Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Taşkesen bi israre: Ev der Kurdistan e

Taşkesen got dema bi Akşener re xeber dida şandeya pê re her tim diket navberê û ji wî re digotin; “Em nehatine Kurdistanê, em li Tirkiyeyê ne.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
31/10/2021 - 19:09
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Hunê dîsa fêrbin – Ev der Kurdistane!
ParvekeTweet

SÊRT – Di serdana Meral Akşener a li Sêrtê de welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen di axaftina xwe de got; “Ev der Kurdistan e.” Li ser vê gotinê Taşkesen hat binçavkirin û demek piştre hat berdan. Taşkesen têkildarî mijarê wiha dibêje: “Min li wir rastiyek anî ziman. Pergaleke ku li ser înkarkirina Kurdan hatiye avakirin heye.”

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener di 28’ê Cotmehê de çû serdana Misircê ya Sêrtê. Di dema serdanê de rastî welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen hat û pê re axivî. Taşkesen di axaftina xwe de got ku dewlet polîtîkaya înkar, tunekirin û pişaftinê li dijî Kurdan dimeşîne û gotina “Ev der Kurdistan e” bi lêv kir. Li ser vê gotinê hêzên ewlekariyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” Taşkesen binçav kirin. Taşkesen piştî îfadeya xwe ya li dozgeriyê jî hat berdan. Gelek derdoran piştgirî da Taşkesen û nerazîbûna xwe ya li hemberî binçavkirina wî nîşan dan.

Taşkesen serpêhatiya xwe ya piştî axaftina xwe ya bi Akşener re ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.

KURD TÊN ÎNKARKIRIN

Taşkesen dibêje di navbereke ku bi hevalên xwe yên dikandar re çay vedixwar de Akşener dikeve hundir û ew kêlî wiha vegot: “Ji ewil xwest bi hevalên min re biaxive. Piştre dor hate min û ji min pirs kir bê ka çi kar dikim. Min jî xwest jê pirsekî bikim û min jê pirsa ‘Gelo Selahattîn Demîrtaş terorîste yan na?’ kir. Min jê re got; ‘Hûn di meclisê de van gotinan dikin û Demîrtaş weke terorîst pênase dikin. Ger Demîrtaş terorîst be, wê demê em tevek jî terorîst in.’ Piştre jî mijar hate ser Kurdistanê. Nekarî bersivê bide. Ji ber ku hinek tişt tên înkarkirin. Rihên me xwe dispêrin bi hezaran salan.”

Taşkesen got dema bi Akşener re xeber dida şandeya pê re her tim diket navberê û ji wî re digotin; “Em nehatine Kurdistanê, em li Tirkiyeyê ne.” Bi domdarî jî Taşkesen wiha qal kir: “Min jê re got; ‘Di hêla erdnîgarî, gel û ciwarbûnê ve cihê ku niha tu lê Kurdistan e. Ev yek, rastiya înkareke sed salan e.’ Li ser vê gotina min wê jî ev bersiv da; ‘Ji Qersê heta Edîrneyê em yek in.’ Lê tu bingeheke van gotinan a di jiyanê de nîne. Di serdema Osmaniyan de jî Kurdistan hebû. Niha jî heye. Ev bi hezaran sala ye her heye. Min li wir tenê qala Bakurê Kurdistanê nekir. Li hêla din min qala Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî kir. Min qala Kurdan kir ku zêdetirî 50 milyonan in. Bi hezaran sal in ku gelê Kurd li ser vê xakê dije. Rihên me ev bi hezaran sal in xwe berdane nava vê xakê. Em gel û erdnîgariyek in. Hinek tişt ji neyî ve tên. Me jî ev rastiya heyî bo wan vegot.”

‘MIN HEQÎQETEK ANÎ ZIMAN’

Di berdewamê de jî Taşkesen diyar kir ku dema ew axaftin dikir, dizanî ku dê were binçavkirin û wiha pê de çû: “Lê min êdî her tişt dabû berçavan û Kurdistan parast. Ez jixwe li benda binçavkirinê bûm. Heta ez dikarim bibêjim ku dereng man. Nedizaniyan bê ka ez li ku rûdinim. Lewma li gelek deveran li min digeriyan. Di nîvşevekê de bi awayekî derhiqûqî hatim binçavkirin. Ger di dema mesaiyê de bangî min bikirana, jixwe dê biçûma îfadeyê. Dîmenên min kişandin û parve kirin. Ew kelemçeyên di dîmenan de bo min nîşaneya serfiraziyê ye. Min karekî rûreş nekiriye. Min tenê rastiyek anî ziman.”

GOTINÊN ERDOGAN BI BÎR XIST

Taşkesen da zanîn ku piştî axaftineke serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a di civîneke koma partiyê de, peyva ‘Kurdistan’ê yekemîn car di zabitên meclisê de hatiye nivîsandin û wiha domand: “Serokomar Erdogan ji bo berjewendiyên xwe, navê Kurdistanê bi lêv dike. Tekane armanca wî ya ji bilêvkirina gotina peyva Kurdistanê ew e ku dengê Kurdan wergire. Lê dema berjewendiyên wî xelas dibin jî îcar dest bi înkarê dike. Pergalek li holê ye ku ev pergal li ser înkarkirina Kurdan e.”

BANGA JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ

Taşkesen bal kişand ser piştgiriya raya giştî û destnîşan kir ku li dijî hişmendiyeke ku hebûn, ziman û çanda wan red dike, piştgiriyeke mezin hatiye nîşandan. Taşkesen daxuyand ku ne tenê ji Bakur, di heman demê de ji Başûr, Rojava û Rojhilat jî piştgiriyeke mezin hatiye nîşandan û spasiya hemû kesî kir.

Herî dawî jî Taşkesen wiha axivî: “Hewceye Kurd demek beriya demekî yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Divê Kurdên li her çar parçeyan bicivin û yekitiya xwe ava bikin. Ji bilî yekitiya neteweyî me tu rêyeke din nîne. Ev ne pêşniyar lê ricaya min e. Nexwe dê êrişên li ser me zêdetir bibin. Lê heke em hevgirtî û yek bin, em ê bihêztir bibin.”

ÇAVKANÎ – MA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiyên Xwendevanên Başûr di roja 5’an de didome

Nivîsa Pêş

Çalakiyên Ciwanan xwe gihandin li ber derê Berzaniyan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Çalakiyên Ciwanan xwe gihandin li ber derê Berzaniyan

Çalakiyên Ciwanan xwe gihandin li ber derê Berzaniyan

Ciwanên Çilaxayê li dijî êrişên Dewleta Tirk meşiyan

Ciwanên Çilaxayê li dijî êrişên Dewleta Tirk meşiyan

Manşet

  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şîrketa yekitiya berjewendiyan ango AKP belav dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.