Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 22, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
09/10/2021 - 19:02
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
Li seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê çalakiyên li dijî Komployê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelan ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daketin qadan.

Îro ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên Qamişlo, Hesekê û Efrînê daketin qadan.

Di çalakiya ku bi tevlêbûna şêniyên Qamişloyê, saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl û partiyê siyasî pêkhat dirûşmeya “Emê bi ruhê berxwedana Îmraliyê komploya 9’ê Cotmehê bin bixînin û xeta îxanetê tune bikin” derket pêş. Çalakî li çerxerêya Munîr Hebîb bi meşê destpêkir.

Xwepêşandêr heta avahiya karûbarên koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî meşiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star rakirin. Her wiha dirûşmeyên “Azadî ji bo Rêber Apo”, “Azadiya Ocalan azadiya me ye” û “Bi felsefeya Rêber Apo em ê komployê têk bibin” berz kirin.

Li pêşiya avahiyê xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û komplo şermezar kir.

Xerîb Hiso piştrast kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployek li dijî vîn û îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: “Ji beriya 23 salan ve em li hemberî komploya navneteweyî li berxwe didin û têdikoşin.”

Hiso diyar kir ku hemû aloziyên li Rojhilata Navîn encama siyasetên dewletên komploger in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelên Rojhilata Navîn dûr xist. Her wiha piştrast kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de ji beriya 23 salan ve li hemberî zilma dewletên komploger û dewleta Tirk a faşîst li ber xwe dide û ji ber wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û pêkhateyên Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî girîng e.

Xerîb Hiso di dawiyê de destnîşan kir ku di çarçoveya hemleya “Dem dema azadiyê ye” de wê teqez azadî bi ser bikeve û heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe wê gelên herêmê li hemberî dewletên komploger têkoşîna xwe bidomînin.

Xerîb Hiso bang li hemû dewletan kir ku li hemberî siyasetên faşîzane ên dewleta Tirk bisekinin û ji siyasetên li dijî azadî û demorkatiya gelan dûr bikevin.

AMÛDE

Şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo jî bi xwepêşandanekê diyar kirin ku komploya navneteweyî vîna gelên şoreşger ên ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azadiya xwe dikin, kir hedef. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kirin ku erkên xwe bînin cih.

Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pêkir û li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû. Di xwepêşandanê de endamê Rêveberiya Meclisa Amûdê Sabir Mihemed axivî û destnîşan kir ku komplogeran bi rêya komployê xwest vîna gelan bişikînin û rê li pêşiya belavbûna fikr û feslefeya

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin. Her wiha diyar kir ku destpêkirina Şoreşa Rojava ji hemû komplogeran re bû bersiv.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê, pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên kurd, Ereb û Suryan daketin qadan û komploya navneteweyî şermezar kir. Şêniyan diyar kir ku komplo heta roja îro bi rêya dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewam dike.

Şênî li pêşiya Navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandan li deriyê têketina bajêr ê li aliyê rojava rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Buşra Elî axivî û komplo şermezar kir.

Buşra, armancên dewletên komploger ji komployê bi bîr xistin û got: “Hêzên kapîtalîst dixwazin gelan her tim kole bikin û di bin zilma wan de bin. Komplo di çarçoveya ji nûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn a nû li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk û hêzên modernîteya kapîtalîstê de pêk hat.“

Her wiha endamê PYD`ê Silêman Hisên behsa planên dijminane yên li dijî gelên herêmê kir û got: “Komploger dixwazin vîna gelan têk bibin û destkeftiyên ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo bi dest xistine, tune bikin. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî di çarçoveya berdewamkirina komployê de pêk hatin.”

ÇILAXA

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa komploya naveteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Bi wê armancê li pêşiya çerxerêya şehîd Masûm kom bûn û dest bi çalakiyê kir.

Xwepêşandan li qada geracê veguherî mîtîngê. Endama rêveberiya Yekîtiya Mamosteyan a Çilaxa Nezha Seyfudîn di mîtîngê de wiha axivî: “Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê kiriye dibistan û ji cîhanê re waneyên têkoşîn û berxwedana li hemberî dewletên modernîteya kapîtalîst pêşkêş dike.”

Di dawiya axaftina xwe de Nezha soza berdewamkirina têkoşîna li hemberî komployan da.

Her wiha di mitîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Hisên Îsa axivî û diyar kir ku xwedîderketina gelan li fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û baweriya wan bi Ocalan, komplo bi bin xist.

TIL BIRAK

Li Til Birakê jî bi dehan şênî, rêveberiyên navçeyê û rûspî ji çerxerêya Firin a li bakurê navçeyê dest bi xwepêşandanê kir û dirûşmeyên li dijî dagirkeriya Tirk berz kirin.

Xwepêşandan li çarxerêya Şehîdan rawestiya. Di xwepêşandanê de Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Emîne Xelîf axivî û berxwedana dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

Piştre endama rêveberiya Mala Jinan a Til Birakê Rusel Hesen axivî û got: “Komplo ne tenê li dijî Rêber Apo bû lê belê li dijî hemû tevgerên şoreşger ên gelê Kurd û gelên azadîxwaz bû.”

