Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Malbata Şenyaşaran: Navbera Riha û Pirsûsê 42 kîlometre ye, 352 roj in em her roj li ser vê rêyê diçin û tên

Çalakiya nobedê ku 9'ê Adarê dest pê kir di roja 352’an de didome.Dayik û kurê xwe piştî ku di telefonê de bi Fadil Şenyaşar ê di Girtîgeha Xarpêtê de axivîn, ji Pirsûsê ber bi Rihayê bi rê ketin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/02/2022 - 13:34
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Malbata Şenyaşaran: Navbera Riha û Pirsûsê 42 kîlometre ye, 352 roj in em her roj li ser vê rêyê diçin û tên
ParvekeTweet

RIHA – Emîne Şenyaşar ku 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Çalakiya nobedê ku 9’ê Adarê dest pê kir di roja 352’an de didome.Dayik û kurê xwe piştî ku di telefonê de bi Fadil Şenyaşar ê di Girtîgeha Xarpêtê de axivîn, ji Pirsûsê ber bi Rihayê bi rê ketin.

‘HETA KU EDALET PÊK WERE WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’

Malbatê diyar kir ew her roj 42 kîlometreyan ji Sirûcê diçin Rihayê û li ber lewheya Rihayê ya di têketina bajêr de daxuyaniya xwe da. Ferît Şenyaşar got “Me xwest em balê bikişînin ser vê rêya ku em her roç diçin û tên. Navbera Riha û Pirsûsê 42 kîlometre ye, 352 roj in em her roj li ser vê rêyê diçin û tên. Her roj li ser vê rêyê qeza çêdibin.Me her tişt da ber çavê xwe, em ê dev ji vê rêyê bernedin. Heta ku edalet were Rihayê em ê biçin û bên.”

Ferît Şenyaşar diyar kir birayê wî Fadil Şenyaşar 4 sal in di hucreyeke yekkesî de girtî ye û got “Doz bi awayekî li dijî hiqûqê kirin du parçe. Dosyeyek li Rihayê ye û dosyeya li nexweşxaneyê jî li ser wê biryara nepeniyê heye. 3 kes hatin qetilkirin lê tu kes nehatine girtin. Bêhiqûqî didome. Dosyeya ku ceza li birayê min birîne jî li Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê ye. Em ê ji niha û şûnde hin rojan biçin pêşiya Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê û em ê li wir nobeda xw bidomînin. Birayê min bi biryareke siyasî girtî ye.

Piştre jî Emîne Şenyaşar axivî û wiha got: “Ev nêzî salekê ye em li ber deriyê dadgehê nobetê digirin. Heta ku zarokê min tê berdan jî dê ev nobeta me berdewam bike. Ev saleke em di rêya Pirsûs û Rihayê de tên û diçin. Kurê min weke dîlekî tê girtin. Bila kurê min berdin û em jî li mala xwe rûnin. Bila êşa me hinek sivik bibe. Kesên ku komkujî kirin çima nayên girtin? Ma ev çi edalete wiha? Heke ez bimrim jî dê di vê rêyê de bimrim. Êdî bes e. Ev çi wijdan e? Ma edalet ev e?”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jineke ciwan dîsa ji aliyê zilamekî ve hat şewitandin

Nivîsa Pêş

Sembola Têkoşîna Enternasyonal: Andrea Wolf-Ronahî

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Sembola Têkoşîna Enternasyonal: Andrea Wolf-Ronahî

Sembola Têkoşîna Enternasyonal: Andrea Wolf-Ronahî

Leyla Guven: Divê mirovahî ji êrîşan re bêje ‘rawest e’

Li dijî Kurdistanê lêpirsîn - Dîsa Kurdistan!

Manşet

  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.