Enter your email Address

Salı, Aralık 23, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Diyarkirina rojevê şerê hizr û ramanê ye

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
10/10/2021 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Diyarkirina rojevê şerê hizr û ramanê ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Nurhaq Gulbahar Nivîsand
Nijadperestî li her devereke dinyayê di pêkanîna wê de, li gorî heqîqeta herêmê, hêzên serdest û bindest her çend xwedî hin taybetmendiyên cuda be jî lê di cewherê xwe de, heman tîşt e. Tune hesibandin, ji nedîtîve hatin, redkirin, serdestkirina yên xwe, ferq û cewaziya ‘em û yê din’ biçûk dîtin û hwd. ku xwe li ser yê din ferz dike, zemînên nijadperestiyê ne. Di nimûneyên dîrokê de jî, di roja me ya îro de jî tişta ku li derdora nijadperestiyê diqewime ev e. Lê xaleke girîng a nijadperestiyê, li ser ê jêrdest ferzkirina rojeva xwe ye. Der barê vê rastiyê de diyardeyeke jineke nivîskar heye ku dibêje; “Karîgeriya herî sereke ya nijadperestiyê, mijûlkirin e. Bi vê mijûlkirinê derfet nade ku hûn karê xwe yê esasî bikin. Nijadperestî her car we naçar dihêle ku hûn sedema hebûna xwe rave bikin. Vê yekê dubare her dubare bi we dide kirin. Yek ji wan radibe û dibêje ‘zimanê we nîne.’ Hûn jî piştî vê gotinê nêzî 20 salan hewl didin ku hebûna zimanê xwe îspat bikin. Yekî din radibe û dibêje ‘Şeklê serê we ne birêkûpêk e’ ji bo ku hûn îspat bikin bê şeklê serê we birêkûpêke bi salan bi însanên zanist re xebat dimeşînin. Yekî din radibe û dibêje xwedêgiravî ‘hunera we nîne’ hûn vê mijarê didin ber lêpirsînê, yekî din radibe ‘şahînşahiya we nîne’ hûn jî vê lêkolîn dikin. Lê pêwîstî bi yek ji van jî nîne, ji ber ku wê tiştekî din bixin rojeva we de.”

Belê ev gotinên ku ji ezmûna jiyaneke têr û pir dawerivîne, heke mirov nezanibe ji hêla kê ve hatine ser ziman, pir bi dilrehetî dikare bê gotin ku ji hêla kurdekê/î ve di van demên dawî de hatine gotin. Lê na ev diyardeyên rasteqîn ji hêla jineke wêjevan a Afro-Amerîkî ve, weke diyardeyên encama jiyaneke bi têkoşan hatiye gotin. Navê vê jinê Tonî Morrîson e ku 5’ê tebaxa sala 2019’an de, di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Tonî Morrîson ku xwedî xelatên mîna Nobel û Pulîtzer bû der barê nijadperestiya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û encamên vê nijadperestiyê de bêsekin di wêjeya xwe de nivisand.

Ji bo vê nivîsê li aliyekê bi tena serê xwe weke takekes girîngiya Tonî Morrîson li aliyê din jî girîngiya ku rewşa nijadperestiya dewleta tirk a li ser gelê kurd û Kurdistanê nîşanî me dide, di heman wateyê de ne. Ji ber ku ev diyarde di vê dema dawî de dîsa ji hêla nijdperestiya dewleta tirk ve di dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê de, bi me dide diyarkirin ku nijadperestî bi çi awayî xwe her nû dike.

Ji bo gel an jî netew, axa ku li ser dijî dike hîmekî esasî ye. Aîdiyeta xwe ya bi axê re weke nasname hildigire. Kodên cîvakî, dîrok, erdnîgarî û mirovên xwe di kesayetê xwe de dijî. Ev hemû di cewherê xwe de weke welat, weke war, niştiman tê binavkirin. Bi heqîqeta welatê xwe, war an jî niştimana xwe jiyîn, li gel din ên bi navên din di cewherê xwe de şêwazê herî aştiyane yên gelan e. Jixwe şer li dijî vê rastiyê xwe ferz dike û nijadperestî halê herî xirab ê şer e.

Di roja me ya îro de li başûrê Kurdistanê xwe ferzkirina nijadperestiya dewleta tirk, di heman demê de ferzkirina rojeva xwe ye jî. Dahatuya xwe di vê dagirkeriyê de, di serkeftina vî şerî de dibîne û ji bo vê çi ji dest tê bikar tîne. Rojeva dagirker pûçkirina hebûna kurd e, kavilkirina Kurdistanê ye û li ser vê pûçkirin û kavilkirinê avakirina desthilat û dewleta nijadperestiyê ye. Ji bo vê bê fikar çi pêwist e dike.

Lê li hemberî vê rastiya dijwar, weke gelê kurd hilbijardeya me ya hemdem, dûrbîn, rasteqîn û xwedî bergeha fireh, di sekna berxwedaniyê de xwe nîşan dide. Dikare bê gotin ku ruxmî hemû hevpeyman, agirbest, yekalîbûna berjewendiyan an jî li hemberî cepheya serdestan rojeva gelan, jinan, bindestan, mazlûman û yên xwedî maf bi awayekî serberz seknekê bi xwe re anî. Li çiyayan, li bajêr û zindanan, li pêşberî avahiyên edaletê rojeva bi rûmet a gelan, rojeva serdestan têk dibe. Neçar dike da ku serdest ji şîrazeya xwe derkeve.

Ev yek bi xwe re bixwe bawerbûnekê tîne ku ji xwe dikare bê gotin, tişta herî zêde dijmin, serdest, nijadpersest jê ditirsin jî ev e. Hevgirtin, bixwe bawerbûn û rênîşaneyeke bi hêz û dagirtî. Di roja me ya îro de ev hemû jî hene. Wê demê dibe ku yê divê êdî fikara bike nijadperest in.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Stêrkek din rijiya

Nivîsa Pêş

Ciwanên Mexmûrê li dijî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Mexmûrê li dijî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan

Ciwanên Mexmûrê li dijî komploya 9'ê Cotmehê meşiyan

Jinên ciwan li Ewropayê li dijî tecrîdê meşiyan

Jinên ciwan li Ewropayê li dijî tecrîdê meşiyan

Manşet

  • Komxebatek li dijî madeyên hişber û şerê taybet li Kampa Talaye hate lidarxistin
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan
  • Şehîdên Tevgera Ciwanan li navçeyên Kobanê hatin bibîranîn
  • Ji Ciwanan Banga Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
  • Li Hemayê Ciwanek Hat Girtin
  • Li Herema Cizîrê Ciwan Hemberê Erîşan Daketin Qadan
  • Piştî Êrîşa li Helebê, Ciwanan li Reqayê Daketin Qadan

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan

    Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hesekê û Reqqa Li Hemberê Erişên Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Herema Cizîrê Ciwan Hemberê Erîşan Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinen Ciwan Ji Bo Bîranina Şehîd Berfîn Nûrhaq Dar Çandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hemayê Ciwanek Hat Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.