Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Kurtedîroka xiyaneta mala Barazanî 3

Sala 1973’yan li Enqerê bi pêşengiya Ocalan tevgereke nû dest bi têkoşînê kir. Di demeke nêz de xwe bi rêxistin kir, sala 1978’ê li Amedê Kongeray xwe pêk anî, wekî Partiya Karkekê Kurdistanê PKK’ê ji xwe re berenameyek saz kir. Êdî hêviyeke nû bû ji bo Kurdistanê û mora li xwe serdemê da û heta niha jî didome.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/04/2022 - 13:00
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Kurtedîroka xiyaneta mala Barazanî 3
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Îkram Balekanî Nivîsand

Komkujiya Hekariyê
Piştî ku Mele Mistefa çek danî, aş betal kir û çû Îranê, Ibrahîm Ehmed û Mam Celal pêşengiya avakirina partiyeke nû kir. Sala 1975’ê Yekitî Niştimanî Kurdistan YNK hate sazkirin, PDK’ê ya hilweşiyayî dixwest careke din xwe saz bike, berê xwe da YNK’ê û xwest bifetisîne. Sala 1976’ê çend komên pêşmergeyên YNK’ê ji Rojava derbasî Behdînanê bûn, lê rêveberiya demî ya PDK’ê ew kuştin. Ev şer wisa cî bi cî dewam kir. YNK’ê xwe bi hêz dikir. Sala 1978’ê PDK’ê vê carê êrişeke mezin li dijî YNK’ê da destpêkirin. Li Colemêrgê (Hekariyê) êriş birin ser pêşmergeyên YNK’ê. Tenê li Hekariyê 800 endam, kadro û peşmergeyên YNK’ê hatin dorpêçikrin. Elî Esker fermandarê wan bû. Çekdarên mala Barzanî bi fermandariya Samî Ebdurahman û bi piştgiriya balafirên Tirkiyê êriş birin ser pêşmergeyên YNK’ê. Ji Wan 700 pêşmerge şehîd bûn, Yê mayîn jî gelek birîndar û hinek bê ser û şûn bûn. Hinek hatin girtin û beşek jî xilas bûn. Elî Esker ku fermandar bû hate girtin. Samî Ebdurahman dibêje ku “Piyawî gewre be çekî gewre dekujrêt” , ango zilamê mezin bi çekên mezin têne kuştin û bi roketê fermandarê YNK’yî înfaz dike.

Hinek pêşkerge ku girtibûn jî didin Tirkiyê û ew bi salan li zindanên Tirkiyê dîl têne girtin.
Şoreşa Rojhilat
Piştî ku şah baz da û Xumeynî hat. Li Îranê derfetên nû çêbûn. Rojhilat kete destê Kurdan. Vê carê mala Barzanî bi rejîma Xumeynî re bû yek û berê xwe da şoreşa Rojhilat. Hem şerê Hizba Demoktat (PDK-Îran) û hem jî şerê Komelê kir. Li başûr jî li dijî YNK’ê şer da destpêkirin. Şerê wan û YNK’ê ji 1980’ê heta 1986’ê dewam kir.
Fermandarê çekdarên mala Barzanî ku wê çaxê şerê Kurdan dikirin bi televîzyonên Îranê de diaxivîn û di gotûbêjan de bi şanazî behsa qirkirina xwe dikirin. Bi eşkere digotin ku Kurdên Îranê (Rojhilat)) û Dr. Qasimlo, PDK-Îran û Komele dijminê me ne. Em bi Mesûd Barzanî re ne, Mesûd Barzanî jî bi rejîma Islamî ya Îranê re û bi Imam Xumeynî re ye.

Wê çaxê serkreterê niha yê PDK-Îranê Mistefa Hicrî li Parîsê bi AP re axivî û behsa mala Barzanî kir, bi eşkere got ku Mesûd Barzanî û zarokên Mele Mistefa Barzanî bûne caşên Iranê û şoreşgerên Kurd dikujin.

