya heman konseptê de tevdigerin

Konseya Giştî ya KBDH'ê di nirxandina xwe ya demê de got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, hikumeta Iraqê, PDK di çarçoveya heman konseptê de tevdigerin."

Edîtor: Nucan Serdoz
10/07/2022 - 14:01
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KBDH: Desthilatdariya AKP-MHP û PDK’ê di çarçoveya heman konseptê de tevdigerin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) li ser nirxandina demê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tengaviya sîstema kapîtalîst-emperyalîst her roj girantir dibe û ji bo vê tengaviyê sivik bike di bin navê “birêvebirina krîzê” de polîtîkayên neolîreal dixe dewrê, ku ev polîtîka jî dereweke mezin e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ya ku weke mafên mirovan, demokrasî û ‘serdema azadiyê’ pêşkêşî gelên cîhanê dike, bêkarî, xizanî, birçîbûn, şerê emperyalîst, dagirkerî û barbarî ye. Ev yek ji Latîn Emerîkayê heta bi Asyayê, ji Efrîkayê heta bi welatên Rojhilata Navîn ji aliyê karker, gelên bindest û jinan ve tê dîtin. Li dijî êrîşkarî, dagirkerî û mêtîngeriya kapîtalîst-emperyalîst îsyana gelên bindest her roj zêde dibe.”

Konseya Giştî ya KBDH’ê diyar kir ku şerê dagirkerî, paşverû, mêtingerî û parvekirinê, herî zêde bandorê li jinan dike û destnîşan kir ku di heman demê de têkoşîna azadiyê ya jinan jî weke hêza civakî bi rola pêşengiyê radibe.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Li dijî sîstema kapîtalîst a baviksalar, ji Sûdanê heta Fîlîstînê, ji Perû heta Srî Lankayê û Ekvadorê, ji Efganistan heta Hindistanê, ji Polonyayê heta Arjantînê, ji Meksîkayê heta Kolombiyayê, ji DYE’yê heta Swîsreyê, ji Tirkiyeyê heta Kurdistanê raperîn û berxwedana jinan tirsê berdide dilê sîstemê. Lewma bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê diqewimin; ji bûyerên siyasî yên li nava kapîtalîzmê, emperyalîzmê qut nîne.

Desthilatdariya faşîst di şerê xwe yê mêtingeriyê de ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne, bi derbên li Garê xwar şaş bû. Ji 17’ê Nîsanê û pê ve li Avaşîn, Metîna, Zapê bi piştgiriya PDK’ê hemû kapasîteya xwe ya leşkerî ya teknîkê seferber kir, çekên kîmyewî yên ku li qada navneteweyî sûcê şer e, bi kar tîne. Li Şengalê êrîşî Êzidiyan, li Mexmûrê êrîşê xelkê kampê dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, hikumeta Iraqê, PDK di çarçoveya heman konseptê de tevdigerin.

Bi berxwedana dîrokî ya gerîlayên Kurdistanê re artêşa Tirk a dagirker kete nava fiyaskoyê, xitimî. Ji bo vê rewşa xwe ya xitimî bi kêrî xwe bîne, şerê dagirkeriyê yê li ser Rojava ji nû ve xiste rojevê. Temamiya Sûriyeyê, Rojava û sînorê Iraqê, ji Helebê heta Mûsilê xistiye nava hesabên xwe yên mêtingeriyê. Beriya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê, di pêvajoyekê de ku hilbijartinên giştî û yên serokkomariyê li Tirkiyeyê nêzîk bûne, li pey firsendê ye ku qadên nû dagir bike.

Civîna NATO’yê ya beriya çend rojan nîşan da ku dewleta Tirk a faşîst bi piştgiriya ji hêzên navneteweyî wergirtî wê êrîşan zêde bike.”

Konseya Giştî ya KBDH’ê diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst fatûreya şerê mêtingerî, dagirkeriyê ya li Kurdistanê li karkeran, jinan û ciwanan dibire û got, “Xizanî, birçîbûn, bêkarî, zem, hilweşandin, kuştina jinê, destavêtin, destdirêjî, terora faşîst bûne parçeyek ji jiyana rojane ya gelên Tirkiyeyê. Tirkiye bûye yek ji wan welatan ku bi mafyabûyîn, çetebûyîn, narkotîk, bazirganiya li ser bedan jinan û dejenerebûna civakî tê bilêvkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên têkoşîna demokratîk, şoreşger a rêxistinbûyî dimeşînin, li êrîşkariyeke psîkolojîk a faşîst a serweriya mêr rast tên, di operasyonên qirkirina siyasî de, bi destgîrkirin, girtinê û komkujiyê hewl tê dayin teslîm bêne girtin. Bi dewamî hate gotin, “Li çiyayên Başûr-Bakurê Kurdistanê gerîla bi her cûre teknîkên leşkerî têne qetilkirin, li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî jin ên pêşeng bi rêya balafirên bêmirov ên biçek bi sûîqestê têne qetilkirin.”

Têkildarî têkoşeriya jinan jî wiha hate gotin, “Asta hişmendiya şerê leşkerî û polîtîk ên jinan di wê astê de ye ku xeta berxwedanê dewam bike. Li hemberî têkoşîna azadiya jinê ya ku têk biçe, rejîma faşîst a bi serweriya mêr e. Li ser bingeha pêşengiyê bilindkirina tevlîbûna li têkoşînê, valanehiştina çeperên têkoşînê, dagirtina cihên nobetê wê bibin bersiva herî baş a li dewleta faşîst û Erdogan ê dîktator ku dijminê jinan e.

Li gel polîtîkayên dijminatiya li jinan a desthilatdariya faşîst, pêşî li raperîn û têkoşîna jinan nayê girtin. Li taxan, li kampusan, li febrîqeyan, li kargehan, li malan, gundan li her derê li hev dicivin û ji bo serxistina azadiyê li dijî desthilatdariya faşîst, berxwedan dewam dike.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku serketina têkoşîna azadiya jinê û şoreşa yekbûyî teqez e û hate gotin, “Em jinên ku li eniyên cuda yên têkoşînê bi biryardarî wezîfeyên xwe pêk tînin, li zindanan azadî û rûmeta xwe bi serbilindî li ser piyan dihêlin, ji ber berxwedana wan silav dikin. Em YJA Starê ku ji pêkhateyên KBDH’ê ye ji ber pratîka xwe ya serketî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê, hemû jinên ku pêşengiyê ji parastina şoreşa Rojava re dikin, pîroz dikin. Em ê xwedî li destketiyên xwe derkevin û serketinên nû biafirînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye

Nivîsa Pêş

Di pêşengtiya gerîlayên YJA STAR’ê de 8 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Di pêşengtiya gerîlayên YJA STAR’ê de 8 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Di pêşengtiya gerîlayên YJA STAR'ê de 8 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Meta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji ber nexwaşiyê jiyana xwe dest da

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.