Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gelê Dêrsîmê li dijî îşkenceyê rabû – Dewlet çete ye!

Ciwanê bi navê Dogukan Gul li gel sê hevalên xwe di 11’ê nîsanê de li Taxa Ataturk a Dêrsimê hatibû binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Bajêr îşkence lê hatibû kirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê bi armanca bertek nîşanî îşkenceyê bidin li Kolana Hunerê daxuyanî da.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
13/04/2022 - 15:35
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Gelê Dêrsîmê li dijî îşkenceyê rabû – Dewlet çete ye!
ParvekeTweet

DÊRSIM – Hêzên Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî tundiya polîsan a li Dogûkan Gul dan. Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu yê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Heke hêzên ewlehiyê weke çeteyan tevbigerin, gelê me jî wê xwe bi xwe biparêze.”

Ciwanê bi navê Dogukan Gul li gel sê hevalên xwe di 11’ê nîsanê de li Taxa Ataturk a Dêrsimê hatibû binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Bajêr îşkence lê hatibû kirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê bi armanca bertek nîşanî îşkenceyê bidin li Kolana Hunerê daxuyanî da. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onlû, endamên Meclîsa HDP’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankartên “Em ê teslîmî faşîzmê nebin, polîsên îşkencekar wê hesab bidin” û “Ji îşkenceyê re na” hatin vekirin û dirûşmeyên “Dêrsim wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Polîsên îşkencekar wê hesab bidin”, “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin.

Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Dêrsimê Gurbuz Solmaz diyar kir ku piştî îşkenceyê Gul serî li ÎHD’ê daye û bi lêv kir ku li dijî neheqiyên diqewimin tu caran bêdeng nemane. Solmaz, anî ziman ku tundiya polîsan a li ser Gul şermezar dikin û diyar kir ku îşkenceya li Gul hatiye kirin sûcê mirovahiyê ye.

BAROYA DÊRSIMÊ: EM HIŞYAR DIKIN

Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn jî bi lêv kir ku piştî bûyerê bi saziya rayedar û gelek kesan re hevdîtin kirine û diyar kir ku her cure mudaxileya bedena mirovan “sûcê mirovahiyê ye”. Çetîn, destnîşan kir ku weke baro wê şopdarên bûyerê bin û wiha got: “Piştî bûyerê hin welatiyên din jî xwe gihandin me. Ev jî nîşan dide ku ev bûyer ne cara ewil e. Dema ev serlêdan veguherîn fermiyetê wê demê em ê bi çapemeniyê re parve bikin. Bila kes Dêrsimê weke milkên bavê xwe nebine. Em weke baro bi awayekî cidî hişyar dikin; em vê ji hêzên ewlehiyê û amirên mulkî û îdarî re dibêjin: Bûyerê bi awayekî zelal ji raya giştî re parve bikin û peywîrdarên cemaweriyê yên weke îdarî îhmala wan di bûyerê de hene demildest ji peywîrê bigirin. Daxwaza me ev e.”

‘BÛYEREKE EDLÎ NÎNE’

Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu jî wiha got: “Ev faşîzm ne tenê ciwanên me yên li Dêrsimê, her wiha jin, xweza, gel, kedkar û wijdanên me li her dera Kurdistan û Tirkiyeyê qetil dike. Daxuyaniya ku Walitiyê têkildarî bûyerê kirî ji bûyerê xerabtir e. Ev ne hêzên ewlehiyê yên gel di parêzin in. Ev bûyer ne bûyereke edlî ye bûyereke kirêt e. Ev êrîşeke dijminane ya li ser ziman, çand, bawerî, her tiştê gel e. Ew çete ne. Walî û serokê AKP’ê yê bajêr bi awayekî metirsîdar dilîzin. Eger hûn lêgerîna mafan ji çeteyên bi vî rengî re bihêlin, ev gel wê tedbîrên xwe bigire. Eger hêzên ewlekariyê mîna çeteyan tevbigerin, ciwanên me, gelê me wê xwe bi xwe biparêzin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Xwendekarên zanîngehê li dijî nedayîna bûrsê nerazîbûn nîşan didin

Nivîsa Pêş

Di girtîgehan de ciwanên Kurd bi îşkenceyan ve dikujin – Li ser cenazeyê Yilmaz şopên îşkenceyê!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Di girtîgehan de ciwanên Kurd bi îşkenceyan ve dikujin – Li ser cenazeyê Yilmaz şopên îşkenceyê!

Di girtîgehan de ciwanên Kurd bi îşkenceyan ve dikujin - Li ser cenazeyê Yilmaz şopên îşkenceyê!

Bi mehan e qargoyan nadin girtiyên li Girtîgeha Patnosê

Mudurê Zindana Panosê Mustafa Kiliç û Sergardiyan Mikail Anuk îşkenceyê girtiyan dikin

Manşet

  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.