Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3’ê gerîlayan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Dîdar, Ozgur û Zemanî bi jiyana xwe ji me re bûn pêşeng, bi şehadeta xwe re jî ji me re bûn fermana hilanîna tolê û geşkirina têkoşînê."

Edîtor: Nucan Serdoz
04/07/2022 - 13:53
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 14 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3’ê gerîlayan eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan ev daxuyanî da;

“Artêşa Tirk a dagirker ku di encama têkoşîna fedaî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li rojhilatê Zapê derbên giran xwar û xitimî, vê carê hewl da şensê xwe li rojavayê Zapê biceribîne û êrîşên dagirkeriyê ber bi vê qadê ve fireh kir. Ji 25’ê Gulanê roja destpêkirina êrîşên li ser rojavayê Zapê û pê ve hevrêyên me bi rengekî fedaî li ber xwe dan û derbên giran li dijmin xistin. Ev berxwedana ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger destpê kir, hîn jî dewam dike. Hevrêyên me Dîdar, Ozgur û Zemanî bi fîşeka destpêkê ya berdan dijmin re, karakter û rêveçûna vê berxwedanê diyar kirin. Van hevrêyên me ku bi rêbaza fedaî şer kirin û şehîd bûn, bi qasî jiyana xwe bi şerê xwe re jî mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih anîn. Em sozê didin ku têkoşîna wan radestî me kirine bi rengekî ku li wan bê bi ser bixînin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne;

 

Nasnav: Dîdar Harûn
Nav paşnav: Gulistan Akgol
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Dayik-Bav: Halîme-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Hezîrana 2022 / Zap

 

 

Nasnav: Ozgur Memyan
Nav paşnav: Serfiraz Akyuz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Besra-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Gulana 2022 / Zap

 

 

Nasnav: Zemanî Rojhat
Nav paşnav: Mehmet Yavûzel
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Emîne-Fethî
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Gulana 2022 / Zap

 

DÎDAR HARÛN

Hevrêya me Dîdar Harûn ku bi eslê xwe ji Mîdyat a Mêrdînê ye, li Elmanyayê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku li nava malbateke welê mezin bû, ku tevlîbûn û şehîd jê hebû, timî hewl dida rastiya partiyê fêhm bike, bi çanda partiyê bijî û xwe li ser vê bingehê bi pêş ve bibe. Hevrêya me Dîdar hîna biçûk bû, kete bin bandora tevlîbûna kekê xwe Şehîd Harûn Torî ya li nava refên partiya me PKK’ê û sal bi sal têgihişt ku çima tevlî bûye û çima çiyayên azad tercîh kiriye. Hevrêya me tevî ku li Ewropayê mezin bû, ku qaşo sîstema kapîtalîst azadiya şexsî bi rengekî bêsînor pêşkêş dike û navenda lîberalîzmê ye, weke jineke Kurd a berxwedêr ti carî ji rastiya Kurd û Kurdistanê qut nebû. Ji ber ku li xaka pîroz a Kurdistanê mezin nebû, ev yek timî ji bo xwe weke kêmasiyekê dît. Hevrêya me tevlî karên ciwanên şoreşger bû û ciwanên gelê me yên neçarî jiyana li sirgûnê hatine hiştin zane kir û ji bo wan tevlî têkoşînê bike gelekî hewl da. Hevrêya me Dîdar weke ciwaneke Kurd a bi rûmet ku serî li ber kapîtalîzmê netewand, her ku têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê a bi felsefeya Rêber Apo nas kir, hîs kir ku gihîştiye nasnameya xwe ya rasteqîn. Berevajî gelek mirovan jiyana li navenda kapîtalîzmê, derfetên sîstemê weke şoreşgerekê red kir û tercîha xwe li aliyê têkoşîna mirovahiyê ya Rêber Apo danî û sala 2017’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ku li Elmanya û Emerîkayê di asta zanîngehê de perwerde dît, li zanîngehê beşa felsefeyê xwend û tevî zimanê xwe yê dayikê bi zimanê Elmanî, Îngilîzî, Spanî û Tirkî baş zanî bû. Di demekê de ku gelek mirov mîna ji webayê bireve ji welatê xwe direve, penaber dibe û li ser rêyên penaberiyê perîşan dibin, hevrêya me Dîdar berê xwe ji modernîteya kapîtalîst zîvirand û ber bi welatê xwe û gelê xwe, ber bi çiyayên Kurdistanê bi rê ket. Hevrêya me ku bala xwe gelekî li ser felsefeyê bû, her ku pirtûkên Rêber Apo dixwend, hîn bi xurtî bû xwedî hişmendiyeke dîrokê, felsefeya Apoyî fêhm kir, hem jî têgihişt ku xeta jiyana nû ya ku bi pêşengiya jinê Kurd ji aliyê Rêberê me ve hatiye afirandin yekane rêya rizgariya mirovahiyê ye. Bi vê têgihiştinê bêteredût û bi xurtî tevlî bû.

