Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Besê Erzîncan: Jin bi avakirina sîstem û rêveberiya xwe dikarin xwe bigihînin azadiya rasteqîn

Besê Erzîncan bal kişand ser şerê Rûsya-Ûkraynayê ku niha di rojeva cîhanê de ye û anî ziman, ku vî şerî bi rengekî eşkere nîşan daye, bê mêr ê hegemonîk cîhan aniye kîjan astê.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
09/03/2022 - 11:29
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan di beşa duyemîn a hevpeyvînê de bandora şerê hegemonîk a li ser jinan û rê û rêbazên têkoşîna li dijî vî şerî nirxand.

‘ŞERÊ RÛSYA-ÛKRAYNAYÊ ŞERÊ SERWERIYÊ YÊ HÊZÊN HEGEMONÎK E’

Besê Erzîncan bal kişand ser şerê Rûsya-Ûkraynayê ku niha di rojeva cîhanê de ye û anî ziman, ku vî şerî bi rengekî eşkere nîşan daye, bê mêr ê hegemonîk cîhan aniye kîjan astê.

Besê Erzîncan şerê Rûsya-Ûkraynayê weke şerê serweriyê yê hêzên hegemonîk pênase kir û wiha axivî:

“Şerê welatên Emerîka-Ewropa-Rûsya, şerê hîn bêhtir serwerî û desthilatdariyê ye. Nêzîkatiya durû ya Ewropayê bi vî şerî re eşkere bû. Em zanin ku di şerê Efganistan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê de çi hate serê gelan. Emerîka û Ewropa li Rojhilata Navîn li hemberî şer, parçebûn, koçberî, revandin û destavêtina li jinan bêdeng, bêhelwest man, lê di şerê li Ûkraynayê de pêkanînên herî giran li Rûsyayê ferz dike. Edalet, wekhevî û alîkariya mirovî divê ji tevahiya mirovan re bê nîşandan. Eger nayê nîşandan hingî durûtî û dereweke mezin tê kirin. Em weke hêzên azadîparêz, rastî û bêedaletiya desthilatdariya heyî baş zanin. Lê belê bûyerên ku li dora şerê Rûsya-Ûkraynayê diqewimin ji gelek aliyan ve ji bo mirovahiyê bûne mijarên ders derxistinê, hînbûna rastiyan.

‘DI VÎ ŞERÎ DE, EM JIN LI ALIYÊ AZADIYA GELAN E’

Li ser vê bingehê, li dijî polîtîkayên şer ên netewe-dewletan bi taybetî jî NATO’yê, divê jin û mirovahî di asta cîhanî de tevgereke aştiyê bi rêxistin bikin. Di vir de divê mirov xwe nedin aliyê Ûkrayna yan jî dewleta Rûs, girîng e ku mirov li ber zîhniyeta hilweşîner, talanker, dagirker, alîgirê şer, mêtinger a dewletperestiya sîstema global rabin.”

Besê Erzîncan diyar kir ku modela netewe-dewletê mirin, koçberî û kolekirin li mirovahiyê ferz kir û got, “Lewma di şerê heyî de aliyê me jinan aliyê azadiya gel û jinan e. Lewma gelekî girîng e ku li tevahiya cîhanê gel li dijî sîstema global a desthilatdarî û dewletperestiyê xwepêşandanan pêk bînin û daxwaza aştiyê di vê çarçoveyê de bilêv bikin. Xwedîderketina li gelên Ûkraynayê bi rabûna li ber modela netewe-dewletperestiyê dibe. Jin, kedkar û hêzên demokrasî û azadiyê yên herdu welatan divê hem li ber sîstema dewletperest a welatên xwe hem jî li ber sîstema hegemonîk a global rabin.”

Besê Erzîncan anî ziman ku dema ew bala xwe didin ser rewşa tevgerên jinan ên li cîhanê, dibînin ku li her derê li dijî sîstema mêr ê serwer berxwedan dewam dike û got, “Mînaka herî zindî ya vê yekê jî jinên Efganistanê ye. Li dijî tevgereke mîna Talîbanê ku dijminê jinê ye, çalakiyan li dar dixin. Ev yek nîşan dide ku jin çiqasî bi azadiyê ve girêdayî ne. Lewma em berxwedana jinên Efgan silav dikin.

Bi vî şerî re eşkere bû ku ji bo rizgariya ji sîstema bi serweriya hegemonîk, çalakiyên hevpar ên jinan di asta cîhanî û herêmî de gelekî girîng e.

‘JIN BI AVAKIRINA SÎSTEM Û RÊVEBERIYA XWE DIKARIN XWE BIGIHÎNIN AZADIYA RASTEQÎN’

Têkildarî rê û rêbazên têkoşîna jinan a li dijî şerê bi zîhniyeta dewlet a mêr, Besê Erzîncan wiha axivî:

“Jin bi avakirina sîstem û rêveberiya xwe dikarin xwe bigihînin azadiya rasteqîn. Sîstema mêr a serwer a global ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan têk bibe û potansiyela wê di nava sîstema xwe de bihelîne, ji bo karibe temenê sîstema xwe ji nû ve dirêj bike, stratejî û taktîkên cuda dike. Mînak li gelek saziyên dewletê, wezaretan jin hatin bicihkirin. Armanc ji vê yekê ew e ku têkoşîna azadiya jinê di nava sîstema dewletê de bihelînin. Ji aliyekî ve ked, hunera jinê ji bo sîstema mêr a serwer tê bikaranîn, li aliyê din jî ji bo dirêjkirina temenê sîstema heyî jin weke amûrekê tê bikaranîn. Lê belê jinên azadbûyî û têgihiştî vê polîtîkayê fêhm dikin û têdikoşin.

Jin ne li nava saziyên dewletê lê belê li derveyî dewletê bi avakirina rêveberî û sîstema xwe dikarin azad bibin. Bi bicihanîna konfederalîzma jinê ya demokratîk a li her qada jiyanê dikarin bi ser bikevin. Divê têkiliya xwe bi dewletê re bi temamî qut bikin û sîstema xwe ava bikin. Weke jinên Kurd di avakirina xwerêveberiyê de divê em bi erka pêşengiyê rabin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Navenda jinan Utamara

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir 6 bajarên Tirkên faşîst de agirê tolê pêxist

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Zarokên Agir 6 bajarên Tirkên faşîst de agirê tolê pêxist

Zarokên Agir 6 bajarên Tirkên faşîst de agirê tolê pêxist

Zilma Dewleta Tirk ya li zindanan didome – Ruxmê ku cezayê wê qediyaye dîsa jî bernadin

Zilma Dewleta Tirk ya li zindanan didome - Ruxmê ku cezayê wê qediyaye dîsa jî bernadin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Amara Şehba: Modela Rojava Rê ji Jinan re Nîşan Dide

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga xwedîderketina gerîla Hatem Ozdemir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.