Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Hevaltî xwe bi rastiya çiyan dipêçîne

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
01/11/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Hevaltî xwe bi rastiya çiyan dipêçîne
ParvekeTweet

Dengê axînekê ji dilê min tê, bi hevaltiya hevalan re ez fêrî axînkişandine bûm. Hinek heval ji min re bûn mamosteyên jiyanê. Ez fêrkirim ku bi pênûsa hevaltiyê jiyanê neqişbikim. Ruhê min geşkirin, bi hevaltiya xwe ez kirim xwedî wicdan, yek ji wan jî hevala Bêrîtan Şîn bû. Roja ku hevala Bêrîtan Şîn hate tabûra me li bîra mine. Çavên wê, sîmeyên wê, gotinên wê bala min kişand. Êşa ku jinên Kurd dikişîne min di çavên wê de didît. Hezkirine dilê jinê min di ruhê wê de hîsdikir. Jineke gelekî jêhatî bû. Ew jî mîna gelek jinan jiyana xwe fedayî xwişk û birayên xwe kiribû. Gava ku ez pêre diçûm wezîfeyekê min ji xwe şermdikir û min ji xwe re digot “min çima weha arzan jiyankiriye”. Şehîd Bêrîtan li gundê Bêrî yê girêdayî Mako ji dayîkbibû. Birastî bêhna jinên kedkar ji wê dihate. Hîna xwişk û birayên wê di temenekî biçûk de ne, dayîka wê nesaxdikeve û hevala Bêrîtan jiyana xwe fedayî wan dike. Şûna dayîka xwe karê malê dike, ji bona ku xwişk û birayên xwe mezin bike dixebite. Her êş û janeke ku jiyankiriye bi qermîçokên riwê xwe re vedişêr e. Tenê ji bona ku xwişk û birayên wê biçin dibistane bi roj û şev dixebite. Li axînên dayîka xwe guhdar dike, rondikên çavê xwişk û birayên xwe paqijdike. Dilê wan şad dike û jiyanê bi wan dide naskirin. Êşên wê bi zeman re diherikin.

Dilbirîn dibe û ji jiyana xwe nememnûne. Dizane eger mîna jineke civakê jiyanbike ewê bibe mulkê zilamekî, ji ber vê yekê herdem hewldide ku nezewice û ji wê jiyanê rizgarbibe. Bêrîtan Şîn di heman demê de naxwaze ku her du xwişkên wê bizewicin û bibin mulkê zilamekî. Ji xwişkên xwe re dayîk, xwişk û hevala. Tenê ji bona ku xwişk û birayên wê ji bedewbûna jiyanê mehrûm nemînin, jiyana xwe fedadike. Xwişk û birayên wê nekêm nan û xwarin ji destên wê dixwin. Xwişka xwe Nalîn fêrî ferşçêkrine dike û wê herdem diparêze. Piştî ku Bêrîtan Şîn hevalan nasdike hatine çiyan çêtir dibîne û berê xwe dide warê leheng û qehremanan. Çîroka her du xwişkan Bêrîtan û Nalîn di rêka çiyan de destpêdike. Gava ku berê xwe dide çiyan xwişka xwe Nalîn jî bi xwe re tîne. Bêrîtan Şîn û xwişka xwe Nalîn sala 2007 an bi hev re tevlî nava refên gerila dibin. Bi hev re şervantiya nû dibînin, lê belê kesek nizane ku herdu xwişkên hevin. Hevala Bêrîtan dixwaze ku Nalîn fêrbibe bê wê jiyanbike. Dizane ku her yek ji wana wê biçe herêmekê. Hevala Bêrîtan Şîn berê xwe dide herêma Behdînan û ji Nalîn dûrdikeve. Bi rêya name nivîsandine agahî ji Nalîn digire. Lê belê hesreta wê ewe ku rojekê Nalîn bibîne. Piştî çar salan Nalîn dibîne û dinêre ku Nalîn bûye gerilayeke gelekî xurt. Her kêlî û rojeke ku Bêrîtan Şîn jiyankiriye ji hevalan re bûye bîranîn. Di tabûrê de herkesî jê hezdikir. Ji bona ku kêmasî di karên wê de dernekevin gelekî hewldida û xwe diwestand. Ji zor û zehmetiyan neditirsiye. Di tengaviyê de bi hevalên xwe re dostbû. Eger ku kêmasî di karê wê de derketibane, nikarîbû xwarin bixwe yan jî bikene. Wicdanê wê qebûlnedikir, fêrbibû ku herdem di karê xwe de serkeftî be. Berî ku tevlî nava refên gerila bibe xwendin û nivîsandine wê nebû. Li çiyan xwe fêrî zimanê kurdî kir.

Hesreta wê bû ku bi xetên destê xwe nameyekê ji bona Nalîn binivîsîn e. Dixwest bi lênûsa xwe re jiyana xwe ya gerilayetî parvebike. Sala 2010 hevala Bêrîtan Şîn tevlî perwerdeya Akademiya şehîd Bêrîtan bû. Hîna perwerde bi dawî nebibû Bêrîtan Şîn rext û çeka xwe ji bona piratîkê amadekiribû. Bi moralekî mezin wêne û lênûsa xwe ji xwişka xwe Nalîn re rêkir û berê xwe da çiyayê Zagros. Cara dawiyê min wê dît li ser rêka Zagros bû. Moralê wê gelekî bilind bû, ji min re got “ ezê biçim Zagros bedewbûna çiyan bibînim, biçim piratîkê û tevlî şerbibim. Ezê ji çiyayê Zagros name ji we re bişînim.” Lê belê hevala Bêrîtan negihîşt ku name ji me re binivîsîne. Sala 2011 an bi 35 hevalan re di çalakiya Çelê de şehîdket. Berî ku name ji me re binivisîne, me xebera şehadeta wê bihîst. Min ticarî xwe amade nekiribû ku ez bibihîzim hevala Bêrîtan Şîn şehîdketiye. Lê belê dilê min destek nade ku ez hestên xwe yên di wê kêliyê de bînim ziman. Tenê min mafê xwe didît ku ez di jiyanê de xwedî li bîranîn û kesayeta şehîd Bêrîtan derbikevim. Bîranînên ku me bi hev re jiyankirî roj bi roj dihatin ber çavên min. Min dengê ahenga jiyanê di wan kêliyan de bihîst. Her çiqasî ew kêlî bi êş bin jî lê belê hêzekî mezin da min.

Dunya Cemîl

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Ev der KURDISTAN e

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ev der KURDISTAN e

Ev der KURDISTAN e

NAVÊ XWE JI BILÎ KOBANÊ BERXWEDAN E -1

NAVÊ XWE JI BILÎ KOBANÊ BERXWEDAN E - 4

Manşet

  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.