Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

HPG’ê bîlançoya hefteyekî parvekir: 218 dagirker hatine kuştin

"Dewleta Tirk bi piştgiriya yekser û neyekser a hêzên xwecihî yên noker ku ber bi aliyê xwe ve kişandiye, dixwaze PKK'ê tasfiye bike, îradeya gelê me teslîm bigire û Qirkirina Kurdan temam bike. Her cara ku bi vê armancê êriş kir, îradeya xurt a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî xwe dît."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
25/04/2022 - 12:37
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
LEZGÎN – Gerîla dîsa lê da: 29 dagirker hatin kuştin 10 jî birîndar bûn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker ku li pêşiya xeyalên xwe yên mêtingerkirina tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn, nûnerê rastî û rewa yê têkoşîna bi rûmet a gelê me; gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê weke astengiya herî mezin dibîne, tunekirina gerîla ji xwe re kir armanca bingehîn. Di vê çarçoveyê de ji Tîrmeha 2015’an û vir ve hemû derfetên xwe yê madî ji bo şerê qirêj ê li Kurdistanê dimeşîne bi kar anî û êriş bir ser her qada gerîla. Dewleta Tirk bi piştgiriya yekser û neyekser a hêzên xwecihî yên noker ku ber bi aliyê xwe ve kişandiye, dixwaze PKK’ê tasfiye bike, îradeya gelê me teslîm bigire û Qirkirina Kurdan temam bike. Her cara ku bi vê armancê êriş kir, îradeya xurt a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî xwe dît.

ÊRIŞA DAGIRKERIYÊ ŞEREKÎ TOPYEKÛN E

Dewleta Tirk a mêtinger cografya Kurdistanê bi balafirên şer, bi teknolojiya herî pêşketî her roj bi dehan caran bombe dike, lê nekarî encamê bi dest bixe. Careke din ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê şeva 17’ê Nîsanê li ser herêmên Avaşîn û Zapê dest bi êrişeke berfireh a dagirkeriyê kir. Ev êrişa dagirkeriyê êriş an jî operasyoneke ji rêzê nîne, di asta şerê navbera dewletan de rewşa şerekî topyekûn e.

Êrişa dagirkeriyê destpêkê 14’ê Nîsanê bi bombardûmana giran destpê kir. Artêşa Tirk a dagirker şeva 17’ê Nîsanê li gel bombardûmana bi helîkopterên êrişê hewl da hêzên leşkerî bi helîkopteran li qadên gerîla deyne. Hêzên me yên li her qadê bêteredût bersiva pêwîst dan, dest li helîkopteran werdan û li gelek qadan nehiştin ku dagirker xwe deynin. Piştre artêşa Tirk hewl da bi şevê xwe deyne. Ev hemû hewldan li destwerdana hêzên me rast hatin û di encamê de derb li 11 helîkopteran hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku nekarî leşkerên xwer yên dagirker ji hewayî ve deyne vê carê hewl da ji bejahî ve bê. Artêşa Tirk ku jê hebû wê roja destpêkê karibe leşkerên xwe li qadên gerîla deyne û encamê bi dest bixe, hesabdê wê bi berxwedana gerîla têk çû û gava destpêkê ya êrişa dagirkeriyê hîn ji destpêkê ve hate têkbirin. Artêşa Tirk a sûcdarê şer ku nekarî bigihêje armanca xwe û derbên giran xwar, ji roja çaremîn û pê ve li qadên berxwedanê yên Kurojahro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kunîşka û Girê Ortê li dijî çeperên şer gazên kîmyewî yê bi jehr bi kar anî.

