Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Pêxîrtengî û Pirsgirêkên Di Civaka Rojhilata Navîn De

Edîtor: Nucan Serdoz
24/06/2022 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
DI TIRKIYÊ DE PARTÎPARÊZIYA ÎFLAS KIRÎ Û  LÊGERÎNÊN AVAKIRINA PARTIYÊN NÛ I
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…

Pêxîrtengî yan jî tengaviyên civakî demên sîstem nikare xwe dewam bike îfade dikin. Pirsgirêk li gorî têgîna xwe zêdetir xwedî maneyeke giştî ye. Pêxîrtengî zêdetir xwedî karektereke dewrewî ye, lê pirsgirêk di bûyer, diyarde, têkilî û saziyan de rojane diqewimin. Pêxîrtengiyên di nava heman sîstemê de weke ‘konjonkturel’ tên binavkirin, ji pêxîrtengiya sîstemê bi xwe re jî têgîna ‘avahî’ tê bikaranîn. Sedemên pêxîrtengiyên civakî pirralî ne. Pêxîrtengiyên ji ber qadên siyasî, ekonomîk û demografîk hene, her weha yên sedema wan jeobiyolojîk jî hene. Civakên di nava wan de hiyerarşî û dewlet (bi giştî saziyên desthilatdariyê) pêş neketine bi giranî jeobiyolojîk in. Erdhejeke xwezayî yan jî hişkesalî dikare rê li ber pêxîrtengiyeke ciddî ya civakî veke. Bi awayekî kes ne li bendê hawîrdor xira bibe, encamên wê, wê bi heman rengî bin. Çawa ku şêniyên zêdebûne û nikarin xwe xwedî bikin, şêniyên hejmara wan kêmbûyî jî dikarin bibin sedema pêxîrtengî û tengaviyê.

Kengî misêwa rêjeya karê ya bi teknîka şer an jî bi amûrên malî, bazirganî û îndustriyê tê kirin, kêm dibe, hingî pêxîrtengiyên çavkaniya xwe desthilatdarî ne, pêk tên. Lêçûna şer kengî ji hatina wî bibihure û eger ev yek bi amûrên din tedarik nebe, pêxîrtengî û tengaviya civakî bivê nevê wê pêk bê. Wexta ku rêjeya karê ya yekdestdarên pîşesazî, bazirganî û malî li ser piyaseyan timî kêm bibe û eger ev rêjeyên karê bi şerên nû şûna wan neyê dagirtin, pêxîrtengî û tengaviyên nava sîstemê ferz dibin. Pêxîrtengiyên çavkaniya wan konjonktur e (di sîstemên kapîtalîst de bi giştî demên pêxîrtengiyan di navbera 5 û 100 salî de diguherin), eger zêde dirêj bikudînin vediguherin pêxîrtengiya sîstemîk. Êdî di bin sîstemê de civak nikarin dewam bikin. Avahiya sîstemê belav dibe û ji bo ku avahiyên nû yên sîstemîk pêş bikevin, rewşeke kaotîk derdikeve holê. Di nava hêzên civakî de yên li gorî amadekariyên xwe yên îdeolojîk û avahiyê xwediyê bersiveke pêşketî bin, di avakirina sîstema nû de mîsyon an jî şensê rola sereke digirin, bi dest dixin.

Pirsgirêka belavbûna her sîstemê û li şûna wê avakirina ya nû, di têgihiştina zanista pozîtîvîst de rê li ber binavkirinên çeloxwarî vekiriye. Nexasim têgihiştinên dîrokê li ser xeteke rast digirin dest bi têgihiştineke nû ya çarenûswarî hewl didin şêweyên nû yên civakan destnîşan bikin û van hewldanan encamên gelekî neyênî dane. Eger mirov xwezayeke gelekî tevlîhev a mîna civakê bi xebatên muhendisî bi proje bike, di tevahiya dîrokê de bihêlin bibe çare, vê yekê pêxîrtengî hînê zêdetir kûr kirine. Çi nêzîkatiyên metafizîk (Îslam, Xirîstiyan, Hindû hwd.), çi jî nêzîkatiyên pozitîvîst (netewe, ekonomî, huqûq) bi tevahî diçin ser heman riyê. Hetta mirov dikare bibêje; rêbazên pozitîvîst weke ku di diyardeya faşîzmê de derdikeve holê, ji pêxîrtengiyê wêdetir rê li qirkirinên civakî vedikin. Mirov dikare bibêje; piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di encama şoreşên felsefî û zanistî de li ser mijara xwezaya civakî guftûgoyên zêdetir hûrûkûr hatin kirin. Bilêvkirina ekolojî, femînîzm, çand û demokrasiyê ji bo rohnîkirina xwezaya civakî kêrhatî ne, dihêlin ku mirov derfet û îmkanên çareseriyê rast diyar bike û şensê çareseriyê zêde bike.

