Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li herê derê dewleta Tirk û PDK’ê ve tên protesto kirin

Li gelek bajarên Fransayê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê protesto kirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
11/06/2022 - 20:48
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li herê derê dewleta Tirk û PDK’ê ve tên protesto kirin
ParvekeTweet

PARÎS – Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Fransayê daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê bi çalakiyan protesto kirin.

PARÎS

Li Parîs a paytexta Fransayê, bi pêşengiya CDK-F/TJK-F’yê, bi şiara ‘’Parastina Kurdistanê û ya şoreşê bike’’ bi hezaran Kurdistanî û dostên xwe li Qada Repûlîqûeyê hatin ba hev û êrîş û polîtîkaya emperyalîst a li Kurdistanê ya dewleta Tirk protesto kirin.

Gelek rêxistinên enternasyonalîst jî piştgiriya çalakiyê kir. Gûîllaûme Davranche yê li ser Union Communiste Libertaire (UCL)yê axivî û bang li hemû enternasyonalîstên cîhanê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta ji bo parastina şoreş û Kurdistanê bi gelê Kurd re bin. Davranche gotina xwe bi ‘’Bijî Şoreşa Rojava, bijî Kurdistana azad’’ temam kir. Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan, AvEg-Kon, Association de Soldidarité France-Kurdistan, Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Young Struggle, Jeune Garde Parîs, TJK û sazî û partiyên wekî wan bi alên xwe tev li çalakiyê bûn.

Bi pişt re, girse bi dirûşme, stran û tilîliyan ji Qada Repûblîqueyê ber bi Qada Bastîlleê ve dest bi meşê kir.

Eleqeya ji bo meşê gelek bû. Di meşê de belavok hatin belavkirin û ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexekirî îmze hatin berhevkirin. Fransî bi kampanyaya berhevkirina îmzeyan re gelek eleqedar bûn.

Di meşê de pankartên ‘’PKK gel e. Dewletê terorîzmê dikin, ne gel’’, ‘’Dewleta Tirk qetilamê dike’’, ‘’Bimire dagirkerya Tirk’’, ‘’Statuya navneteweyî ji Rojava re’’ hatin hilgirtin û bêyî navber dirûşmeyên ‘’Bijî PKK, Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî Şoreşa Rojava’’, ‘’Kurdistan wê bibe gora faşîzmê’’, ‘’PKK gel e, gel li vir e’’, ‘’Bimire rejîma faşîst a Tirk’’ hatin berzkirin.

Girseya li Qada Bastillê hat ba hev, daxuyaniyek da çapemeniyê. Mûrat Ceylan li ser navê dîwana KCDK-E’yê axivî û wiha got: ‘’Berxwedana gerîla ya ji bo 50 milyon gelê Kurd berxwedana herî mezin a dîroka cîhanê ye. Li dijî dewleta Tirk a faşîst sedsaleke din jî dixwaze Kurd bê statu bimînin û hêzên faşîst û cîhadîst ên din berxwedana gelê Kurd bi pêşengiya gerîla berdewam e. Em gelê Kurd, em ê gerîlayên Kurd di berxwedana wan  a bi rûmet û bi heybet bi tenê nehêlin. Em her tim pê re bin. Em ê li dijî vê faşîzma mêtinger bi heman ruhê berxwedanê yê gerîla li her derê li berxwedana xwe dewam bikin.’’

Ceylan axavtina xwe bi gotinên ‘’Bijî berxwedana gerîla’’, ‘’Bijî berxwedana gelê Kurd’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ bi dawî kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê jî bi tevlêbûna gelek sazî û rêxistinan bi taybet Solidaire Kurdistan 13 bi hezaran kes êrîş û xiyanet şermezar kirin. Girseya gel di saet 13.00’an de li qada Canabiere hat ba hev û pankartên “Kurdistanê biparêze, rê nede dagirkeriyê“, “TC çekên kîmyewî bikartîne, Ewropa ji ber berjewendiyên xwe lê dinêre“ û “Bila PKK ji lîsteya terorê were derxistin“ û alên PKK û TJK-F’yê hildan.

Girseyê timî dirûşmeyên “Qatîl Erdogan“, “Terorîst Erdogan“, Xiyanetkar Barzanî“, “Bijî berxwedana Zapê“, “Bijî gerîla” û “Her cih qada têkoşînê“ berz kirin.

Di çalakiyê de bi hezaran belav hatin belavkirin. Çalakî li ber walîtiya Marsîlya veguherî mîtîngê.

Li vir piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin û bal kişandin li ser êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê jî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê bi çalakiyekê hate protestokirin. Gelek Kurd û dostên wan bi dirûşmeyên “Défendre Kürdistan, Défendre Révolution ”  li qada Charles de Gaullesê hatin ba hev. Kurdan li vir daxuyanî dan çapmeniyê û timî dirûşmeyên “Bijî piştevaniya enternasyonal“, “Li dijî faşîzmê bibin yek”, “Em hemû PKK’yî ne”, “Qatil Erdogan, hevkar PDK” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi xiyaneta PDK’ê xwest qirkirina derûnî, çandî û fizîkî ya li çar parçeyên Kurdistanê kûrtir bike, lê li pêşberî tevgera azadiya Kurd û berxwedana gelê Kurd careke din hilweşiya.

Bi domdarî hate gotin ku li hemberî pêvajoya şer a dijwar divê hemû Kurd û gelên dost di her kêliyê de li her qadê di nava çalakî û berxwedanê de bin.

Nûnerên Komeleya Dostaniya Kurd (AKB), Yekîtiya Komunîstên Lîberal (YÇK) û Solidaritê ku beşdarî çalakiyê bûn, peyamên piştgiriyê xwendin. Hat destnîşankirin ku li hemberî êrîşên faşîzma Erdogan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojhilata Navîn ku roj bi roj zêde dibin, parastina Kurdistanê û parastina Şoreşa Rojava erk û berpirsyariyeke mirovî ye.

Çalakî bi dirûşmeyên li hemberî xiyanet û dagirkirinê bi dawî bû.

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Asayîşa Silêmaniyê li pêşiya meşa li dijî dagirkeriyê bûn asteng

Nivîsa Pêş

Gerîlayan li Dola Şîvê lêdan – 3’ê dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîlayan lêda 11 dagirker hatin ceza kirin û 2 hilîkopteran derb xwarin

Gerîlayan li Dola Şîvê lêdan - 3'ê dagirker hatin ceza kirin

Şêniyên Mexmûrê ji bo piştgiriya meşa Gemlîkê meşiyan

Şêniyên Mexmûrê ji bo piştgiriya meşa Gemlîkê meşiyan

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.