Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ferdên Malbata Şenyaşar li ser gorên xwe hatin bi bîranîn

Hacî Esvet û kurên wî Adîl û Celal Şenyaşar ên ji aliyê xizim û parêzvanên AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, ji aliyê gel û saziyan ve li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Edîtor: Nucan Serdoz
14/06/2022 - 12:52
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ferdên Malbata Şenyaşar li ser gorên xwe hatin bi bîranîn
ParvekeTweet

RIHA – Hacî Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal ên ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, cara ewil e li ser gora xwe tên bibîranîn. Bîranîn li Goristana Şaredariyê pêk tê. Malbata Şenyaşar, dikandarên cîranên dikana malbata Şenyaşar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Girseya ji bo bîranînê li ber goristanê kom bû polîsan xwest ku ketina girseyê ya goristanê asteng bikin. Polîsên ku malbat û wekîl derbasî goristanê kir, nehiştin gel bikevin goristanê. Malbat, wekîl û endamên saziyên sivîl bertek nîşanî helwesta polîsan dan. Emîne Şenyaşar piştî bertek nîşan da û diyar kir ku heya girse nekeve goristanê dê neçe ser gorên xwe û heta girse neyê qebûlkirin ew ê li ber derî rûnin, girseya ku 30 deqîqeyan li ber derî dan rawestandin birin goristanê. Ji ber deriyê goristanê heta gorên malbatên hatin qetilkirin meşek girseyî pêk hat. Emîne Şenyaşar ji bo endamên malbatê yên hatin qetilkirin şîn kir. Girse li ser gorê kom bû û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua kirin

‘JI BER KU WEKÎLÊ AKP’Ê DI NAV DE YE TIŞTEK NAYÊ KIRIN’

Di bîranînê de li ser navê Malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar qala qetlîama ku li wan hat kirin û têkoşîna edaletê ya 4 sal in berdewam dike kir. Şenyaşar, diyar kir ku di heman demê de du hestan bi hev re jiyane û got, “Ev 3 mirov di nava bombeyên gazê de hatin definkirin. Ew îro jî nehatin jibîrkirin. Ji ber ku wekîlê AKP’ê di nav de ye tiştek nayê kirin. Di serî de gelê Pirsûsê bi milyonan kes xwedî li doza me derketin. 4 sal in me sersaxiyên xwe pêk neanî. Dema ku edalet pêk hat em ê sersaxiyên xwe pêk bînin. Bila edalet tavilê pêk were.”

‘JI BO TEVAHÎ WELAT EDALETÊ DIXWAZIN’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz amaje bi wê yekê kir ku komkujî li ber çavên raya giştî pêk hatiye û got, “Li ber çavê cîhanê komkujiyek hat kirin. 4 sal derbas bûn lê edalet pêk nehat. Ev 4 sal in tu gav nehatine avêtin, ev yek nîşan dide ku edalet tune ye. Li nexweşxaneya dewletê komkujî pêk hat. Dayik Emîne Şenyaşar ji bo her kesî edaletê dixwaze û berxwedanê nîşan dide. Dayik ji bo tevahiya Tirkiyeyê li ber xwe dide. Edaleta ku ketiye bine erde divê bê derxistin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê li cem malbatê bin. Demokrasî bêyî edaletê ji bo malbata Şenyaşar pêk nayê. Ji bo xwendina Fatîhayê bi me re bazirganiyê dikin. Her kes vê qetlîamê dizane. Em ê heta dawiyê li edaletê bigerin.”

Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Salîh Karataş axivî û diyar kir ku ew bi malbatê re ne û her kes vexwend Nobeda Edaletê ya ku ew ê li ber edliyeyê Rihayê pêk bînin.

Çalakiya bîranînê piştî qurnefîl danîn ser goristanê bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li bajarê Efrîna dagirkirî welatiyek hat revandin

Nivîsa Pêş

DFG û MKGP: Deshtilatdarî ji rastiyan ditirse

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
DFG û MKGP: Deshtilatdarî ji rastiyan ditirse

DFG û MKGP: Deshtilatdarî ji rastiyan ditirse

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Manşet

  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.