Teoriya Marksîzmê ya pêxîrtengiya kapîtalîst herçend diyardeyê resim neke jî çareseriya li bendê ye, her dema diçe nêzî wê nabe, zêdetir jê dûr dikeve. Ev rewş bi qasî ku bi nasîna çewt û kêm a xwezaya civakê ve têkildar e, ewqasî jî bi modelên çareseriyê yên hatin pêşniyarkirin re têkiliya xwe heye, ji ber ku modelên çareseriyê yên hatin pêşniyarkirin ji utopîkbûnê wêdetir ti maneyê îfade nakin. Ji vê jî xirabtir, amûr û rêbazên çalakiyê yên hatin pêşniyarkirin bivê nevê ketin pozîsyonekê ku ji xurtbûna kapîtalîzmê re xizmet kirin. Dîrok di vê mijarê de bi çareseriyên xeyalî û perpitînên bêhevî yên dawî li wan nayê, tijî ye. Di mijara çareyan û pêxîrtengiya civakî de tevahiya dîrokê, rastiya herî girîng ew e ku divê mirov çalakiya zanîna encamê hûrûkûrtir bike; pêdiviya bi vê his bike. Felsefe û zanist, heta huner û dîn di vê çarçoveyê de ji bo ji pêxîrtengiyên giran ên civakî re bersivekê bibînin pêşketine.

Karekterê pirsgirêkên civakî cuda ne. Bêguman di çarçoveya çavkaniya wan a mêtinkarî û desthilatdariyê de aliyên wan ên hevpar hene. Lê aliyekî wan ê cuda heye, ew jî ew e ku timûtim rojane diqewimin. Herweha ya ji bo hin kom û ferdan pirsgirêk e, ji bo hin ferd û koman çareserî ye. Ji bo pêxîrtengiyê ev xusûs hînê giştî ye. Bi tevahî beşên civakî ji pêxîrtengiyan bi awayekî neyênî bi tesîr dibin. Lê hin dijminên civakî yên marjînal dikarin di encama pêvajoyê de feydeyê bikin. Eger çavkaniya xwe ji derve nebe, pirsgirêkên civakî bi awayekî bingehîn çavkaniya xwe ji mêtinkarî û zordestiya kulmozên desthilatdariyê ne. Jin ji nêregiya mêr û hiyerarşiya wî, kole ji efendiyê xwe, gundî ji axayê xwe, memûr ji amîrê xwe, karker ji patronê xwe, bi tevahî civak ji amûrên mêtinkarî û zordestiya yekdestdariya desthilatdaran bi awayekî neyênî bi tesîr dibin. Zirar li wan dibe, têne mêtin; dibin mexdûrê êşkence û zordestiyê. Di encamê de wê hemû pirsgirêkên civakî bibînin. Ya ku yekdestdarên desthilatdarî û mêtinkariyê weke çareseriyê pêşkêş dikin jî şêweyên şidandîtir ên desthilatdarî û rêbazên mêtinkariyê ne. Ji ber vê sedemê ye ku şêweyên mêtinkarî û dewletê timî pêş dikevin. Li hemberî vê rewşê jî timî berxwedan, serhildan û şerên dijber hene. Ji ber ku gelek caran dikevin ber balkêşiya mêtinkarî û mentiqê desthilatdariyê, encam mîna ku çarenûsekê be, bi awayekî herî bêrûmet li bin pirsgirêkên mêtinkarî û zordestiyê jiyan e. Dîroka şaristaniya dewletdar, bi awayekî din, mirov dikare bibêje; ew dîrok e ku rêbazên mêtinkarî û zordestiyê timî xwe nû dikin û pêşde dibin, li hemberî vê jî dijberên li ber xwe didin, azadî û felsefeya wekheviyê û çalakiya wê pêşde dibin.

Civakên Rojhilata Navîn di tevahiya dîrokê de ji parçeyê mirovatiyê û yên herî zêde bûne xwedî pirsgirêk û ketine tengavî û pêxîrtengiyê ne. Bêguman sedema vê ya bingehîn ew e, di tevahiya demekê de ku ji pênc hezar salî zêdetir e, misêwa di bin mêtinkarî û zordestiya şaristaniya navendî de neçar man. Li ti devera dinyayê şêweyekî mêtinkarî û zordestiyê bi vî awayî zêde û dewamî bi vî rengî nehatiye dîtin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 24’Ê PÛŞPERA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîla – Beriya kuştina dijminê derve, divê dijminê hundir were kuştin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – Beriya kuştina dijminê derve, divê dijminê hundir were kuştin

Ji Pênûsa Gerîla - Beriya kuştina dijminê derve, divê dijminê hundir were kuştin

Li Başûrê Kurdistanê cinayetên siyasî

Şoreşa Sedsalê

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.