Roja Kurdan hilat
Sala 1973’yan li Enqerê bi pêşengiya Ocalan tevgereke nû dest bi têkoşînê kir. Di demeke nêz de xwe bi rêxistin kir, sala 1978’ê li Amedê Kongeray xwe pêk anî, wekî Partiya Karkekê Kurdistanê PKK’ê ji xwe re berenameyek saz kir. Êdî hêviyeke nû bû ji bo Kurdistanê û mora li xwe serdemê da û heta niha jî didome.
Mala Barzanî ku piraniya tevgerên Şoreşgerî yên Kurdistanê tasife kirin û fetisandin vê carê berê xwe dan Tevgera Apocî ku nû dixwest li dijî Tirkiyê dest bi şerê çekdarî bike. Pêşî xwestin ku pêngava 15 Tebaxê asteng bikin. Lê PKK’ê bi pêşengî û pêşbîniyê Ocalan rê neda kompolan. Sala 1982’yan Ocalan ji Idrîs Barzanî xwest ku bi hev re tevbigerin û ji bo Kurdistaneke azad têbikoşin. Tevî astengiyan Ocalan wan razî dike û li ser 11 xalên cuda li hev dikin. Ocalan û Idrîs Barzanî peymanê mor dikin û Felakedîn Kakeyî jî şahidê vê peymanê ye.
Piştî hingê PKK bernameya xwe dewam kir. Roja 15’ê tebaxa 1984’ê li dijî Tirkiyê dest bi şerê çekdarî kir.
KDP’ê û mala Barzanî bêyî ku tiştekî bêjin, sala 1985’an alozî çêkir û sala 1987’ê yekalî peyman binpê kir û ew peyman xira kir.
Sala 1992’yan Parlementoa Başûrê Kurdistanê yekemîn biryara ku girt, şerê li dijî PKK’ê bû. Ev jî bû lekeyeke reş li dîroka Başûrê Kurdistanê ket. Bi vî rengî salên 90’î tevî artêşa Tirkiyê êriş birin ser barengehên Gerîlayên Kurdistanê û şerekî dijwar qewimî. Êdî salên 90’î bi vî renggî dewam kirin. Hêzên başûr tevî Tirkiyê operasyon û êrîş pêk anîn. Sala 1997’ê Mala Barzanî artêşa tirk bir û li başûrê Kurdistanê bi cî kir ku heta niha jî ew baregah li wir in. Li Barmernê, Amêdiyê, Şeladizê û li deha navendên başûrê Kurdistanê baregeh û qereqolên Tirkiyê hene. Bi deh hezaran leşker û endamên istixbarata Tirkiyê li başûr cilîtê davêjin.

Li aliyê din di salê 90’î de PDK’ê ne tenê şerê PKK’ê kir, her wisa sala 1994’ê êriş bir ser Hizba Sosyalîst a Kurdistanê ku Mihemedê Hecî Mehmûd serokê wê ye.

Xiyaneta 31 Tebaxa 1996’ê (Xiyaneta 31 Ab)
Mesûd Barzanî dixwest Hewlêrê ji destê YNK’ê derxe. Tehemûl nedikir ku hêzeke din a Kurdistanî desthilatdar be. Lewre dest bi xiyanetê kir.
Roja 22.08.1996 Mesûd nameyek ji Sedam Husên re nameyek şand û alîkarî jê xwest.
Televîzyona fermî ya Iraqê nameya Mesûd Barzanî xwend û ev xiyaneta wan eşkere bû.
Roja 31 Tebaxa 1996’ê bi pêşengiya Garda Komarî ya Sedam Huseyîn, 30 hezar leşkerê Iraqê tevî top û tankan berê xwe da Hewlêrê. Bajar dorpêç kirin. 300 tank, 200 top û gelek helîkpoter jî tevlî êrişê bûn.
Leşkerê Baas a Sedam careke din ketin bajarê Hewlêr a ku azad bibû. Dinyayê xeta 36’an danîbûn û Kurd li dijî Sedam diparastin. Lê Mesûd Barzanî kete pêşiya leşkerên Sedam û ew anîn Hewlêrê. Lewre dinyayê jî dengê xwe nekir. Ji ber ku Kurd ketibûn pêşiya dijminê xwe.
Parlementoya Kurdistanê kete ber topan û çend gule li avahiya parlementoyê jî ketin. Bajar ji YNK’ê standin û ew mala niha Nêçîrvan Barzanî lê dimîne, mala Mam Celal bû û dest danîn ser. Bi sedam pêşmerge û xeltê sivîl hatin kuştin.

