Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Alan Malazgirt: Dijmin dixwaze zû encam bi dest bixe, lê gerîla rê li pêşiya wan digre

Ji fermandarên Pêngava Bazên Zagrosê Alan Malazgîrt şerê li Zap, Metîna û Avaşînê nirxand û got, "Heta niha me ji nuqteyên xwe yên stratejîk bi paş ve gav neavêt. Li hin deveran şerekî giran diqewime jî kontrol di destê me de ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
21/06/2022 - 10:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Alan Malazgirt: Dijmin dixwaze zû encam bi dest bixe, lê gerîla rê li pêşiya wan digre
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Ji fermandarên Pêngava Bazên Zagrosê Alan Malazgîrt şerê li Zap, Metîna û Avaşînê ji ANF’ê re nirxand.

Malazgîrt diyar kir ku ew ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên di 17’ê Nîsanê de destpê kirin re amade bûn û got, “Me texmîn kiribûn ku wê îsal bi vî rengî êriş bikin û amadekariyên xwe jî li gorî vê kiribû.”

Alan Malazgîrt anî ziman ku liv û tevgera wan a îsal mîna 5-6 sal berê nîne û got, “Ji Werxelê heta Çiyayê Reş xwestin ku bi 30-36 kîlometreyî bi pêş ve biçin. Ji aliyê Başûr ve jî nêzî 20-25 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Xwestin ku leşkeran deynin ser nuqteyên stratejîk ên li van herêman û lê bi cih bibin. Armanca esasî ya dijmin bi vî rengî bû. Dijmin li qadeke gelekî berfireh êriş kir; bi bombardûmana bi balafiran û bikaranîna teknîka pêşketî xwest ku zexta psîkolojîk bike û hedefê bêbandor bike. Lê belê me ev hemû hesab kiribûn. Dijmin xwest piştî bombardûmana bi balafiran leşkeran li herêmê deyne. Lê belê çend rojên destpêkê nekarî vê bike. Hêzên me yên li ser giran bi tundî bersiv dan. Ji ber vê yekê jî dijmin nekarî bi hêsanî leşkeran li herêmê deyne.

JI ALIYÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VE DEST BI ÊRIŞAN KIRIN

Karîbû ku tenê li çend cihan leşkeran deyne. Li Kurojahro, Karker û Werxelê çend caran leşker danîn. Lê belê cihên ku leşker lê danîn dûrî qadên me yên din bû. Ji ber ku ev herêm gelekî berfireh e. Lê belê nekarî leşkeran li cihên stratejî deynin. Ev armanca xwe nekarîn bi ser bixînin. Gelek helîkopteran derb xwarin, hinek ji wan jî dibe ku ketibin. Ji ber şert û mercên şer me nekarî vê mijarê zelal bikin. Hevalan ji xwe helîkopterek li Ertûşê xistin. Dijmin ji bo wan deverên stratejîk bi dest bixe hefteyekê hewl da, lê nekarî. Piştre rêbaza xwe guhert. Bêguman me hesabê vê jî kiribû. Dijmin vê carê ji Başûrê Kurdistanê dest bi êrişê kir. Ji ber ku derfetên xwe nema bû ku bi êrişên hewayî herêmê bi dest bixe. Li ser vê yekê ji bejahî ve dest bi êrişê kirin. Li gelek herêman di navbera hêzên me û leşkeran de şer qewimî, ev şer hîn jî dewam dike. Dijmin bi top, balafirên şer, keşif û ji bejahî ve li hin deveran xwe nêzî hevalan kir. Lê belê her ku dijmin ji bejahî ve bi pêş ve çû, hevalan li wan dan. Li hin deveran şer hîn jî dewam dike.”

‘DIJMIN HÊZÊN XWE LI QADEKE BERFIREH BI CIH KIRIYE, EV JÎ HEDEFÊN ME ZÊDE DIKE’

