Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Yên şah kişandin mat bûn

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
11/10/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Yên şah kişandin mat bûn
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Mehmet Alî Ertaş Nivîsand
Di lîstika kişikê (satranç) de hin rêgez û pîvan hene. Divê herdu hem li gorî wan rêgez û pîvanan bilîzin û hem jî divê herdu alî hamleyên li hemberî xwe baş nas bikin. Hem êrîş heye hem jî parastin. Divê aliyek bi qasî êrîş dike, dikaribe xwe biparêze jî. Hem aliyê taqtîk û hem jî aliyê stratejîk baş bifikire. Şer jî mîna kişikê ye. 9’ê Cotmehê komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan pêk hat wekî lîstika kişikê ye. Hêzên navdewletî xwestin bêjin ‘Şah û mat’. Lê hesabê wan ê malê û sûkê li hev derneket. Ji ber ku dema hesabên parastinê neyên kirin êrîş bi tena serê xwe encamê nagire. Di ser komploya navdewletî re 23 sal borîn. Dema em li van 23 salên borî dinêrin em dibînin ku yên xwestin Şah Mat bikin, ew bi xwe mat bûne. Yên ku kemîn danîn û xwestin di şexsê Rêber Ocalan de kurdan têxin xefikê ew bi xwe ketin xefikê. Hemû lîstik û planên wan teşîr bûn.

Rêber Ocalan têkildarî 9’ê Cotmehê di nirxandinek xwe de wiha dibêje: “Dema em fîlm bînin serî û lê bimeyzînin em ê bibînin ku ev plansazî di bingehê xwe de, ji salên 90’î ve dest pê kiriye û bingehê xwe ji Londrayê girtiye. Ev plansazî guncaw hate dîtin û di asta navnetewî de kete meriyetê. Milên vê plansaziyê yê Tirkiyeyê hinekî tê zanîn lê milê wê yê Ewropa û DYA’yê bi zelalî nehatiye têgihiştin. Ger em milên wê yên navnetewî nebînin, dê nirxandinên me kêm û kurt bimînin.”

Li vir em dibînin ku Rêber Ocalan ji bo karibe parastinek xurt bi pêş bixe, her tim hewl dide hamleyên hêza li hemberî xwe nas bike û fam bike. Da ku li gorî wê gavan biavêje. Rêber Ocalan tenê li hamleya hêza li hemberî xwe nefikirî. Di heman demê de li hamle û lîstokên ku li dijî tevahî gelên cîhanê tê lîstin jî fikirî. Hêzên navdewletî di destpêkê de bi dîlgirtina Ocalan û radestkirina wî ya Tirkiyeyê xwestin lîstikeke dûr û dirêj bilîzin. Xwestin her tim bi vê lîstikê serdestiya xwe pêş bixin. Ji ber vê yekê li Girtîgeha Îmraliyê ku ji her tiştî qut û tecrîdkirî ye hepis kirin. Xwestin bi saxî binax bikin. Lê Rêber Ocalan di parastina xwe de dibêje; “Wan xwest zindanê li min bikin goristan û min bi saxî defin bikin. Lê min bi pêşxistina paradigma û parastina xwe ew goristan kir dibistan û min ev plana wan pûç kir”. Piştî Rêber Ocalan hat girtin, dîsa her tim ji bo diyalog û çareseriyê peyam dan. Ne tenê ji bo pirsgirêka kurdan, ji bo pirsgirêka hemû mirovahiyê her tim li çareseriyê geriya. Dema ku mirov li Parastina Gelekî û parastina wî ya ji 5 cîldan pêk tê dinêre, em dibînin ji destpêka dîroka mirovahiyê dest pê kiriye.

Di dîroka mirovahiyê de serdestî û bindestî çawa pêş ketiye. Hêzên desthilatdar çawa bi şer, kuştin, tundî û zextan hebûna xwe li ser yên din ferz kirine. Her tim ji bo hebûna xwe biparêzin feraset, polîtîka û pergalên çawa pêş xistine. Li dijî vê yekê gelê bindest çawa bûye bindest. Rê û rêbazên rizgariya gelan a ji bindestiyê çi ye yek bi yek vegotiye. Dîsa di parastina xwe de li ser pergala Modernîteya Kapîtalîst analîzek pir xurt kiriye. Li dijî vê pergala ku wekî dijminê mirovahiyê dibîne Pergala Modernîteya Demokratîk wekî çareseriyê pêşkêşî mirovahiyê dike. Hamle û planên hêzên serdest ên Pergala Modernîteya Kapîtalîst Demokratîk diparêzin yek bi yek vedibêje. Armanc û meqseda wan çi ye analîz dike. Dîsa ji bo bigêjin vê armanc û meqseda xwe serî li kîjan rê û rêbazan didin, bi çi awayî şerê taybet pêş dixin û amûrên vî şerê taybet çi ye yek bi yek vedibêje. Li hemberî vî şerê taybet û pergala taybet a Modernîteya Kapîtalîst çareseriyê jî bi hûrguliyan vedibêje. Modernîteya Demokratîk çi ye? Alav û amûrên wê çi ne? Jiyanek çawa ava dike? û çima mirovan azad dike ango mirovahiyê çawa ji matbûna şah rizgar dike yek bi yek rêz dike. Rêber Ocalan bi van paraznameyên xwe di şexsê xwe de mirovahiyê diparêze. Di esasê xwe de hemû gelên cîhanê ji têkçûnê rizgar kir. Rê û rêçikên çareseriyê, rê û rêgezên parastinê û rê û rêgezên çareseriyê yek bi yek vegotiye. Talûkeyên li pêşiya mirovahiyê, talûkeyên li pêşiya xweza û ekolojiyê û talûkeyên li pêş gerdûnê tevan dibîne û li dijî van talûkeyan pêşniyarên çareseriyê pêş dixe.

Rêber Ocalan 23 sal in li dijî van hamleyên navdewletî ku dixwazin şah mat bikin, hamleyên çareseriyê pêş dixe. Ji ber ku Rêber Ocalan her tim li dijî hamleyên wan alternatîf û çareseriyê pêş dixe, vê carê hewl didin ku bi tecrîda girankirî wî ji hemû agahiyên cîhanê qut bikin û li gorî xwe hamleyan pêş bixin. Bi tecrîdê hewl didin ku li dijî rêgezên kişikê hamleyan bikin û lîstikên xwe bibin serî. Lê Rêber Ocalan bi parêznameyên xwe rê li pêşiya hemû lîstikên wan girtiye. Rêber Ocalan êdî hamleya kişikê radestî civakê kiriye û divê êdî gelên cîhanê û civakên cîhanê li dijî van lîstikên navdewletî gavan biavêjin. Ocalan rê û rêbaz nîşan daye. Divê êdî gelên cîhanê xwe bêtir bi rêxistin bikin, bêtir parastina xwe xurt bikin û li dijî van êrîşên hêzên navdewletî hemleyên xurt pêş bixin. Ocalan lîstik pûç kir û gel ji tunebûnê rizgar kir. Divê êdî gelê kurd û gelên cîhanê jî Ocalan ji tercîdê rizgar bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Şehîd Sema Botan – Muhsîne Ete

Nivîsa Pêş

Civîna Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger ya asayî

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Civîna Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger ya asayî

Civîna Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger ya asayî

Belgeya bikaranîna çekên kîmyevî yên dewleta Tirk – Dîsa jî gerîla rê nade dagirkeriyê

Şerê dîrokî ya li Werxelê didome

Manşet

  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.