Hevrêya me Dîdar roja tevlîbûna li nava refên gerîla weke jinûve bûyîna xwe pênase kir û li çiyayên Kurdistanê ku hesreta wê bû her kêlî bi wateyeke mezin derbas kir. Li Botanê gerîlatî kir, bi vî rengî pratîkeke serketî nîşan da û bi kedeke mezin hewl da di şexsê kekê xwe Şehîd Harûn Torî de li ser xeta têkoşînê ya şehîdên nemir xwe kûr bike û di demeke kurt de gelekî bi pêş ket. Hevrêya me Dîdar xeta tevlîbûnê û jiyana bi milîtanî ya PAJK’ê ji xwe re kir esas, li qada leşkerî xwe bi pêş ve bir û ji bo bibe bersiv ji pêwîstiyên demê re bêrawestan kar kir. Bi têkiliyeke xurt bi xeta hevrêtiyê ya PKK’ê re hate girêdan û kedeke mezin da her hevrêyên xwe, bû parêzvan û pratîkvaneke rasteqîn a jiyana bi milîtanî û xeta hevrêtiyê ya pîroz.

Hevrêya me bû şervan û fermandareke mînak a YJA Starê ya gerîlatiay dema ku bi ji aliyê Gerîlatiyên Azad ên Kurdistanê ve bi fedaîtî û geşkirina têkoşînê hatiye afirandin. Hevrêya me kûrbûna xwe zêde kir, xeta fedaîtiyê di şexsê xwe de şênber kir û tevlî karên Hêzên Taybet bû. Hevrêya me Dîdar bandoreke mezin li her hevrêyên xwe kir û bi kesayetiya xwe ya ji dil cihê xwe di dilê hemû hevrêyan de girt. Ji kêliya destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a mêtinger û pê ve tevî hevrêyên xwe cihê xwe di çeperên şer de girt û bû yek ji wan hevrêyên me ku fîşeka destpêkê li dagirkeran xist. Hêrsa xwe ya li dijî mêtingeran veguherand enerjiya şer û jiyana bi milîtanî û tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêya me Dîdar weke milîtaneke leheng a felsefeya Rêber Apo bi rengekî fedaî jiya û şer kir û li ser şopa şehîdên pîroz mîrateya şoreşgerî afirand. Mîrateya şoreşgerî ya hevrêya me Dîdar wê di têkoşînê de timî rêya me ronî bike.

