Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Roja Kobanê li Kobanê bi awayekî bi heybet hate pîroz kirin

Li Qada Şehîd Egîd, meş veguherî mitîngê. Li wir Heveserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û ev roj li şehîdan û li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
01/11/2021 - 19:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

KOBANÊ – Bi sedan şênî li Qada Jina Azad kom bûn û bi dirûşma “Bi ruhê 1`ê Mijdarê emê berxwedan û têkoşîna li hemberî dagirkerî û hovîtiyê berdewam bikin”, meşiya.

Beriya ku meş destpê bike, şandeyeke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê li Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Rîhab El-Nafi daxuyanî xwend û tê de ev yek hat gotin: “Dema vîna gelan bû yek, ev roj wek roja piştevaniya Kobanê hat diyarkirin. Bi van moralên pîroz, dema ku hinek gotin wê kobanê bi bin keve, bi bin neket û ji hemûya re îsbat kir ku bi saya vîna û berxwedana ciwanên herêmên cuda yên Sûriyê di nava YPG û YPJ`ê de û bi desteka şervanan intersyonalîst ji hemû warên cîhanê, serî ji kesekî re natewîne.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin:”Kobanê bûye paytexta berxwedanê ji ber ku sembola azadiyê, demokratiyê û destpêka bidawîbûna DAIŞ`ê dijminê mirovahiyê bi giştî ye. Kobanê yekitî û çaresnûsa hevbeş a gelê Sûriyê bi awayekî rastîn da rûniştandin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku jinên Kobanê ji hemû jinên li cîhanê bûne sembola berxwedanê û vîna azad û bi saya wê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ser asta leşkerî bi ser ket.

Her wiha di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bi saya berxwedana Kobanê, Girê Spî, Minbicê, Reqa, Tebqa û Dêrazor ji DAIŞ`ê xilas bû.

Derbarê gefên li dijî Kobanê de di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Her êrişek li ser Kobanê, ev êriş li dijî hemû erdnîgariya Sûriyê, civaka sivîl û ya navneteweyî û hemû dewletan e. Nexasim dewletên têkildarî rewşa Sûriyê. Ew deyndarên vê berxwedanê ne ku rê li pêşiya sûcên hovane û yên dermirovî girt.”

Piştre meşvan ji Qada Jina Azad heta Qada Şehîd Egîd meşiyan û sloganên li ser girîniya vê rojê ji bo gelên herêmê berz kirin. Di meşê de wêneyên şehîdan hatin rakirin.

Li Qada Şehîd Egîd, meş veguherî mitîngê. Li wir Heveserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û ev roj li şehîdan û li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Mistefa Êto wiha got, “Dema em behsa 1`ê Mijdarê dikin, 15`ê Tebaxê û 19`ê Tîrmehê tên bîra me. Berxwedana gelên azad li ser vê xaka pîroz a Kobanê tê bîra me, ku vî bajarê biçûk ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew keleha berxwedanê ye.”

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El-Zêb jî 1`ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê li tevahî gelê Kobanê pîroz kir û got: “Ji vê derê, serkeftin li pey hev pêk hatin, ji Reqayê heta Tebqa û Baxozê cihê herî dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê. Wekî gelê Sûriyê, li hemberî dijiminên mirovahî em yek in.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Felek Yûsif jî di mitîngê de axivî û diyar kir ku 1`ê Mijdarê roja berdewamkirina berxwedanê û Şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha lê zêde kir: “Şoreşa ku bi şoreşa jinê hatî nasîn, heta roja îro bi berxwedan û têkoşîna jinan dewam dike.”

Felek Yûsif piştrast kir ku bajarê Kobanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker, bûne sembola jiyanê.

Piştî axaftin bi dawî bûn, hunermend Muradê Hemzo stranên erebî û kurdî pêşkêş kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Parîsê navenda piştgiriyê ya Zanîngehên Rojava

Nivîsa Pêş

ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2021’AN

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2021’AN

ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2021’AN

Ji Pênûsa Gerîlla – Keça Penaber

Ji Pênûsa Gerîlla - Keça Penaber

Manşet

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.