Piştî hingê Mesûd Barzanî careke din nameyek ji Sedam re şand û destxweşî gote wî. Televîzyona Iraqê dîsa nameye û spasiya ku Barzanî şandiye xwend.
Rojnameya Sedam a bi navê El Eraq a hejmara 6098 ku roja 02.09.1996 hatiye çapkirin, cihekî berfireh daye vê xiyaneta mala Barzanî û di manşetê de dibêje, Mesûd Barzanî destxweşiya artêşa Baas a Sedam dike ku Hewlêr girtiye.

Mesûd Barzanî ji ajansên nûçeyan re dibêje me ji Amerîkayê re got eger hûn alîkariya me nekin em ê herin ba Sedam. Ma îja ez çi bêjim!
Barzanî bi xwe jîçû Bexdayê û Sedam Husên hembêz kir, ew maç kir. Ew Sedam Husên ê ku 182 hezar Kurd enfal kirin. 8 hezar Barzanî kuştin. Helebçe wêran kir û Kurd qir kirin. Erê Barzanî ew maç kir û destxweşiya wî kir. Got êdî Sedam ne dijmin e.

Komkujiya Hewlêrê ya 1997’ê
Gulana sala 1997’ê artêşa tirk bi beşdariya 200 hezar leşker û caş êriş bir ser baregahên PKK’ê û xwest biryargela Zapê bigre. Şerekî dijwar qewimî û gerîla bi berxwedanê derbên mezin li artêşa tirk dan.
Mala Barzanî jî piştgirî da Tirkiyê û li Hewlêrê bêbextî kir, komkujî pêk anî.
Roja 16 gulana sala 1997’ê avêtin ser sazî û destgehên Kurdistanî. Avêtin ser avahiya Heyva Sor a Kurdistanê, Navenda Çanda Mezopotamyayê, Nexweşxane û Rojnameya Welat. Gelek doktor, hunermend, rojnamevan û 80 gerîlayên birîndar ên li nexweşxanê hatin înfazkirin û bi hovane ew kuştin. Hozan Serhed ku ji wê Komukujiyê rizgar bû, paşê strana Hewlêr çêkir û xwend.

wê bidome…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata Şenyaşar: Gavek hiqûqî hat avêtin, lê em hêj nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Zap’ê ragihand

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Zap’ê ragihand

HPG'ê nasnameya 3 şehîdên Zap'ê ragihand

Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk biryara seferberiyê ragihand: Emê bi ruhê seferberiyê di parastina tevahiya Kurdistanê de erkên xwe pêkbînin

Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk biryara seferberiyê ragihand: Emê bi ruhê seferberiyê di parastina tevahiya Kurdistanê de erkên xwe pêkbînin

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPS: Hevrê Mordem bi berxwedanê şehîd bûYPS: Mordem yoldaşımız kahramanca şavaşarak şahadete ulaştı!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê di wesayîtekê de mayîn teqiya: Herî kêm 3 çete birîndar bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kronolojiya PKK’ê – Beşa 2

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16’Ê SIBATA 2023’YAN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekitîya Jinên Ciwan ya herema Fîratê nameyên tabura nemiran xwend

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Piştgiriya Jinên Ciwan Perwerdeyê ya Dirûtinê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.