Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Şehîdên me yên leheng meha Mijdarê kirine meheke rasteqîn a PKK’ê

Komîteya Rêveber a PKK: Şehîdên me yên leheng ku bi rengê fedaiyîtiyê bi xeta Apoyî, jiyana azad û welatparêziya Kurdistanê ve hate girêdan, her tiştên ku pêwîstiya me pê heye, her hest, fikir û hêza çalakiyê didin me.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
11/11/2021 - 14:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
PKK: Bi lezgînî pêwîstî bi Konferansa Neteweyî heye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê bang kir ku divê di meha Mijdarê de şehîd bi çalakiyên cihê werin bîranîn û rast werin fêmkirin û got “Divê em têkoşîna pêngavî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê bi xurtî geş bikin.”

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wisa ye:

“Em ketin meha Mijdarê ya ku meha PKK’ê ye. Em di salvegera avakirina fermî ya 43’emîn a PKK’ê de ne. Partî û gel em dikevin sala azadiya 44’emîn a bi pêşengiya PKK’ê. Di vê sala nû de em diyar dikin ku em ê pêngava Dem Dema Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser xeta serfiraziyê geş bikin.

EM 27’Ê MIJDARÊ CEJNA PARTIYÊ LI HER QADÊ BI COŞ PÎROZ BIKIN

Bi vê wesîleyê em salvegera avakirina 43’emîn a PKK’ê, Cejna Partiyê di serî de li Rêber Apo li hemû hevrêyan, li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger û demokratîk pîroz dikin. Em hemû şehîdên xwe yên ku bi şehîdê mezin hevrê Hakî Karer dest pê kiribû û îro heta bi qehremanên li Mam Reşo, Xelîfan, Zendûra û Xelîfanê, hemûyan bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Di sala 44’emîn a PKK’ê de em serkeftinê ji hemû kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin dixwazin. Jin û ciwan di serî de em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku 27’ê Mijdarê Cejna Partiyê li her qadê bi coş û heyecaneke mezin pîroz bikin!

EM SOZA XWE YA JIYÎNA BÎRANÎNÊN ŞEHÎDAN DUBARE DIKIN

Wekî ku tê zanîn PKK partiyeke Rêbertî û ya Şehîdan e. Rêber Apo gotiye ‘PKK partiyeke şehîdan e û şehîd PKK’yî ne’ . Li ser vê bingehê di nav Meşa Azadiyê ya Mezin de ya nîvsedsalê di her meha salê de, di hefte û rojê de şehîdên qehreman hatine dayîn. Meha Mijdarê ya ku meha me ya partiyê ye jî ji serî heta binî bi şehîdên qehreman tijî ye. Li ser vî esasî em hemû şehîdên xwe yên meha Mijdarê di şexsê Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê, Fermandara HPG û Biryargeha Navendî ya YJA-Starê hevrê Delal Amed de bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca şehîdên xwe yên qehreman û jiyîna bîranîna wan pêk bînin.

Çar sal ji ser şehadeta hevrê Delal Amed derbas bû. Hevrê Delal Amed li Amedê ya ku dilê Kurdistanê ye ji dayik bûbû û li wir mezin bûbû. Hevrê Delal piştre jî li Botanê ya ku keleha berxwedanê ya Kurdistanê de şehîd bû. Di vî çar salî de di bin fermandariya YJA-Starê ya ku pêşenga azadiya gel û ya jinên Kurd e, şerekî mezin ê tolhildanê û azadiyê hate meşandin. Bi sedan ciwan tevlî nav refên gerîlayan bûn û çeka azadiyê ya hevrê Delal rakirin.Di bin fermandariya Delal Amed a ku jineke ji Kurdistanê bû, hêzeke azadiyê ya xurt û şervantî ava bû.

Em bawer in di sala pêncemîn a şehadeta hevrê Delal de Tevgera me û gel em ê şerê azadiyê xurttir bimeşînin û em ê serkeftinên mezin bi dest bixin. Hêzên me yên gerîla yên qehreman yên Metîna, Zap û Avaşîn di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li hemû Kurdistanê destanan dinivîse, di bin fermandariya manewî ya fermandarên nemir hevrê Delal û Azê de, wê faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Li ser vê bingehê di salvegera 4’emîn a şehadeta wan de, em fermandarên nemir Delal Amed û Azê Malazgîr careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Wekî ku tê zanîn di meha Mijdarê 2012’an de li Zagrosê ya ku navenda me ya berxwedanê ye, me şehîdên mezin da. Di 3’ê Mijdarê de li Xakurkê Kerîm Şirnak û Hakî Ûrfa, di 18’ê Mijdarê de li Şemzînanê hevrê Şehîd Serdar şehîd bûn. Ev hevrê fermandarên Berxwedana Mezin a Şemzînanê ya di sala 2012’an de bûn. Ew zarokên mêrxas ên Botanê bûn û ji bo azadiya Kurdistanê jiyana xwe dan berxwedana gerîla û endamên Konseya Fermandariya HPG’ê bûn. Bi şehadeta xwe mêrxasiya Botanê û berxwedêriya Zagrosê derxistin lûtkeyê. Di sala dehemîn a şehadeta wan de em hevrê Reşîd, Kerîm û Hakî bi rêz û hurmet bi bîr tînin û diyar dikin di sala dehemîn de em ê bin fermandariya wan a manewî de şerekî mezin  bikin û tola wan bistînin.

