Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KBDH: Li dijî mêtîngerî û dagikeriyê rabûna jinan ya ser piyan bersiva herî rast e

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) diyar kir ku dewleta Tirk sed sal bi şûn de rû bi rûyê ‘pirsgirêkeke mezin a bekayê’ ye û destnîşan kir ku ew ê rê nedin dagirkeriyê.

Edîtor: Nucan Serdoz
15/06/2022 - 19:34
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KBDH: Li dijî mêtîngerî û dagikeriyê rabûna jinan ya ser piyan bersiva herî rast e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku dewleta Tirk sed sal bi şûn de rû bi rûyê ‘pirsgirêkeke mezin a bekayê’ ye û destnîşan kir ku ew ê rê nedin dagirkeriyê.

Daxuyaniya nivîskî ya Konseya Giştî ya KBDH’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk dikeve sala 100’emîn a ava kirina netewedewletê. Ji bo avakirina neteweyekê bi tenê gelên qedîm ên vê axê qetil kirin, dest da ser mal û milkê wan, hewil da ku wan tune bike, zimanê wan bide jibîrkirin. Lê piştî sed salan niha rû bi rûyê ‘pirsgirêkeke mezin a bekayê’’ ye. Dewleta Tirk rû bi rûyê krîza hebûn û nebûna xwe ye. Mêtingeriya kapîtalîst faşîst û dagirker xisletê dewleta Tirk e. Pozîsyona xwe ya çînî xisletê siyasî berfereh û kûrtir kiriye. Xwe dubare dike. Faşîzma AKP-MHP’ê bi vê bingehê xwedî dibe. Xeyalên avakirina Osmanîtiya nû dibîne. Lê xeyal li şûna rastiyê bi cih nabe. Rastî ev e; gelên Tirkiyeyê niha gelek xizan in. Kedkarên ruhê xwe diqetînin hewceyê nanê tisî ne. Bi nirxên karkir û kedkar hildiberînin çîna sermayedar kara xwe zêde dike. Lê kedkar jar û perîşan in. Kî xwe nerazî bike lê dixin, dixin girtîgehan. Tiştekî ku faşîzma AKP-MHP’ê ji bo xêra gel bikin nîn e. Bi şer û dagirkeriyê xwe xwedî dike. Hêza bi tenê ya di destên wê de polîs, artêş, çeteyên faşîst, xayinên hevkar û medyaya derewkar e.

Bi derbeya 2015’an rêvebirin, zagonsazî, darizandin ketin destê Erdogan û şirîkên wî lê bi zextên li ser karkir, kedkar û ciwanan, bi tije kirina bi leşker û polîsan bajar û çiyayan rê li ber kûrbûna krîza rejîmê negirt. Bi ser neket.

Faşîzma AKP-MHP’ê biryardariya gerîla û milîsan a kirina çalakiyan û parastina çeperên xwe li serê çiya û bajaran û berxwedana jin û nasnavên bindest nekarî bişikîne. Çalakiyên karkiran belav nabin. Qerebalixiya yên ji bo mafên demokratîk derdikevin kuçe û kolanan roj bi roj zêde dibe.

Ew belasebeb her roj behsa serhildana Hezîranê nakin. Haya wan ji tiştê ku diqewime heye.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Ji bo berferehkirina cihên dagirkirinê, rakirina ji holê ya Kurdan faşîzma AKP-MHP’ê cardin dest bi şerekî topyekûn kir. Hewil dide ku şovenîzmê bi liv û tevger bike da ku bi xeberdana ji pesnan cardin gel bide dûv xwe. Ji bilî wê tu rêyekê nabîne.

Di 17’ê Nîsanê faşîzma AKP-MHP’ê bûrjûwayên nûgihayî, PDK-Barzanî jî kirin şirîkên xwe û dest bi sefereke nû ber bi çiyayên me ve kir. Lê bi tecrûbeya berxwedana Garê gerîla li Zap, Avaşîn, Metîna û Kurojahroyê xweş li ber xwe da û rê neda û nade jî. Dewleta Tirk û hevkarên wê, dixwaze ku vê berxwedanê bi çekên kîmyewî bişikîne lê tu encamê nagire. Gerîlayên azadiyê ji beden û vîna xwe kelehekê mirov nikare jê derbas bibe ava dikin, mirov û xwezayê diparêzin. Di serî de gerîlayên YJA-STAR’ê em hemû hêzên xwe yên gerîla yên di vê berxwedanê de cih digirin silav dikin!

