Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA Star: Her agirê Newozê wê bibe nîşaneya dilsoziya rasteqîn a Rêbertî re

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Em bi çoşiya ku dijmin bişkînin Newroza sala 2022'an pîroz dikin. Ev berxwedana ku her kêliya wê raman, berxwedan, fedakarî û wêrekiyeke mezin e, bi her kêliyê dijmin kezebreşî dike. Heta azadiyê berxwedan felsefeya jiyanê ya sereke ya gerîlayên me YJA Starê ye. Asta şer çi dibe bila bibe, berxwedan û gihaştine serfiraziyê mîrateya şehîdan e ku ji me re hiştine.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
20/03/2022 - 12:29
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Gerîlayên YJA Starê li Çiyayên Azad 8’ê Adarê pîroz kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em, Newroza ku gelê me weke cejna vejîn û azadiyê pîroz dike bi dirûşma ‘Dem dema serketina Şerê Gel ê Şoreşgerî ye’ pêşwazî dikin. Di serî de Rêberê me yê ku agirê azadiyê diyarî me kiriye, di şexsê hevrêyên me Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema yên ku bi vî agirî bûn Newroz, Nerozê li şehîdên me pîroz dikin. Em soz didin ku ji bo dilsoziya bi bîranînên wan re Newrozê bi wateya xwe ya rasteqîn bi ser bixînin û bigihînin azadiyê. Em bang li gelê xwe dikin ku li qadan agirê Newrozê gur bike û bi Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bike û ‘her roja nû’ bike roja serketinê.

Em xwedî dîrokeke bêhempa ne ku bi fedakariyên bêdawî û berdêlên giran hatiye afirandin. Me bi hêsanî xwe negihand van rojan. Bi keda bi deh hezaran şehîdan em Sala 50’emîn a Newrozê pîroz dikin.”

‘HER NEWROZ NEWROZA ŞEHÎDAN E’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bi sê darikên niftikê rê ronî kir û Zekiye Alkan jî li ser şopa vê rêyê di Newroza 1990’î de agirê raperînê di bedena xwe de geş kir û nîşan da ku li Kurdistanê hêviya azadiyê dikare pêk were. Zekiye, bi dengekî Newroz pîroz kir, ku bêdengiya dixwestin li Kurdistanê ferz bikin çirand. Di Newroza 1992’an de Rahşan Demîrel ji dewleta Tirk a faşîst re got, ‘Eger hûn destûrê nedin ku em Newroza xwe bi şewitandina lastîkan pîroz bikin, em ê jî Newrozê di bedena xwe de pîroz bikin’ û ispat kir ku kes nikare li pêşiya gelekî dixwaze azad bibe, bibe asteng. Di Newroza 1994’an de Ronahî û Bêrîvan li navenda Ewropayê, li Elmanyayê ku piştevanê herî mezin ê komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan e, bûn Newroz û nîşan dan ku gelê Kurd di ti şert û mercî de bêedaletî û neheqiyê qebûl nake. Di Newroza 1998’an de Sema Yuce li dijî êrişên li zindanên sîstema faşîst ên Tirk ên li dijî îradeya mirovan, weke dilsoziya rasteqîn a bi Rêbertî û şehîdan re meha Adarê veguherand pireke ji êgir. Her Newroz Newroza şehîdan e. Bi dilsoziya bi şehîdan re em dikarin deynê şehîdan bidin. Dilsoziya rast jî bi mezinkirina agirê berxwedan û raperînê dibe ku şehîdan pêxistine. Her agirê Newrozê wê baweriya bi azadiyê gur bike. Her agirê Newozê wê bibe nîşaneya dilsoziya rasteqîn a bi şehîdan û Rêbertî re. Her agirê Newrozê wê bibe qîrîna raperînê ya gel a ber bi serketinê ve dimeşe.

‘HETA KU RÊBERÊ ME AZAD NEBE WÊ LÛLEYÊN TIVINGÊN ME TIMÎ SINCIRÎ BIN’

