Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

TAYBET: Hestê Jinên Ciwan yên li hember çalakiya Şehîd Berîtan

Weke Ajansa Nûçe Ciwan me jî hest û ramanên jinên ciwan ên li Mexmûr û Rûsyayê yên li ser çalakiya Şehîd Berîtan a li dijî xiyanetê girt.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/10/2021 - 0:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Şehîd Bêrîtan ango Gulnaz Karataş. Şehîd Bêrîtan ku di 9’ê Gulana 1991’ê de ber bi çiyayên azadiyê ve bi rê dikeve, di 25’ê Cotmeha 1992’an de bi çiyayên azad re dibe yek. Şehîd Berîtan di sala 1992’an de bi daxwaza tevlîbûna şerê Lelîkanê berê xwe dide qada şer. Di vî şerî de, li dijî xiyanet û hevkariyê berxwedaneke mezin nîşan dide.

Şehîd Berîtan heta guleya xwe ya dawî li ber xwe dide û dema pêşmerge dora wî digire, sîlaha xwe dişkîne û xwe ji zinar davêje. Şehîd Bêrîtan bi vê derbeya mezin a ku li xiyanet û hevkariyê da, di rûpelên dîrokê de tê nivîsandin. Îro jî bi hezaran jinên ciwan li ser şopa Şehîd Berîtan dimeşin û destanan dinivîsin.

Weke Ajansa Nûçe Ciwan me jî hest û ramanên jinên ciwan ên li Mexmûr û Rûsyayê yên li ser çalakiya Şehîd Berîtan a li dijî xiyanetê girt.

Jinên Ciwan wiha gotin:

Ferqîn Kara
Di serî de em di şexsê Şehîd Berîtan de hemû şehîdan bi rêzdarî û bi hesret bi bîr tînin. Heval Berîtan jinên kû li hemberî xiyanetê teslîmiyet qebûl nekir jinek ji wan e. Pêşî çeka xwe şikand û paşê jî li dijî teslîmiyetê canê xwe feda kir.Dema em li berxwedana Heval Berîtan dinêrin, tê dîtin kû têkoşîna jinê di berxwedana jina Kûrd a ji demên kevnar de, ango Xwedawenda Înanna berdewam dike. Divê em jî vê hêzê bibînin û helwesta Heval Berîtan ji xwe re mînak bigirin.Wê demê êrîşa KDP’ê ya li ser Şehîd Berîtan ne tenê li dijî wê, li dijî hemû jinên têkoşerên azadiyê bû. Helwesta Şehîd Berîtan a li hemberî vê îxanetê rastî helwesta hemû cangoriyên azadiyê bû.
Dema em li dîrokê dinêrin, em dibînin kû KDP gelek caran bi dijminên me re hevkarî kiriye û xiyanet li dîrok û gelê xwe kiriye. Em mînaka herî mezin îro jî dibînin. Niha jî îxanetê didomîne. Bi hevkariya dewleta Tirk êrîşî Şengal, Mexmûrê dike û hemû hêza xwe li dijî qadên gerîla bi kar tîne. Her wiha dizanin kû bi hêzên xwe yên heyî nikarin li dijî gerîlayên azadiya Kûrdistanê şer bikin. Ji ber vê jî li hemberî berxwedana gerîla her cûre rê û rêbazên qirêj pêş dixe.Berxwedana kû hîn li çiyayên azadiyê pêşketiye, berdewamiya ruhê têkoşînê yê Şehîd Berîtan e. Niha jî li dijî xiyanetê şer tê kirin. Îro bi hezaran şervanên kû bi têkoşîna xwe ya di nava şikeftan de dide meşandin li dijî îxanet û teslîmiyetê li ber xwe didin. Ya kû îro ji me tê xwestin ew e kû em têkoşîna xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo li ser şopa Şehîd Berîtan bimeşînin.

Selma Bozan
Çalakiya Şehîd Berîtan ne tenê çalakiyeke fîzîkî ye, di heman demê de çalakiyeke îdeolojîk a mezin e. Li hemberî îxaneta mezin helwesteke dîrokî ya mezin e. Vê yekê ne tenê li gelê Kûrd, li hemû civakan dibin bandora xwe de hîşt . Çalakiya fîzîkî û îdeolojîk a Şehîd Bêrîtan li dijî xiyaneta dîrokî ya KDPê çalakiyeke dîrokî ye.
Bersiva Şehîd Berîtan a li hemberî îxanetê derxist holê kû îro jinên ciwan ger pêwîstî pê hebe divê hem li dijî xiyanetê û hem jî ji bo parastina gelê Kûrd û afirandina civakîbûnê canê xwe bidin. Ev çalakî bersiveke li hemberî tirk, azerî, çerkez, kûrd, yanî hemû civakên cîhanê ye, helwesta jin û ciwanên kûrd a li dijî îxanet û teslîmiyetê nîşan dide.Xiyaneta KDPê îro jî didome. Bi dewleteke weke dewleta Tirk re, kû ji me ditirse, ji miriyên me jî ditirse re hevkariyê dike. Di êrîşên li Şengal, Mexmûr û gerîlayan de jî vê yekê bi awayekî zelal nîşan dide.

Viyan Hesenova:
Heval Berîtan ne tenê di dîroka Kurdan de di dilê hemû gelê Kurd de ye û tu carî nayê jibîrkirin. Em weke ciwan û jinên ciwan ên Kurd divê xeta Şehîd Berîtan bilind bikin.

Gohar Saroeva:
Dema em li dîroka mirovahiyê dinêrin, di afirandina civakê de erk û berpirsyariya herî girîng dikeve ser milê jinê. Ji bo vê jî Rêber Apo rolên pir girîng û mezin da jina Kurd. Gelek jinên pêşeng di nivîsandina dîroka gelê Kurd de cih girtin. Wan rûpelên nû di dîrokê de vekirin. Yek ji van lehengên nemir Heval Berîtan bû. Bi helwesta xwe ya li dijî xiyanetê rûpelek nû di dîrokê de vekir. Heval Berîtan jiyana koletiyê qebûl nekir. Bi çalakiya xwe rêya azadiyê ji me re vekir. Weke jin û ciwanên Kurd divê em têkoşîna xwe ya layiqî vê çalakiyê belav bikin û berfireh bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bazara şehîdan

Nivîsa Pêş

TAYBET – 3. Festîvala Şehîd Sitêrvan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TAYBET – 3. Festîvala Şehîd Sitêrvan

TAYBET - 3. Festîvala Şehîd Sitêrvan

Ji ciwanên Marsîlyayê li dijî bi karanîna çekên kîmyevî yên li dijî gerîlla çalakî

Ji ciwanên Marsîlyayê li dijî bi karanîna çekên kîmyevî yên li dijî gerîlla çalakî

Manşet

  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.