Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê: Emê bi rihê Mazlûman dagirkeriyê têk bibin

Li dijî êrîşên dagirkeriyê ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de meşiyan.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/05/2022 - 16:31
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ciwanên Rojavayê Kurdistanê: Emê bi rihê Mazlûman dagirkeriyê têk bibin
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Êrîşên dagirkeriyê yên di 17 ‘ê Nîsanê de li dijî Zap, Mîtîna û Avaşînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ve hatibû dest pêkirin, dewam dikin. Ji dema êrîşkirina ser Herêmên Parastina Medya de heya niha dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê her roj bi çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbên giran dixwin. Li ser vê bingehê ji bo ku berxwedan tenê bi gerîla re nemîne û dewleta Tirk tenê di çiyayên Kurdistanê de têkneçe, ji aliyê Komalên Ciwan û Komalên Jinên ciwan ve seferberî hate ragihandin. Li ser esasê bersivdayîna banga seferberiyê tevahî ciwanên Kurdistanê û Ewrupayê li ser piyane.

Îro jî li bajarê Qamişlo di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de, meşeke dirêj ya ku 3’ê rojan di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” de hate li darxistin. Li ser vê esasê ciwan û jinên ciwan ên ku tevlî meşê bûne derbarê êrîşên dagirkeriyê û helwestê ciwanan li hember van êrîşan ji ajansa me re axivîn.

Em tu carî ji biryarê xwe gav şûnde navêjin!

Destpêkê jina ciwan ya bi navê Êksana diyarkir ku wê ciwan tu carî li hember êrîşên dagirkeriyê gav şûn de nevêjin û got; “Navê min Êksana ye, ez ji bajarê Serêkaniyê me, ez cihê xwe di rêveberiya Tevgera Xwandekaran de digrim. Em tevlî meşê bûn, ji bo ku em ji dewleta Tirk yên dagirker re bidin diyarkirin ku, ciwanên kurd tu carî nikarin werin tune kirin, wê hertim li pişta gerîla bin. Çiqas îxanet li hember me were kirin, emê jî ewqasî li hember wan rabin ser piyan. Em wekî ciwanên Kurd li daketina kolanan, ji bo ku bersiv bidin dewletên dagirker, ji wan re bidin diyarkirin ku ciwan tu carî ji biryara ku dane gav şûn de navêjin. Emê ger li qadan bin, emê her derbikevin meşa ji bo berxwedana gerîla.”

Emê heya dawiyê ser riya berxwedanê ya Mazlûm Dogan bin!

Her wiha ciwnaên bi navê Sabir Hisên wiha dewam kir; “Navê min Sabir Hisên, ji bajarê Hesekê me. Em tevlî meşa şeref û namûsê, ya ji bo berxwedana gerîla hatî li darxistin bûne. Em jî weke ciwanên APOYÎ tevlî vê meşê bûne, me berê jî soza xwe dabû û me gotibû ku kes nikare gerîla û ciwanan ji hevdu qut bike. Ev meşa me di serî de ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û berxwedana ku li çiyayên Kurdistanê, Zap, Metîna û Avaşînê ve tê meşandin hate li darxistin. Em ji gerîla re dibêjin dewleta Tirk çiqas çekên kîmyawî bikarbîne jî wê nikaribe encam bigire, ji ber ku em jî weke ciwan bi gerîla re ne. Emê heya dawiyê ser riya berxwedanê ya şehîd Mazlûm Dogan bin. Bi rihê Mazlûman emê dagirkeriyê têk bibin.

Dem dema Ciwantiyê ye

Herî dawî jina ciwan ya bi navê Hebûn anî ziman ku êdî dem dema ciwantiyê û got; “Navê min Hebûn Mihemed, ji bajarê Kobanê me. Armanca me ji vê meşê ewe ku her ciwanek seferber bibe. Ji bo ku her ciwanek xwedî li welat û gerîlayan ve derbikevin. Ji ber ku êdî dem dema ciwantiyê ye. Ji bo vê jî divê ciwan li hember êrîşên ku li ser çiyayên Kurdistanê û gerîla ve têne kirin bê deng nemîne. Ji ber ku hêzên dagirker li çiya bi bindikevin, êrîşî ser herêmên me dikin, zarok û dayîkên me qetil dikin, ji bo vê jî divê ciwan bersiva van êrîşan bidin. Çi ji me we re xwastin em amade ne ku wê bikin. Me êdî gotina şermezarkirinê jî derbas kiriye, êdî dem dema pêkanîna şermezarkirinê ye. Bangawaziya me ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê ewe ku xwedî li vê seferberiyê derbikevin, xwedî li vê berxwedaniya ku bi salane tê kirin derbikevin, xwedî li nirxê şehîdan derbikevin. Herî dawî jî em weke ciwan ji hêza xwe bawerin ku emê dagirkeriyê tune bikin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Hesekê şehîd Çiya Serêkaniyê hate bi bîranîn

Nivîsa Pêş

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo salvegera pêngava 1’ê Hizêranê çalakî li darxistin – 47 dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo salvegera pêngava 1’ê Hizêranê çalakî li darxistin – 47 dagirker hatin ceza kirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo salvegera pêngava 1'ê Hizêranê çalakî li darxistin - 47 dagirker hatin ceza kirin

Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne‘ hat dayîn

Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne‘ hat dayîn

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.