PDK’Ê RÊ DA KU JI PIŞT VE XENÇER LI QADÊN GERÎLA BÊ XISTIN

Dewleta Tirk di êrişa dagirkeriyê de ya li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin piştgirî ji PDK’ê wergirt û êrişa li ser herêma Zapê ji ser xeta Barmernê-Amediyê-Dêrelokê yên di bin kontrola PDK’ê de ne, ji başûr ve kir. PDK’ê bi rengekî eşkere rê da ku ji pişt ve xençer li qadên gerîla bê xistin. Hêzên PDK’ê li aliyê pişt ê herêma Kurojahro bi cih bûn û hewl dan qadên gerîla dorpêç bikin. Di pêvajoya şer a hefteyekê de hêzên PDK’ê hîn dest ji vê helwesta xwe bernedaye û dewam dike.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Hêzên me her qada ku lê ne kirin Qada Berxwedanê û derbên giran li dagirkeran xistin. Bi taybetî rêbaza şerê tîm ê gerîla yê bi tevger bi rengekî xurt kete dewrê, taktîkên gerîla yên serdema nû ji sabotajê heta serdegirtinê, ji xefikan heta çalakiyên bi çekên giran bi hostatî hatin bicihanîn, performanseke bilind a şer hate nîşandan. Hêzên me hem tîmên gerîla yên bi tevger bi xurtî xistin dewrê, hem jî bi çalakiyên gerîla yên koordîneyî, çalakiyên komplîke pêk anîn. Hêzên me di şerê giran ê hefteyekê de bi şev û roj, her saetê û her kêliyê çalakî kirin. Hêzên me yên YJA Starê pêşengî ji van çalakiyan re kirin, her wiha çalakiyên xweser jî kirin û asta fermandarî û milîtaniya jinên Kurd a berxwedêr a bi Îdeolojiya Azadiya Jinê careke din raxistin pêş çavan. Ev asta ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwe gihandine ji bo paşeroja gelê Kurdistanê gelekî girîng e.

GERÎLAYÊN ME YÊN LI SER XETA APOYÎ DIMEŞIN JI DINYAYE RE ÎSPAT KIRIN KU EW TÊK NAÇIN

Di warê geşbûna vê berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, ji dema ku êrişan dest pê kirine û şûnde hevalên me yên derba pêşîn û giran li dijmi dane û yên ku heta fîşeka xwe ya dawîn bi qehremanî şer kirine, pêşengtî ji vê berxwedanê re kirine. Cesareta mezin, helwesta bêteredut û jîrbûna di şer de ya hevalên me yên şehîd, rêya şerê fedaî ya ji niha û şûnde jî diyar kiriye. Di vê pêvajoya şer de em 11 hevalên xwe yên li Zap û Avaşînê şehîd bûne û pêşengtî ji meşa sala 2022’an a gerîlatiya serfiraziyê kirine, bi rêz û hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bikin sedema serfiraziyê.

Vê têkoşîna gerîlayên me ya ku li hemberî tevgera dagirker her kêlîka wê dibe dîrok, careke din planên qirêj ên dewleta Tirk serobin kiriye û ji hemû dinyayê re têkneçûyîna gerîlayên li ser xeta Apoyî dimeşin îspat kiriye.

BÎLANÇOYA ŞER A HEFTEYEKÊ

Bîlançoya şer a di navbera 17’ê Nîsanê û 24’ê Nîsanê wisa ye:
-3 çalakiyên ku hêzên xwe xwe bera nav dagirkeran dane
-3 çalakiyên serdegirtinê
– 7 çalakiyên bi koordîne û hemdem ên gerîlayan
-23 çalakiyên sûîkastê
-29 çalakiyên bi çekên giran
-29 çalakiyên sabotajê
– 58 çalakiyên şer û derblêdanê
-Bi giştî gerîlayan 152 çalakî kirine.

Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker kirine;
-Bi qasî ku hêzên me tespît kirine Qadên Berxwedanê di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê 387 caran hatine bomberdûmankirin.
-Bi helîkopterên êrişê û obusan 243 caran bomberdûman hatiye kirin.
-7 caran bi  gaza kîmyewî çeperên şer ên hêzên me hatine bomberdûmankirin.

Di encama çalakiyên hêzên me de;
-218 dagirker hatine cezakirin.
-48 dagirker birîndar bûne.

Malzeme û alavên ku hêzên me ew îmha kirine
-4 Dron
-Pergalekeke kamerayê ya mobeseyê
-Çekeke BKC
-Çeperek hatiye îmhakirin.

Wesayîtên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan dane;
-Dronek
-11 helîkopter.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HBDH’ê çalakiya li dijî TUGVA’yê girt li ser xwe – Dem dema hesap pirsînê ye!

Nivîsa Pêş

TAYBET – “Mesrûr û malbata Berzanî Erdoğan wek xelîfeyên xwe hilbijartine”

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TAYBET – “Mesrûr û malbata Berzanî Erdoğan wek xelîfeyên xwe hilbijartine”

TAYBET - "Mesrûr û malbata Berzanî Erdoğan wek xelîfeyên xwe hilbijartine"

Pilanên nû yê sedsalî li ser qirkirina kurdan

Pilanên nû yê sedsalî li ser qirkirina kurdan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.