Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Nefesa faşîzmê

Edîtor: Nucan Serdoz
25/06/2022 - 0:09
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li girtîgehan çi diqewimin?
ParvekeTweet

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di rojên giran re derbas dibe. Li aliyekî qeyraneke aborî heye û her tişt buha bûye. Êdî kes nema dikare debara xwe bike. Ev yek, encama şer e. Heman rewş li gelek deverên cîhanê jî heye. Ew jî encama şerê li Ûkrayna ye. Yên ku îro şerê li Ûkrayna bi rê ve dibin û dibin sedema vî şerî Emerîka û Ewrûpa ne. Heman tişt ji bo Tirkiyê jî lê ye. NATO îro şerê Kurdan dike. Dewleta Tirk bi çekên NATO´yê êrişî Kurdan dike. Şervanên Kurd bi çekên NATO´yê tên qetilkirin. Dewleta Tirk çiqas sîlehên qedexe û çekên kîmyewî hebin, li dijî Kurdan bi kar tîne. Yê ku rê li ber vedike jî NATO ye. Emerîka û Ewrûpa rê li ber komkujiyan vedikin. Dewleta Tirk ango Erdogan bi saya van hêzan êrişî Kurdan dike. Heger destûra wan nebe wê Erdogan newêribe.

Îro li dijî gerîlayên Kurdistanê her rê û rêbazên qirêj tên bikaranîn. Lê dîsa jî ti encam bi dest nexistine. Ji ber vê yekê, dîn û har dibin. Lewma jî hevkarên faşîzmê dikevin dewrê. Li aliyekî partiyên dewletê, li aliyê din hêzên derve û nokerên wan. Partiyên dewletê wekî ku li dijî Erdogan û Bahçelî bin tevdigerin û li Tirkiyê rewşeke demokrasiyê diafirînin. Lê esas, yê ku faşîzmê li ser piyan dihêlin û nefesê didin faşîzmê, ew in. CHP jî bi heman rengî ye. Her ku AKP dikeve tengasiyê, CHP riyekê jê re dibîne. AKP bi saya CHP’ê li ser piyan disekine. Qaşo qala muxalefetê dikin, lê muxalefet li Tirkiyê tineye. Tenê HDP li dijî faşîzmê li ber xwe dide. Partiyên din ên dewletê nefesa faşîzmê ne. Weke ku li Tirkiyê muxalefet û demokrasî heye nîşan didin. Bi vî rengî xelkê dixapînin. Esas, lîstikeke dewleta kûr e.

Meseleya wan ango derdê wan tinekirina demokrasiyê ye. Yanî têkbirina HDP’ê ye. Çêbûna ewqas partiyan û tifaqên wan, parçekirina dengên HDP’ê ye. Derdê wan HDP ye. Ev siyaseteke dewletê ye. Dewleta Tirk bi salan e ku Kurdan qetil dike û welatê wan talan dike. PKK jî li ber vê zilmê radibe û Kurdan diparêze. Dewlet jî ji ber vê yekê ye ewqasî dijminatiyê li PKK’ê dike. Pirsgirêka dewleta Tirk bi Kurdan re heye. Beriya PKK’ê jî ev wilo bû, niha jî wilo ye.

Ji bo têkbirina vê dewleta faşîst, gerîlayên Kurdistanê di bin bombebaranê û çekên kîmyewî de şer dikin. Her roj qehremaniyan nîşan didin û canê xwe feda dikin. Li Zap, Avaşîn û Metîna destanan dinivîsin. Ev şerê ku gerîlayên Kurdistanê dikin, di heman demê de ji bo demokrasiya li Tirkiyêye jî. Bi vê berxwedanê re ev dewlet neçar e ku xwe biguhere. Heger ne ji vê berxwedanê bûya, dewlet  ewqasî nediket zorê. Bi ketina tengasiyê re neçar e ku hin guhertinan bike. Heger ne wilo be, wê faşîzma xwe dijwartir bike û destûrê nede ku kes nefesê bigire. Gerîla nefesa civakê ye. Bi saya wan gerîlayên leheng, dewlet hesabê civakê dike. Bi saya wan gerîlayan dewlet hesabê Kurdan dike.

Heger civaka li Tirkiyê û gelê Kurd dixwazin dawî li vê faşîzmê were, divê ji bo têkbirina wê bixebitin. Faşîzm bi serê xwe têk naçe. Heger berdêl neyê dayîn û xebat neyê kirin, faşîzm wê her daîm li ser kar be. Dewleta faşîst ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe hesabên mezin û kûr dike. Bi her alî re têkiliyan datîne û hêzên navnetewî dixe dewrê. Kurd jî divê hay ji vê hebin. Ji bo têkbirina vê faşîzmê divê derba xwe ya dawî lêxin. Ew divê faşîzmê û hevkarên faşîzmê teşhîr bikin. Bi vî rengî civak dikare nefesê bigire. Bi serî tewandin û bêdengiyê re çareserî nayê. Çiqas bêdengî hebe ewqasî dijwar dibe ev faşîzm. Dema ku har dibe, êrişî her derê dike û ti sînoran nas nake. Gefên li dijî Rojava û êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê mînakên wê ne. Heger civak cesaretê bide xwe û rabe ser piyan, dawiya vê zilmê wê were. Divê êdî destûr ji vê faşîzmê re neyê dayîn. Yên nefesê didin vê faşîzmê jî werin teşhîrkirin.

 

 

Aslan Aslan Nivîsandî…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Propaganda û ajîtasyon

Nivîsa Pêş

Avaşîn Miso: Em ji bo danasîna fikrên Rêber Apo û şoreşê ve dixebitin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Avaşîn Miso: Em ji bo danasîna fikrên Rêber Apo û şoreşê ve dixebitin

Avaşîn Miso: Em ji bo danasîna fikrên Rêber Apo û şoreşê ve dixebitin

HPG: 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

HPG: 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Manşet

  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin
  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin
  • Belavkirina Belavokan Li Cenevreyê Beriya Meşa Dirêj a 7ê Sibatê
  • Meşa Mezin a Ji Bo Rojava Li Hamburgê
  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG`ê li Wanê wesayîta leşkerî ya artêşa dagirker rûxand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET – Artêşa tirk a dagirker têk diçe: Gerilla di meha Gulanê de 139 leşkerên dagirker kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şengal dê destûr nede fermaneke din: Nobed di roja 99’an de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şerê Gelê Şoreşgerî – Ciwanên Rojavayê Kurdistanê perwerdeya xweparastinê dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo ji bo Azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Wê Meşa “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” li dar bixe- hat nû kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.