Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hevtayiya Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
17/04/2022 - 9:21
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Hevtayiya Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Yekta Eren Nivîsand

Em di pêvajoyeke xwîndar re derbas dibin ku gelê Kurd bi sedan salan e welatê wî hatiye dagirkirin û hewl dide di dijî teknîka şer a gihaştiye astên tirsnak, hebûna xwe îspat bike. Gelê Kurd bi têkoşîna ku tevgera azadiyê ya Kurd re hewl dide pêdiviyên hebûna xwe ava bike.

ŞERÊ MAN Û NEMANÊ

Pergala dewleta Tirk a mêtinger û înkarker xwe bi nasnameyên ji gelên ku qir kirine, ava kir. Gelê Kurd li dijî qirkirinê li ber xwe da, li pêşiya temamkirina hebûna tirkîtiyê ya sexte bû yekane asteng. Heke aqilê dewleta Tirk dixwaze hebe, divê nasnameya Kurd binax bike. Heke nasnameya Kurd hebûna xwe bidomîne, dê sîstema dewleta Tirk binax bibe.

Tevî ku ji bo gelê Kurd qala şerê man û nemanê tê kirin jî, esas zîhniyeta dewleta Tirk ji bo man û nemanê şer dike. Tevî hemû tunekirin û înkarkirina gelê Kurd jî, rastiya ku bi saya tevgera azadiyê ya Kurd hebûna zîhniyeta dewleta Tirk xitimandiye û rewabûna wê her ku diçe zêdetir tê nîqaşkirin Xuya ye heta ku tevgera azadiyê ya Kurd wek nasnameya Kurdan a temambûyî hebe, zîhniyeta dewleta Tirk dê nekare hebûna xwe temam bike.

Dewleta Tirk li ser pirsgirêka Kurd gelekî bê rehm bûye û bê guman konseptên komkujî û qirkirinê xistine meşandine û tevî hemû derfetên xwe yên teknîk jî nikare dîwarê berxwedanê yê tevgera azadiyê ya Kurd derbas bike. Wek çareya dawîn jî dewleta Tirk ku di berxwedana li Başûrê Kurdistanê de şaşomaşo bû, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Dewleta Tirk bi konseptên komkujiyên siyasî, çandî û fîzîkî êrişî gelê Kurd kir, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî çekên kîmyewî bi kar anîn. Tevî wan çekên kîmyewî jî dîwarekî berxwedanê qelibî.

DI ÊRIŞÊN TESFIYEKIRINÊ YÊN LI DIJÎ GELÊ KURD DE HEVKARIYA PDK’Ê

PDK di demeke ew çend krîtîk de ku berxwedana Kurdan dewam dike, bi hawara dewleta Tirk de diçe. PDK ji destpêka avabûna xwe ve li her dera ku berxwedaneke Kurd çêbûye, ji bo tesfiyekirinê hatiye wezîfedarkirin û niha jî ji bo tesfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurdistanê ku berxwedana dawîn a gelê Kurd e, bi dewleta Tirk re ye.

Ji ber ku di sala 2016 ‘an de şer dest pê kir, PDK’ê bi rengekî neyekser li aliyê dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şer kir lê nekarî yekser tev li şer bibe. Gelê Kurd tu carî helwesta hevkariyê ya PDK’ê rewa nedît û li çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan da.

Bê guman heke tevgera azadiyê û rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava gelê Kurd de kokeke bi vî rengî negirta û heke PDK’ê jî desteka girseyeke gelekî biçûk jî bigirta, dê ji zû ve yekser tev li şer bibûya.

Tevî hemû bertekên gelê Kurd jî PDK li herêmên gerîla avakirina baregehan didomîne. Heta kemînan datîne ber gerîla û şehîd dike. Cenazeyên gerîla radestî malbatên wan nake û terora dewleta Tirk jî derbas dike.

Di vê qonaxê de di çapemenî û raya giştî ya Başûrê Kurdistanê de hate nîqaşkirin ku PDK rasterast tev li şer dibe. KCK’ê di daxuyaniya xwe ya dawîn a krîtîk de diyar kir ku agahî hene ku PDK dê bi dewleta Tirk re di nava êrîşkariyeke nû de cih bigire. Rojek piştî daxuyaniyê rayedarekî PDK’ê agahî da ku PDK dê beşdarî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 15’ê Nîsanê bibe.

