QAMIŞLO – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger li Qamişloyê Civîna xwe ya asayî pêk anî. Civîna ku di asta Bakûr û Rojhilatê Suriyê de pêk hat li Îtîhat Riyadî li kom bû.
Civîna ku deqekî rêzgirtina ji bo bîranînan Şehîdan ve dest pê kir heta êvarê berdewam kir. Ciwan li Dêr Zor, Minbîç, Reqa û tevahî Rojavayê Kurdisanê tevlî civînê bûn.
Nîqaşên ku di meclîsê de pêk hatin li ser rêxistinbûn û xeta çalakiyê ya ji bo Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn.
Ber bi êvarê piştî komkiria axaftina dîwanê civîn bi duruşmên bijî Serok Apo ve qediya.







