Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe ya li şehîdan dubare dikin ku armanca wan a ji bo jiyana azad û welatê azad teqez pêk bînin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/11/2021 - 13:16
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir û got, “Em soza xwe ya li şehîdan dubare dikin ku armanca wan a ji bo jiyana azad û welatê azad teqez pêk bînin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“22’ê Cotmeha 2021’ê li derdora gundê Qurdisê yê qada Omerya ya Mêrdînê, di operasyona artêşa Tirk a dagirker de, di navbera hêzên me û leşkerên dijmin de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Şoreş û Îsyan heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî û fedayî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şoreş Amed
Nav paşnav: Ahmet Koç
Cihê jidayikbûnê: Bismil
Dayik-Bav: Fatma-Mehmet Saît
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Cotmeha 2021 / Mêrdîn
Nasnav: Îsyan Tolhildan
Nav paşnav: Songul Ozgun
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Mekkiye-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Cotmeha 2021 / Mêrdîn

ŞOREŞ AMED

Hevalê me Şoreş li navçeya Bismilê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Sala 1994’an ji ber zextên dijmin neçar ma ku tevî malbata xwe ji gund derkeve û koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Ji ber welatparêziya malbatê, hevrêyê me Şoreş bi naskirina PKK’ê mezin bû û timî dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me hate kirin, sala 2001’ê di ser herêma Bagokê re tevlî nava refên azadiyê bû. Ji dema ku tevlî bû û pê ve bi tevlîbûna xwe ya bêhesab bal kişand û bi lez tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Gihîşt asta gerîlayê profesyonel û di vê çarçoveyê de sala 2005’an bi armanca çalakiyê çû Stenbolê. Lê belê bi bêşensî dîl hate girtin û 9 salan li zîndanên dijmin ma. Sala 2014’an piştî ku ji zindanê derket careke din berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Piştî ku hate çiyayên Kurdistanê di asta pêşengiyê de tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Şoreş ku di her karî û her cihî de ji xwe re serketin kir esas, kesayetiya serketina şoreşgerî di nava xwe de afirand. Li ber ronahiya felsefeya Apoyî kesayetiya xwe pak kir û ev ronahiya rastiyê gihand hevrêyên xwe. Weke kadroyekî fedayî ruhê pêvajoyê her tim bi rengekî baş fêhm kir û di vê çarçoveyê de pêşengî ji çalakiyên serketî yên leşkerî re kir. Hevrêyê me Şoreş ku bi erka fermandariya xurt û bi îdîa ya Gerîlatiay Modernîteya Demokratîk rabû 22’ê Cotmeha 2021’ê li Mêrdînê şehîd bû.

ÎSYAN TOLHILDAN

Hevrêya me Îsyan ku bi eslê xwe ji malbateke welatparêz a Mêrdînî ye li Amedê ji dayik bû. Hîn di temenê zarokatiyê de ked nas kir û li gel temenê xwe yê biçûk xebitî û alîkarî da malbata xwe. Hevrêya me Îsyan ku 12 salan li dibistanên sîstemê xwend, xwest bibe lêgerîner û rêwiya rastiyê, lê belê fêhm kir ku ji bo xwe bigihîne rastiyê divê têkoşîneke mezin bimeşîne. Di demekê de ku ev lêgerîn zêde bû, dest bi xwendina pirtûkên Rêbertî kir û biryar da ku têkoşîna ji bo jiyana rasteqîn li nava refên gerîla û çiyê bimeşîne. Sala 2010’an berê xwe da qadên azad. Ji kêliya ku tevlî bû û pê ve yek bi yek bersiva lêgerînên xwe dît û ji bo jiyanê bigihîne asta ku bê jiyîn, di kesayetiya azad de israr kir, bi îdîaya ku wateyê bide her tiştên bêwate di felsefeya Rêbertî de xwe kûr kir, ji xwe re kir esas ku bi nasnameya jin a azad tevlî jiyanê bibe. Hevrêya me Îsyan bi kesayetiya xwe ya serhildêr û şervan, bi sekna xwe ya serî natewîne li dijî her cûre paşverûtiyê bi biryardarî sekinî. Ji bo vê sekna xwe hîn encamgir û rêxistinî bike tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû, bi mîsyona fedayîtiyê rabû û meşa xwe ya şoreşê bi vî rengî mezin kir. Bi ked û têkoşîneke mezin xwe di rastiya heqîqetê de jinûve afirand, di nava jiyanê de bû şoreşgereke xurt, li ber çavên hevrêyên xwe hevrêyeteke bi hezkirinê tijî, li dijî dijmin jî bû dilekî fedayî yê bi hêrs. Hevrêya me Îsyan xwe fedayî vê jiyanê kir û sala 2016’an di dema herî giran a şer de berê xwe da qada Bakur, derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Hevrêya me Îsyan her tim jiyana bi rengê fedayî ji xwe re kir ersas û bi tevlîbûna xurt a li vê qadê navê xwe li serketiyên bi berxwedanê li rûpelên dîrokê nivîsand.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Soza ku me dane şehîdan em dubare dikin ku armanca wan a jiyana azad û welatê azad teqez pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet bi cih were em ê têkoşîna xwe dewam bikin

Nivîsa Pêş

Polîsên faşîst êrîş kir; Gelek xwendekar hatin binçavkirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Polîsên faşîst êrîş kir; Gelek xwendekar hatin binçavkirin

Polîsên faşîst êrîş kir; Gelek xwendekar hatin binçavkirin

Li dijî avahiya HDP’ê ya li Peyasê bi molotofan êrîş hat kirin

Li dijî avahiya HDP’ê ya li Peyasê bi molotofan êrîş hat kirin

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên YPJ’ê: Em morala herî mezin ji Rêbertiya xwe digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.