Fermandar Alan Malazgîrt destnîşan kir ku ew hêzeke ji rêzê nînin û got, “Em tevgereke gerîla ne. Ji bilî hevrêyên me yên li tunelên şer şer dikin, tîmên me hene ku li kûrahiya qadê tevdigerin. Ev tîmên me artêşa Tirk ber bi kûrahiyê ve dikişînin û hem derbê lê dixin hem jî tunelên me yên şer diparêzin. Dijmin hêzên xwe li qadeke berfireh bi cih kir. Vê yekê jî hedefên ji bo tîmên me yên bi tevger zêde kir. Ev jî ji bo me bû avantaj. Dijmin li gorî xwe dibêje ‘me qonaxa destpêkê qedand’, lê belê ev rast nîne. Qonaxa ku dijmin weke qonaxa duyemîn pênase dike ji bo me avantajên gelekî mezin afirand. Em ê vê avantajê hîn baştir bi kar bînin. Tîmên me yên bi tevger hem ji başûr hem jî ji bakur wê bêhtir çalak bibin. Bi vî rengî em ê tevbigerin ku xisareke hîn mezintir bigihînin dijmin. Ev şer nêzî 50 roj in dewam dike. Şer bi temamî di bin kontrola me de ye û em sîstema xwe bi cih tînin. Ji bo kontrolê ji dest nedin û li her derê dijmin têk bibin em hîn bêhtir hewl didin. Bila kes bi propagandaya dijmin bawer neke. Gotinên ‘serketinê’ yên dijmin rast nînin. Ev yek di bîlançoyên rojane yên HPG’ê de jî tê dîtin.”

‘DIJMIN DIXWAZE ZÛ ENCAM BI DEST BIXE, LÊ EM RÊ LI PÊŞIYA WAN DIGRIN’

Alan Malazgîrt got, “Dijmin ji bo tîmên me yên bi tevger bêbandor bike xwest ku şer li eniyekê giran bike. Lê belê ev wê nebe. Tîmên me wê li her qada ku dijmin lê ye çalak bibin. Wê bikin ku dijmin hîn bêhtir windahiyan bide. Mîna ku me got, dijmin cihên ku xwe gihandiye dixwaze bi teknîkê xurt bike û bi pêş ve biçe. Lê belê cografya herêmê rê nade vê yekê.

Me heta niha di rêbazên xwe yên şer û çalakiyan de gelek guhertin kir. Ev guhertin wê dewam bike. Eşkere ye ku ev şer wê dewam bike. Lewma me em ê xwe ji bo şerekî bi vî rengî amade bikin. Dijmin dixwaze zû encamê bi dest bixe. Em ê nelezînin û nehêlin ku dijmin tiştekî bike. Em ê şer li tevahiya xakê belav bikin. Rewş bi vî rengî ye.”

‘EMÊ ŞER BI RÊ VE BIBIN’

Fermandar Alan Malazgîrt destnîşan kir ku şer hêsan nîne û got, “Bêguman berdêlên xwe, zehmetiyên xwe hene. Di vî şerî de windahiyên me yên cidî nîne. Windahiyên me jî li wan qadan çêbûn ku dema hevrêyên me dest li dijmin werdidan. Bêguman di şer de kêmasî jî dibe. Lê belê em ê li ser van kûr bibin. Em ê ne li gorî dilê dijmin şer bikin, em ê şer li gorî xwe bi rê ve bibin. Em ê li kûrahiya şer, bi tîmên bi tevger têbikoşin. Hevalên me li xeta kurojahro, Çiyayê Reş, Werxelê, Karker û Şikefta Birîndara her roj çalakiyan dikin. Eger ruh û performansa şer nebûya ewqasî çalakî nedihate lidarxistin, hêza me ya çalakiyê wê nebûya. Pêkhatina ewqas çalakiyan tê wê wateyê ku tîmên me û yekîneyên me hemû xwedî performansa şer in. Lê belê dîsa jî em vê yekê têrker nabînin. Bi esasî ev yek ji bo me hîn destpêk e.”

Alan Malazgîrt got, “Her devera ku dijmin dagir kiriye ji bo me qada çalakiyê ye. Hevalên me ji xwe çalakiyan dikin. Ji niha û pê ve wê di branşên xwe de taktîkên nû pêk bînin û şer bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mûrat Karayilan: Berxwedana gerîla hêviya azadiya Kurdistanê xurt kiriye

Nivîsa Pêş

Dûran Kalkan: Gerîla li ser xeta şehîd Zîlan e

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dûran Kalkan: Gerîla li ser xeta şehîd Zîlan e

Dûran Kalkan: Gerîla li ser xeta şehîd Zîlan e

“Tecrîd sûcê mirovahiyê ye – Tecrîd îşkenceyekî spî ye”

"Tecrîd sûcê mirovahiyê ye - Tecrîd îşkenceyekî spî ye"

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.