OZGUR MEMYAN

Hevrêyê me Ozgur li nava malbateke welatparêz li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû ku vê herêmê bi serhildanan silav da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û ji roja destpêkê ya têkoşîna me ve di xeta welatparêziyê de bê sînor piştgirî da. Li dijî êrişên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger, di nava serhildanên gelê me de mezin bû û ji zarokatî ve dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Tevî hewldanên sîstema mêtinger ku dixwaze ciwanên Kurd nezan bike û ji koka wan qut bike, hevrêyê me Ozgur rêya têkoşînê danî ber xwe û sala 2014’an li Amedê li cihê lê ji dayik bû tevlî nava refên gerîla bû, ji wir jî derbasî herêma Botanê bû û dest bi karê destpêkê yê gerîlatiyê kir. Di nava şert û mercên herî giran de bû xwedî îradeyeke xurt, di demeke kurt de tecrûbeyên mezin wergirt û di di jiyan û tevlîbûna xwe de zû bi hevrêyên xwe re bû yek. Li dijî êrîşên ji bo tunekirina hêviyên azadiyê yên gelê me ku bi ronahiya felsefeya Rêber Apo dimeşe, derbasî Şengalê bû û tevî hevrêyên xwe li dijî çeteyên faşîst şer kir. Hevrêyê me Ozgur bi taybetmendiyên xwe yên xurt ên şervanî û fermandariyê timî li pêş bû. Tevî ku birîndar bû bi îradeyeke mezin zû rehet bû û careke din vegeriya eniya şer, têkoşîna xwe bênavber dewam kir. Di gelek kar û qadên cuda de ma, ji aliyê leşkerî ve xwe pispor kir û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi vî rengî di nava hevrêyên xwe de bû milîtanekî Apoyî yê tê hezkirin û hurmet jê re tê nîşandan. Ji bo bibe nûnerekî rasteqîn ê xeta şehîdan û hevrêyê Rêberê me, timî kûr dibû û ev kûrbûna xwe jî derbasî pratîkê kir, bi vî rengî bû hêz û moral ji hevrêyên xwe re.

Her tim pirsa ‘Ez çawa dikarim hîn zêdetir û bi xurtî tevlî bibim’ li xwe dikir û li ser vê bingehê xwe kûr dikir. Ruhê PKK’ê ku tevgereke fedaî ye pejirand û xiste meriyetê. Hevrêyê me Ozgur ku bi fedaîtî jiya û şer kir, li ser bingeha kûrbûnên xwe beşdarî saziya me Hêzên Taybet bû, kete nava kûrbûneke xurt û xwe jinûve afirand.

Hevrêyê me Ozgur bi kesayetiya xwe ya wêrek, bi îsniyatîf, bi tevger û dilgerm her tim li pêş bû û pêşengî ji hevrêyên xwe re dikir. Bi pêşvebirina xwe re her wiha tecrûbeyên xwe ji hevrêyên xwe re radigihand. Ji roja destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê ya dewelta Tirk a dagirker û pê ve li eniya şer cih girt û bêrawestan li çeperan şer kir, bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêyê me Ozgur tevî hevrêyên xwe rê neda dagirkerî û dagirkeran û ji bo paşeroja azad a gelê me, ji bo berpirsyariya xwe ya ji bo bi hezaran ciwanên Kurd ên bi rûmet ên xwîna xwe rijandine, ji bo berpirsyariya ji Rêberê me û gelê me, kete nava hewldanên mezin. Xeta jiyan û şerê bi milîtanî ya hevrêyê me Ozgur ku ewladê leheng ê Kurdistanê ye, wê timî rêya me ronî bike.

ZEMANÎ ROJHAT

Hevrêyê me Zemanî li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li gundê Şewranê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku ji kevneşopiya malbateke dilsozê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, hevrêyê me Zemanî bi çanda welatparêziyê mezin bû. Ji ber vê yekê jiyan û armancên wî timî li dora tevgera azadiyê bû. Polîtîkayên dijmin ên ji bo asîmîlekirina gelê me û qirkirinê fêhm kir, destpêkê bi hestewarî jî be nerazîbûn nîşan da û li ber van polîtîkayan rabû. Bi demê re ev nerazîbûna xwe ya hestewarî gihand asta têgihiştinê û baweriya xwe bi wê anî ku polîtîkayên qirkirinê tenê bi têkoşînê dikarin bêne têkbirin. Hevrêyê me Zemanî li ser vê bingehê kete nava lêgerînan û destpêkê beşdarî hin karan bû, lê dît ku têkoşîna li nava sîstemê heta astekê ye û bersivê nade azadiya gelê me. Lewma xwest tevlî karekî bibe ku karibe hîn bêhtir têbikoşe û gelê me nêzî azadiyê bike. Hevrêyê me Zemanî bûyerên li derdora xwe ji nêz ve şopand, bi rengekî rast şîrove kir û encam jê wergirt. Bi taybetî piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, trajediya gelê me ji nêz ve dît û vê yekê zelal kir ku hevrêyê me Zemanî di kîjan astê de têbikoşe. Gihîşt wê baweriyê ku faşîzma DAÎŞ’ê ya ku bi komkujiyan û rêbazên nemirovane êrîşî gelê me dike û dewleta Tirk a qirker ku piştevaniyê ji DAÎŞ’ê re dike, tenê bi rêya têkoşîna çekdarî dikare bêne têkbirin.

