Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Vîna Şingaliyan ji têlan qehîmtir e

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
14/04/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Vîna Şingaliyan ji têlan qehîmtir e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Aysel AVESTA nivîsand
Dewleta Tirk, hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK ji bo hizûra xelkê Şingalê xira bikin, her rê û rêbaza qirêj diceribînin.
Xelkê Şingalê îsal jî çarşema serê Nîsanê bi berxwedanê pêşwazî dike. Dewleta Tirk, hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK ji bo hizûra xelkê Şingalê xira bikin, her rê û rêbaza qirêj diceribînin. Ji bo koka vê civaka qedîm biqelînin, destpêkê çeteyên DAIŞ’ê xistin dewrê da ku fermana wan rakin. Lê berxwedana parazvanên dozê hesabê wan ên gemarî têk birin. Paşê bi peymana 9’ê Cotmeha 2021´ê xwestin pergala wan a ku bi berdêlên giran hatibû avakirin, ji hev bixin û bela wela bikin. Xelkê Êzîdî tevî pêkhateyên herêmê bi berxwedanê ew pîlanên wan pûç kirin.

Niha jî hikûmeta Kazimî bi dorgirtinê û bi çêkirina dîwaran, dixwazê vîna civakê teslîm bigire. Ev nêzî mehekê ye ku artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû da ku sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şingalê de bigire. Ew baş dizanin ku ew sînor ji bo civaka Êzîdî gelek girîng e.

Di Fermana 2014’an de bi hezaran Êzîdî di vî sînorî re ji qirkirinê hatin rizgarkirin. Armanc ji vê êrişê valakirina Şingalê ye. Jixwe, PDK’a ku pişta xwe daye dewleta Tirk ji bo têkbirina vê civakê tişta jê tê, dike. Ew wer difikirin û hesab dikin ku wê ev dîwar civakê hewceyî wan bike. Divê baş bê zanin ku vîna cîvaka Êzîdî û bi taybetî jî ya jinan ji têlên wan ên hesînî qewîntir û qehîmtir e.

Me ev biryardarî di êrişên PDK’ê yên li dijî Xanesorê de pirr baş dît. Me dît bê dayik çawa li ber êrişên wan rabûn û destûr nedan ku derbasî axa wan bibin. Niha jî lêkirina dîwar wê ticarî nikaribe Kurdan ji hev qut bike û nehêle ku Şingal bê Şingalî bê hiştin.

Dagirkerên Kurdistanê berê di dîrokê de ev rêbaz bi kar anîne jixwe. Bi peymana veşartî ya Sykes-Picot re Kurdistan kirin çar parçe, lê Kurdan ti carî ev sînorên ku hatin xêzkirin, nas nekirin, bi wan razî nebûn.

Piştî ewqas destketî, dijmin çi bike bila bike, dê ji îro û pê de jî nikaribe gelê Kurd ji hev qut bike, ji ber ku ev gel êdî xwedî îradeyeke xurt e. Xwedî pergala xwebirêvebirin û parastinê ye. Bi taybetî civaka Êzîdî piştî 74 fermanan, çara yekemîn e li ser axa xwe ya pîroz dibe xwedî pergal. Êdî civaka Êzîdî, bi tahma azadiyê hisiaya, pê tamişkî bûye. Ne pêkan e ku piştî 3’yê Tebaxa 2014’an pişta xwe bi hikûmeta Iraqê û PDK’ê qewîn bike. Di nava 8 salan de li Şingalê gelek tişt hatin guhertin. Piştî êşên mezin, niha hemû beşên civakê, pergala xwe hûnaye û li ser axa xwe bê minet dijîn.

Piştî çend rojên din civak wê cejna xwe ya Çarşema Sor pîroz bike. Salên bihurî, civaka Êzîdî Cejna Çarşema Sor li nava xwezayê, li ber cihên xwe yên olî bi şahiyên mezin, pîroz dikir. Lê piştî fermanê civak bi dilekî xemgîn cejnên xwe pîroz dike. Îsal jî wer diyar e, wê di bin siya êrişan de ev cejn bê pîrozkirin.

Ez bawer dikim ku tevî êriş û pîlanên hikûmeta Iraqê, dewleta Tirk û PDK’ê yên ji bo jihevbelavkirina Şingalê jî, civaka Êzîdî wê bi ruhê berxwedanê cejna Çarşema Serê Salê, pîroz bike. Çawa heta niha ev cejn li gorî wateyên xwe hatine pîroz kirin, pêwîst e di vê cejnê de jî dubarê van peyama bide dijmin: Tevî ferman û êrişan hemûyan, me dev ji çand û baweriya xwe bernedaye û em ê bernedin.

Ya din jî divê bibêjin, em dîwarên ku hûn deynin, nas nakin. Em ê li ser xaka xwe ya pîroz bimînin û Şingalê ji were nehêlin. Çi qas cejn bi coş were pîrozkirin, ewqasî jî wê pîlan û hesabên dijminan pûç û vala bibin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Tu li çiya mezin buyî

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Tu li çiya mezin buyî

Tu li çiya mezin buyî

Li dijî tecrîd û polîtîqayên zindanan Ciwanên Welatparêz li Wanê xebatên nivîsandinê pêk anîn

Li dijî tecrîd û polîtîqayên zindanan Ciwanên Welatparêz li Wanê xebatên nivîsandinê pêk anîn

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şîrketa yekitiya berjewendiyan ango AKP belav dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.