Rusel bang li gelan kir ku xwedî li doza azadkirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û wiha domand: “Heta Rêber Apo azad nebe û herêmên dagirkirî rizgar nebin, têkoşîna me ranaweste.”

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê jî tev li xwepêşandanê bûn. Xwepêşandanê ji qada şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên sereke ya navçeyê dewam kir. Xwepêşandêran dirûşmeyên ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dike, berz kirin.

Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Bi ruhê berxwedana Îmralî em ê komploya 9’ê Cotmehê û îxanetê têk bibin” hildan.

Xwepêşandêr li navenda navçeyê rawestiyane, piştre endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Diyar Amed axivî û destnîşan kir ku armanca komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku fikrê demokratîk li cem gelê Rojhilata Navîn tune bikin da ku dewletên kapîtalîst û desthildar planên xwe yên mêtîngeriyê li ser gelên azadîxwaz ferz bikin.

Di dawiya xwepêşandanê de şêniyan banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji dagirkeriya Tirk, kir.

DÊRIK

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îxaneta PDK`ê û hevkariya wê di êrişên li dijî gerîla de, bi sedan şêniyên Dêrikê û herêma Koçerat berê xwe da konê xwepêşandanê yê li dergehê Sêmalka, ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê vedabû.

Xwepêşandêran pankertên bi nivîsên “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, Berxwedana Gerîla rûmeta me ye, Gerîla rûmeta Kurdistanê ye” rakiribûn.

Xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Ebdullah komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û komplo wekî bêdengkirina dengê gelên azadîxwaz bi nav kir.

Ebdullah bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir kul i hemberî komployên li dijî herêmê erka dikeve ser milê wan pêk bînin.

Endama rêveberiya Kongreya Star a Dêrikê Şadiye Yûsiv jî wiha got: “23 sal derbas bûn, lê hîna jî komplo li dijî Kurdistanê tên sazkirin, hîna jî êrişên qirkirinê dewam dikin.”

Şadiye diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotina xwe got, ku yekane rêya têkoşînê azadkirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.

Bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mutî Elî jî piştrast kir ku xwepêşandanên dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bikin û got: “Pirsigêrkên Rojhilata Navîn bêyî azadkirina rêbertî, nayên çareserkirin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, şêniyan berê xwe da konê xwepêşandanê da ku dest bi çalakiya konê xwepêşandanê bikin. Çalakiyê konê xwepêşandanê di roja 5`emîn de didome.

HESEKÊ

Li Hesekê û navçeyên Til Temir û Dirbêsiyê bi hezaran şênî tevî endamên saziyên sivîl, partî, hêzên siyasî yên kurd, Ereb û Suryan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan li dar xist.

Di xwepêşandanê de beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û partiyên siyasî rakirin. Her wiha li dijî komployê û dagirkeriyê slogan berz kirin.

Li Hesekê xwepêşandan ji pêşiya Navenda Daîreya Kantonê dest pê kir. Xwepêşandana li navçeya Til Temirê jî ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê, li Dirbêsiyê jî xwepêşandan ji pêşiya navenda ciwanan dest pê kir.

Xwepêşandana li bajarê Hesekê li Qada Şehîd Serhad rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de partiyên siyasî û rûspiyên ereb axivîn.

EFRÎN

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza şopandina rêya berxwedanê heta azadiya wî ya fîzîkî da.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star hildan.

Meş li ser rêya giştî ya bajarokê Til Qirahê yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê dest pê kir û li Kampa Serdemê ya li gundê Til Sûsinê yê Şehbayê bi dawî bû.

Di meşê de endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Şêrîn Hesen axivî û behsa armancên komployê kir û got: “Rêber Abdullah Ocalan dixwaze şoreşeke civakî li ser bingeha azadiya mirovan, bi taybet jinan, biafirîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HRÊ dironeke dewleta Tirk xist

Nivîsa Pêş

Îro salvegera şahadeta şoreşgerê mezin CHE’ ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Îro salvegera şahadeta şoreşgerê mezin CHE’ ye

Îro salvegera şahadeta şoreşgerê mezin CHE' ye

Meşa TCŞ’ê ya li Yewnanîstanê di roja 3’yemîn de qediya

Meşa TCŞ'ê ya li Yewnanîstanê di roja 3'yemîn de qediya

Manşet

  • Bi pêşengtiya ciwanan li Kobanê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kirin
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirinû Hejmara Birîndaran Derket 6’an
  • Jinen Ciwan Ji Bo Bîranina Şehîd Berfîn Nûrhaq Dar Çandin
  • Şehîd Berfîn Nûrhaq Li Şengalê Hat Bîranîn
  • Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê li hev civîyan
  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’
  • Di Encama Teqînek De Jinek Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da

Herî zêde hatine xwendin

  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Encama Teqînek De Jinek Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berfîn Nûrhaq Li Şengalê Hat Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.