Em şahidiyê yek ji şerê herî tirsnak ê dîroka şaristaniyê ya pênc hezar salî re dikin. Ev rastiya şerê Dehaqî ku di serî de jin li dijî ciwan, zarok û tevahiya civakê koletiyê ferz dike, her roj hîn bêhtir nirxên mirovahiyê tune dike. Cihê kêfxweşiyê ye ku em xwedî rastiyeke PKK’ê ne ku li dijî makîneyên şer ên robotbûyîna Dehaqan a heta hucreyan civakê dihêre. Em îro li çiyayên Kurdistanê li binê her tehtî, li bin siya her darê, li qiraxa her çemî bi çeka xwe ya azadiyê di çeperê de ne. Me bi ruhê Siyanê dest bi sala 2021’ê kir û berxwedan mezin kir, lehengiyên mezin û berxwedanên destanî li dîroka Kurd neqişand. Li her devera Kurdistanê ku gav avêtinê me derbên giran li artêşa Tirk xist û kirin ku berdêle giran bidin. Dijmin di sala 2021’ê de lawaz bû, paşve ket. Her ku di siyaseta navxweyî de xitimî êrişî Kurdistanê kir, polîtîkayên şer meşand û wê hîn jî bimeşîne. Em zanin ku rejîmeke faşîst a ewçend hovane, ji bilî şerkirinê çareyeke xwe nemaye. Ev şer wê bibe şerê me yê dawî yê bi rejîma Tirk a faşîst re, ji ber ku wê hêza rejîma faşîst a Tirk nemîne ku li hemberî gerîla bisekine. Rejîmeke şer a ku ji bo têkçûna xwe ya li hemberî gerîla binixumîne hîn bêhtir şer dike, li ser serê gelên Tirkiyeyê û herêmê bûye belayekî mezin. Yekane hêza ku li dijî belayê dewleta Tirk li ber xwe dide em in. Dijmin êdî rastiya me ya berxwedanê qebûl kiriye û zane ku li hemberî gerîla ti carî nikare bi ser bikeve. Ji bo vê jî bi operasyonên xapandinê hewl dide serê gelê me tevlîhev bike. Lê belê divê gelê me zanibe ku ji bilî berxwedana heta serketinê em ê rêyeke din nas nekin. Me soz dane ku vî dijminî têk bibin, me soza serketinê dane Rêberê xwe, şehîdên xwe û gelê xwe. Em ê tecrîda giran a 24 salan ku li dijî Rêberê me tê meşandin, ti carî ji bîr nekin. Ji ber tecrîda li ser Rêberê me em gelekî bi hêrs in. Ev hêrs wê me bigihîne şerê serketinê yê mezin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê hesabê vê tecrîdê bipirsin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger nekin wê lûleya tivinga me sincirî be. Çekên me ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê me, ji bo hilanîna tola şehîdan û zilma li gelê me tê kirin wê her roj biteqin.’

‘EM NEWROZA 2022’AN BI RIHÊ SERFIRAZIYÊ PÎROZ DIKIN’

Me YJA Starê bi rihê serfiraziyê dest bi sala 2022’an kir, em bi rihê serfiraziyê Newroza sala 2022’an pêşwazî dikin. Em bi çoşiya ku dijmin bişkînin Newroza sala 2022’an pîroz dikin. Ev berxwedana ku her kêliya wê raman, berxwedan, fedakarî û wêrekiyeke mezin e, bi her kêliyê dijmin kezebreşî dike. Heta azadiyê berxwedan felsefeya jiyanê ya sereke ya gerîlayên me YJA Starê ye. Asta şer çi dibe bila bibe, berxwedan û gihaştine serfiraziyê mîrateya şehîdan e ku ji me re hiştine. Em pê dizanin ‘teslîmbûn îxanetê, berxwedan serfiraziyê tîne’. Bi vê dirûşmê em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku tevlî nav refên azadiyê bibin. Bi qasî ku em nêzî azadiyê bûne di dîrokê de ti caran em ewqasî nêzî nebûne. Divê gelê me bi vê bawer be û rêxistiniya berxwedanê mezin bike. Divê mirov Newrozê bi berxwedanê pîroz bike, rêbazên şerê taybet ên rejîma dewleta Tirk pûç bike. Şerê şoreşgerî yê gel ku bi gerîla re gihaştiye hev wê bibe derba dawî li dijmin hatî xistin. Bi vê baweriyê em careke din gelê xwe silav dikin û sond dixwin ku di Newrozên serfiraz de bigihijin hev. Em Newroza Rêbertiya xwe, şehîdên xwe û gelê xwe pîroz dikin, em bang li hemû jin, ciwan û gelê xwe dikin ku agirê Newrozê geş û gur bikin. Berxwedan û têkoşîna me bi qasî sindana di dest Kawa de wê qeyîm, bi qasî agirê di bedena Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî û Sema de sohtinî be. Sonda me ya anorê heta serfiraziyê geşkirina berxwedanê ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bi sed hezaran kesî herikîn ber keleha Wanê – “Bijî Serok Apo”

Nivîsa Pêş

Gel ji qada Newrozê azadiya Rêberê Gelan diqîre

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Gel ji qada Newrozê azadiya Rêberê Gelan diqîre

Gel ji qada Newrozê azadiya Rêberê Gelan diqîre

Li Êlihê bi deh hezaran ji qada Newrozê bang kirin; “Be serok jiyan nabe”

Li Êlihê bi deh hezaran ji qada Newrozê bang kirin; “Be serok jiyan nabe”

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.