Tê zanîn ku di Mijdara 2004’an de jî me Tevger û gel şehîdên mezin dane. Di 29’ê Mijdarê de li Mûsûlê Şîlan Kobanî ya ku endama me ya Komîteya Navendî bû û çar hevrêyên pê re şehîd bûn. Ev heval ji bo rêxistinkirina Şoreşa Rojava ya ku deh sal in bûye hêviya azadiyê ji ser Mûsûlê diçûn Rojava û ji aliyê yekîneyên pêşîn ên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi hovane êrişî Şengal û Kobanê kiribûn, hatibûn kuştin. Bi têkoşîna ji bo bîranîna wan, Şengal, Kobanî û Rojava hate rizgarkirin û çeteyên DAÎŞ’ê yên ku li serê mirovayetiyê bûbûn bela, derbeya herî giran a dîrokê de xwarin. Li ser vî esasî em salvegera 17’emîn a şehadeta wan de hevrê Şîlan Kobanî û koma pê re bi rêz û hurmet bi bîr tînin, diyar dikin ku bîranîna wan her roj di têkoşîna me ya partiyê de û di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de dijî.

Herî dawî par 10’ê Mijdarê lehengê warê şêran Dêrsimê, endamê me yê Komîteya Navendî, Fermandarê HPG’ê yê Dêrsimê fermandar hevrê Yilmaz Dêrsim şehîd bû. Şehîdê nemir ê meha Mijdarê, neviyê heqîqî yê Pîr Seyîd Riza hevrê Yilmaz, wasiyeta Welatparêzê Kurdistanê yê Mezin li erdê nehişt. Jiyana xwe feda kir û bi berxwedana gerîla careke din nîşanî her kesî da ku Dêrsim warê şêran e. Careke din ispat kir ku li Dêrsimê çekên azadiyê bêdeng nebûne û wê ti carî bêdeng nebin. Li ser vê bingehê fermandarê Dêrsimê hevrê Yilmaz di salvegera yekemîn a şehadeta wî de û pêşengê Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî di salvegera 84’an a şehadeta wan de bi rêz û minet bi bîr tînin. Em dibêjin ku di nava têkoşîna azadiyê de û li Dêrsima Azad em ê timî xwedî li bîranîna wan derkevin.

Tê dîtin ku meha Mijdarê ji destpêkê heta dawiyê bi şehîdan dagirtî ye. Ji Kazim Aydin ê ku Mijdara 1981’ê li Dêrsimê şehîd bû heta Yilmaz Dêrsim ê heman mehê sala 2020’î li heman warî şehîd bû, di her meha Mijdarê ya têkoşîna çil salî de û her roja meha Mijdarê de şehîdên nemir çêbûne. Divê em ji bîr nekin ku yên me gihandine vê serdemê û îradeya têkoşîn û jiyana azad dane me şehîdên me yên leheng in. Van şehîdên me yên leheng meha Mijdarê kirine meheke rasteqîn a PKK’ê. Şehîdên me yên leheng ku bi rengê fedaiyîtiyê bi xeta Apoyî, jiyana azad û welatparêziya Kurdistanê ve hate girêdan, her tiştên ku pêwîstiya me pê heye, her hest, fikir û hêza çalakiyê didin me.

Li ser vê bingehê di şexsê şehîdên mezin ên meha Mijdarê Seyît Riza û hevalên wî, hevrê Kazim Aydin, Yilmaz Dêrsim, Delal Amed, Azê Malazgîrt, Şîlan Kobanî, Reşît Serdar, Kerîm Şirnak û Hakî Ûrfa de, em şehîdên me yên têkoşînê û partiyê careke din bi rêz û minet bi bîr tînin; di serî de jin û ciwanan bang li tevahiya gelê me yê welatparêz û dostên xwe dikin ku tevahiya meha Mijdarê bi çalakiyên cuda şehîdên me yên leheng bi bîr bînin, rast fêhm bikin, têkoşîna pêngavî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê hîn bi xurtî pêk bînin.”

‘TOLA ÊRIŞA NEMERDANE WÊ TEQEZ BÊ HILANÎN’

Komîteya Rêveber a PKK’ê êrişa li dijî Yûsûf, Mihemed û Mazlûm Gulo şermezar kir û got, “Piştî ku daxuyanî hate amadekirin, me bihîşt ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê welatparêzê mezin Yûsûf Gulo û Mihemed Gulo, Mazlûm Gulo di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst-qirker de ku dijminê Kurdan e hatin qetilkirin. Em êrişa nemerdane ya navborî şermezar dikin, dostê dilsoz ê Rêber Apo Şehîd Yûsûf Gulo, Şehîd Mihemed û Mazlûm Gulo bi rêz û hezkirinê bi bîr tînin. Di serî de malbata Gulo em êşa gelê me yê Rojava û tevahiya gelê Kurd parve dikin. Em dibêjin ku tola vê êrişa nemerdane wê teqez bê hilanîn. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li şehîdên mezin derkevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Zarokên Agir ji bo tola malbata Gulo li 5 bajaran kargeh û wesayit şewitand

Nivîsa Pêş

Parêzeran ji bo bi Rêberê Gelan re hevdîtinê bikin serlêdan kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran dan

Parêzeran ji bo bi Rêberê Gelan re hevdîtinê bikin serlêdan kirin

KJK: Sekna Zîlan xetek e

KJK: Rejîma TC'ê ya faşîst bi vê êrîşa keşfê ya çekdar careke dî sûcê şer kiriye

Manşet

  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.