Tê fêmkirin ku hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re di nava PDK’ê de jî nayê qebûlkirin. Pêşmerge dibêjin kew ê tev li şerekî bi vî rengî nebin. PDK li şûna pêşmergeyên ku nikare tev li şer bike, yekîneyên taybet û formasyonên çeteyan ava dike. Tu eşîran jî daxuyanî neda ku ew ê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd şer bikin. Malbata Barzanî tevahiya gelê Kurdistanê û bi taybetî jî yê Başûr hildide hemberî xwe û li dijî gelê Kurd şer geş dike.

PIŞTÎ NÊÇÎRVAN, MESRÛR BI HAWARÊ DE ÇÛ

Dan û standinên veşartî an jî aşkera yên berê li aliyekî, herî dawî Erdogan bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt û vê carê jî Mesrûr Barzanî kir mêvan. Erdogan piştî civîna bi Nêçîrvan Barzanî re got “Li Iraqê dê gelek tişt biguherin” lê xuya ye dîtiye ku zêde tiştek neguheriye û vê carê bi Mesrûr Barzanî re rûnişt. Ji hevdîtinê ku Sefîn Dîzeyî yê pêwendiyeke xwe ya xurt bi dewleta Tirk re heye, tê de hazir bû, dîmenên balkêş ketin ser medyayê.

Carinan ji ber nerazîbûna raya giştî ala Herêma Kurdistanê di hin dan û standinan de xuya bibe jî, lê Erdogan aşkera dike ku ew ala Herêma Kurdistanê nas nake.

Detayeke girîng jî, nebûna hevdîtineke li gorî protokola dewletê ye. Heke hevdîtina bi Mesrûr Barzanî re di asta serokatiyê de li Tirkiyê pêk were, ku sîstema serokatiyê lê heye, divê Mesrûr Barzanî bibe hevtayê Erdogan. Lê belê Mesrûr Barzanî li hember serokê MÎT’ê Hakan Fîdan rûnişt û di hevdîtinê de derket holê ku Mesrûr Barzanî hevtayê kê ye.

Wekî tê zanîn, Hakan Fîdan zarokekî malbateke xizan e ku ji navçeya Erdîş a Wanê ye û li dijî gelê xwe kirine kujer. Mesrûr Barzanî kirin hevtayê Kurdekî devşirme û xizmetkarê dewleta Tirk.

Mesrûr Barzanî her çend daxuyaniyeke wêrek nedabe û gotibe di hevdîtinê de qala pirsgirêkên ‘herêmê’ kirine û heta ji gotina ‘Kurdistan’ jî xwe dabe alî jî, çapemeniya Tirk û ya Erdogan, Mesrûr Barzanî weke alîgir û hevparê şerê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd nîşan da. Naveroka civînê bê guman nokeriya Barzaniyan a di şerê li dijî gelê Kurd de bû.

GEL LI HEMBER HEVKARÎ Û XIYANETÊ BÊ DENG NAMÎNE

PDK an jî nemaze malbata Barzanî tiştên xeternak dike. Niha hatiye îspatkirin ku tevgera azadiyê tesfiye nabe, lê malbata Barzanî dibe nefesa dewleta Tirk. Gelê Kurd dê vê yekê qebûl neke. Gelê Kurd di Newrozê de bi milyonan daket qadan. Ev helwest ne tenê li dijî siyaseta înkar û komkujiyê ya dewleta Tirk bû. Divê malbata Barzanî aliyê herî girîng ê vê helwestê di ber çavan re derbas bike, ji ber ku peyameke herî girîng a vê helwestê li dijî hevkariyê bû.

Gelo malbata Barzanî difikire ku heke li dijî tevgera azadiyê ya Kurd dest bi şer bike û di pozîsyona xwe ya heyî de israr bike, gelê Başûr ku li dijî Sedam Raperîn kir an jî gelê Cizîrê ku serî li ber komkujiyan netewand, dê bê deng bimînin?

ÇAVKANÎ – ANHA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

DGH’ê li Stenbolê li dijî tecrîdê 10 wesayîtên faşîstan şewitand

Nivîsa Pêş

Ciwanê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate qetilkirin, hate veşartin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk a dagirker li Rûbarûkê ciwanek qetil kir

Ciwanê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate qetilkirin, hate veşartin

Malbata Şenyaşar: Têkoşîn neyê kirin, mirov rûmeta xwe jî winda dike

Malbata Şenyaşar: Kesên ku birîndar li ser sedyeyan qetil kirin hêj ji tên parastin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.