ŞOREŞA JINAN A ROJAVA

Dîktatoriya AKP-MHP’a faşîst bi konsepteke mezin hewil dide ku ber li xwe vebike. Ji bo kirina fersend ji xwe re ya têkiliyên navbira hêzên emperyalîst ên li herêmê gavan diavêje. Bi şerê hegemonyayê yê Rûsya-Ûkrayna-DYE-NATO’yê rû daye, dixwaze ji xwe re bibe xwedî par. Di heman demê de, li dijî gelê Kurd ê wek neyarê xwe yê heta bi hetayê dibîne û hemû saziyên wê yên şoreşker û demokratîk û destkeftiyan tevdigere.Ji bo ku gelê Tirkiyeyê bikin hêzeke civakî ya dagirkeriyê sîxurên di şiklê rojnamevanan de bi liv û tevger kirine.

JI ŞER Û DAGIRKERIYÊ ÎSTIQRAR ÇÊNABE

Dixwazin şoreşa Rojava ya gelparêz, şoreşger û demokratîk ku şoreşa jin û gelên bindest, nasnameyên zayendî û gelê kedkar e ji holê rabikin. Kurd, Ereb, Terekeme, Çeçen, Asûrî, Êzidî û Ermenan li welatên bi kembera çeteyan bifetisînin.

Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Çeteyên dewleta Tirk piştgiriya wan dike, çeteyên mîna DAIŞ’ê li vir hatin bicihkirin. Tu xêreke vê dagirkeriyê ji bo gelên kedkar ên Tirkiyeyê re nîn e. Dagirkerî û şer ji xeynî xerabûna civakî tu fêdeya xwe nîn e. Ji Şer û dagirkeriyê îstiqrar çênabe. Haya gelê me ji vê rastiyê heye.

EM RÊ NADIN

Şer û dagirkerî stendina ji destê xizanan a pariya dawîn e. Bindestkirina jinan û xwarina keda kedkaran e. Bi qasê serê pîvazê xêra xwe ji gelê kedkar re nîn e. Di serî de jin divê nedin pey vî şerî û dagirkeriyê û li ber rabin û ji bo wekhevî û yekîtiya gelan divê ala têkoşînê bilind bikin.

Ev gel xwediyê serhildana Gezî û Kobanê ye. Wê rê li ber êrîşa tesfiyeker a şoreşa jinan a Rojava nehê vekirin. Em wek Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan em ê li her derê parastina şoreşa xwe bikin, rê nedin dagirkeran. Cardin: No Pasaran!

Wê dîktatoriya AKP-MHP’ê bi ser nekeve. Di 8’ê Adarê, Newroz, 1’ê Gulanê, di meşa li dijî tecrîdê de, di grev û berxwedanan de jin û gelê me yê karker ji pêyan in. Girtî di zindanan de li ber xwe didin.

Tirk, Kurd, Ereb, Asûrî, Êzidî, Ermen, Laz, Arnavût, Pomak, Roman, Elewî, jin, hemû xizan, karkir, kedkar wê li dijî vê pergala kevinbûyî, neyarê jin û mirovahî û xwezayê û xwehezên wan wê bi faşîzma AKP-MHP’ê re wê çarenûsa xwe nekin yek û li ser sergoyê wê xwe negevizînin. Ji wê boneyê bi tenê rêyek heye; li dijî dagirkerî, mêtinkarî û xizanî û qirkirina jinan rabûn ser pêyan û jêkirina vê qijniyê ji pişta xwe ye!“

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Festîfala Gelêrî ya ciwanan li Reqayê bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Li Şirnex ji 18 kesên ku hatibûn binçav kirin 9 kes hatin berdan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dagirkeran li Wanê 10 kesan girtin

Li Şirnex ji 18 kesên ku hatibûn binçav kirin 9 kes hatin berdan

Dewleta Tirk vê carê berê xwe da Zaxoyê

Dewleta Tirk vê carê berê xwe da Zaxoyê

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.