Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Gelê Tirbespiyê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan îxaneta PDK’ê protesto kirin

Şêniyên Tirbespiyê û Yekîtiya Jinên Ciwan hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de protesto kirin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
17/04/2022 - 17:02
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Gelê Tirbespiyê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan îxaneta PDK’ê protesto kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê daxuyanî da û tê de hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir ku amadekariya êrişan li dijî Başûrê Kurdistanê dike.

Endama rêveber a yekityê Rîda Omer daxuyanî xwend. Yekitiyê di daxuyaniya xwe de: “Li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên parastinê yên Medyayê ku ji 23’yê Nîsana 2021’an ve berdewam in û tê de çekên qedexekirî bi kar anîn, PDK’ê hevkariya wê dike û li dijî gelê kurd derdikeve.”

Yekitiyê daxuyand ku ev yek nîşan dide ku PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe doza kurdî frotiye û rê daye ku dewleta Tirk êrişî gerîla bike.

Yektiyê diyar kir ku PDK’ê bi vê hevkariya xwe ya istixbaratî û leşkerî bi dewleta Tirk re û dayîna kemînan li pêşiya gerîla re, xiyanet li gelê Kurd û doza wî kir.

PDK’ê di 28-29’ê Tebaxa 2021’an de li herêma Xelîfanê kemînek danî pêşiya 7 gerîleyan. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, tê texmînkirin ku gerîlayek dîl hatiye girtin û gerîlayek vegeriya baregeha xwe.

Yekitiyê di daxuyaniyê de têkildarî hevkariya PDK, dewleta Tirk û hikumeta El-Kazimî, her wiha serdana Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê re got: “Aramanca wan tunekirina tevgera rizgariya Kurdistanê û fikrê Rêber Abdullah Ocalan e.”

Yekîtiya Jinên Ciwan di dawiyê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û xiyaneta wê ya li doza gelê Kurd û gelên herêmê şermezar kir û soza pûçkirina hewldanên parçekirina Kurdistanê û mezinkirina têkoşînê heta bidawîkirina xiyanetê û dagirkeriya li ser Kurdistanê da.

Meclisa Navçeya Tirbespiyê îro bi armanca nîqaşkirina rewşa siyasî û lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de li hola Siyahî civînek li dar xist. Di civînê de endamê rêveber ê Meclisa Navçeyê Sîpan Mihemed axivî û behsa geşedanên dawîn ên siyasî yên li herêmê kir.

Sîpan Mihemed destnîşan kir ku armanca hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de, hewldaneke nû ya tunekirina doza kurdî ye.

Sîpan Mihemed daxuyand ku ji ber ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê rizgarkirina gelên herêmê û avakirina civakeke demokratîk ji xwe re kiriye armanc, dewletên dagirkerên Kurdistanê bi rêya hedefgirtina tevgerê hewl didin civakan parçe bikin û wê kontrol bikin. Ji ber van sedeman bi hemû rêbazan hewl didin projeya demokratîk a li herêmê têk bibin.

Di dawiyê de endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Sîpan Mihemed bal kişand ser şerê Ukrayna û Rûsyayê û got: “Ew encama nakokiya dewletên kapîtalîst a li ser berjewendiyan e. Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de behsa girîngiya avakirina civakên demokratîk û azad kir. Lê piştî ku gelên cîhanê xwedî li fikrên wî derketin, van dewletan tecrîdeke giran lê ferz kir.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji 12 ciwanên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin agahî nayê girtin

Nivîsa Pêş

QSD’ê îdiaya dewleta Tirk derewand

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Çavkaniyên QSD; ”3 wesayît hate îmha kirin û 90 çete hate kuştin”

QSD’ê îdiaya dewleta Tirk derewand

Ciwanên Efrînê li dijî tecrîdê daketin qadan

Ciwanên Efrînê li dijî tecrîdê daketin qadan

Manşet

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû
  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.