Ji bo vê jî sala 2015’am tevşô mava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û hewl da bersivê bide pêwîstiya azadiyê ya gelê me. Piştî demeke kurt a perwerdeyê cihê xwe li eniyê girt û bi biryardarî û wêrekiyeke mezin li dijî çeteyan şer kir. Hevrêyê me Zemanî ku aliyê wî yê leşkerî timî li pêş bû, bû xwedî pratîkeke serketî û mînak ji hevrêyên xwe re. Di pêvajoya şer de tevî ku bi giranî birîndar bû, ji têkoşînê bi gavekê jî vengeriya. Bi tecrûbeyên ji şer wergirtî ji bo şerê me yê azadiyê hîn bi encamgirî bimeşîne gihîşt wê baweriyê ku divê her şervan di perwerdeya pisporiyê re derbas bibe. Ji ber vê jî ew bi xwe tevlî pêvajoyên perwerdeyê bû û bû gerîlayekî profesyonel. Dûre jî tevlî hin karên krîtîk bû û di pêşvebirina şerê me yê azadiyê de bû xwedî kedeke girîng.

Hevrêyê me bi kedkariya xwe ya li nava jiyanê, bi sekna xwe ya fedakar û bi afirîneriya xwe ya di her karî de bû mînak ji hevrêyan hemûyan re. Pitşî vê pratîka serketî hevrêyê me Zemanî têkoşîna hevrê Zinar û Doga lêkolîn kir ku fermandarên me yên fedaî ne û kete bin bandora têkoşîna van hevrêyan. Mîna van fermandarên me wî jî dixwest xwe di nava azadiyê de bihelîne û bi vê kûrbûnê tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Zemanî ku heta dawiyê dilnizm bû, tevî ewqas serketinên bi dest xist, timî xwe li pêşberî şehîdan û Rêbertî kêm didît û hewl dida hêjayî wan bibe. Navê pismamê xwe Zemanî (Mehmet Yavûzel) li xwe kir, ku hevrêyê me Zemanî di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de li jêrzemînên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi hovane hate şewitandin û şehîdxistin. Di şerê azadiyê de bi enerjiyeke bêdawî têkoşiya û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dijmin ku li rojavayê Zapê da destpêkirin, hevrêyê me Zemanî cihê xwe di nava komên destpêkê de cih girt ku dest li dagirkeran werdan û mîna hevrêyên xwe yên din derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Zemanî ku mînaka durustî, jidilbûn û wêrekiyê bû, di vî şerî de bi rengekî çalak û fedaî şer kir û bû yek ji milîtanên pêşeng ku xeta şer diyar kir. Li deşta Pirsûsê ma û da ser şopa ji kadroyên pêşeng û efsanewî yên partiya me PKK’ê hevrê Zemanî (Mûstafa Gezgor) û herdu hevrêyê me Zemanî bûn ew leheng ku destpêkê ciwanên Pirsûs û Riha hemû ciwanên Kurdistanê ji xwe re bikin mînak. Bi vê taybetmendiya xwe cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girtin.

Hevrêyên me Dîdar, Ozgur û Zemanî bi berxwedana fedaî ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dijmin, gelê me bi gaveke din nêzî azadiyê kir. Hevrêyên me bi jiyana xwe ji me re bûn pêşeng, bi şehadeta xwe re jî ji me re bûn fermana hilanîna tolê û geşkirina têkoşînê. Em sozê didin ku xwedî li mîrateya têkoşînê ya hevrêyên xwe derdikevin û di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jendermeyan êrîş birin ser gundiyan – Gelek les birîndar bûn

Nivîsa Pêş

Gerîla leşkerên dagirker tarûmar kiriye – 9 dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîla leşkerên dagirker tarûmar kiriye – 9 dagirker hatin ceza kirin

Gerîla leşkerên dagirker tarûmar kiriye - 9 dagirker hatin ceza kirin

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar bê navber di roja xwe ya 483'an de dewam dike

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.