Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 22, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: Dewleta Tirk çekên nû yên kîmyewî bi kar tîne; tavilê bikevin nava liv û tevgerê

NPG'ê ragihand ku dewleta Tirk çekên nû yên kîmyewî bi kar tîne û got, "Rejîma Tirk qanûnên neteweyî û navneteweyî binpê dike. Em bang li saziyên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi erka xwe rabin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
29/09/2021 - 11:38
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
NPG: Dewleta Tirk çekên nû yên kîmyewî bi kar tîne; tavilê bikevin nava liv û tevgerê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel / Kurdistan (NPG) ev daxuyanî da:

“Di şerê dewleta Tirk a mêtinger de ku bi serkêşiya rejîma AKP-MHP’ê li Kurdistanê dimeşîne, qanûnên şer ên navneteweyî têne binpêkirin, mafên mirovan tune têne hesibandin û sûc tê kirin. Hêzên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji bilî mafên herî xwezayî û rewa yên gelbûyînê tiştekî naxwazin, bi tewambariya ‘terorîst’ têne mohrkirin, li dijî gelê me û hêzên me yên têkoşînê bi her rê û rêbazê teora dewletê dimeşîne. Dewleta Tirk ku li Kurdistanê siyaseteke qirker dimeşîne, bi êşkenceya psîkolojîk û tecrîda mutleq a li Îmraliyê, qanûnên neteweyî û navneteweyî û nirxên exlaqî hemûyan binpê dike.

REJÎMA AKP-MHP’Ê YA FAŞÎST BI BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DIXWAZE ENCAMÊ BIGIRE

Bi heman rengî, tevî ku li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên ji teknolojiya serdemê bi kar tîne jî li hemberî îradeya berxwedanê ya gerîla xitimî ye, asê maye. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst, çekên kîmyewî yên bi qanûnên navneteweyî hatine qedexekirin bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixe.

Di operasyona 10-14’ê Sibata 2021’ê de ya li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê de eşkere ye ku çeka kîmyewî bi kar aniye. Operasyona dagirkeriyê û êrişa ku bi navê Pençe Şîmşek û Pençe Yildirim li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, îro 159 roj li pey xwe hiştiye. Li van herêman 159 roj in bênavber şer diqewime. Dewlet û çapemeniya Tirk vê yekê bi israr ji raya giştî vedişêre. Di vî şerî de hêzên artêşa Tirk a dagirker gelek caran gaza kîmyewî bi kar anî. Di serî de qada Zendûra ya Metîna û Girê Sor a Avaşînê, li gelek herêman çeka kîmyewî bi kar anî. Ev yek rastiyeke eşkere û misoger e. Niha jî ji bo şikandina berxwedana li xeta Werxelê her roj bi rengekî giran bombeyên kîmyewî yên cuda bi kar tîne.

DEWLETA TIRK VAN 15 ROJÊN DAWÎ BOMBEYÊN NÛ YÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE

Bê şik û bê guman ev yek binpêkriina qanûnên şer ên navneteweyî ye, kiryarên li derveyî mirovahiyê ne û dikevin çarçoveya sûcê şer. Lê belê DYE û Yekîtiya Ewropa ku partiya me PKK a ku ji bo mafên rewa û demokratîk ên gelê Kurdistanê têdikoşe xistine lîsteya terorê, hevpariyê ji vî sûcî re dikin. Welatên NATO’yê yên ku piştgiriyê didin dewleta Tirk a nijadperest û bi her awayî desteka teknîkê pêşkêş dikin, hevparê vî sûcî ne. Artêşa Tirk bi taybetî van 15 rojên dawî cûreyên nû yên bombeyên kîmyewî bi kar tîne. Eşkere ye ku ev cûreyê nû yê bombeya kîmyewî ji aliyê yek ji van dewletan ve hatiye dayin. Yên ku van hemûyan dikin û hêzên ku bêdeng dimînin û hêzê didin rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst a ku siyaseta qirkirinê li Kurdistanê dimeşîne, şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê ne ku îro li Kurdistanê tê kirin.

BANGA ME LI HÊZAN HEMÛYAN E!

Gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm ê vê cografyayê ye. Li vê xakê ji parastina mafê jiyanê ya bi çanda xwe û bi rengekî azad tiştekî rewatir nîne. Bes piştgiriyê bidin van polîtîkayên qirker û nijadperest ên dewleta Tirk ku li dijî gelê me û hêzên wê yên azadiyê dimeşîne. Nebin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê! Nirxên berz ên vê serdemê binpê nekin, li pişt van sûcan nesekinin ku bi fermana rejîma Erdogan-Bahçelî ya faşîst komkujî tê kirin û çeka kîmyewî tê bikaranîn. Hebin hevparê binpêkirina nirxên mirovahiyê.

BANGA LI HÊZÊN DEMOKRATÎK ÊN ALÎGIRÊ MAFÊN MIROVAN!

Di serî de Neteweyên Yekbûyî ku her carê guhê xwe li hawara gelê Kurd girtiye, em bang li saziyên navneteweyî, hêzên demokrasiyê yên navneteweyî, saziyên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan hemûyan dikin ku li ber dewleta Tirk rabin, ji binpêkirina qanûnên şer û hiqûqa navneteweyî re bêjin ‘êdî bes e’ ku dixwaze li Kurdistanê mirovahiyê tune bikin, nirxên mirovahiyê binpê dike.

BANGA LI GELÊ KURDISTANÊ YÊ WELATPARÊZ Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ YÊN HERÊMÊ!

Ji bo paşeroja demokratîk, biratî û azadiyê ya gelê Kurd û gelên herêmê, Gerîlayên Apoyî bi fedakariyeke mezin canê xwe feda dikin, li dijî faşîzmê, berxwedana herî şoreşger a serdemê nîşan didin û rejîma AKP-MHP’ê ya qirker faşîst têk dibin. Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê divê kes bêdeng nemîne. Di nava vê têkoşîna berxwedana pîroz de em ê bi biryardariyeke mezin, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê bi rengekî fedayî li ber xwe bidin û serketinê ji xwe re bikin esas. Di berxwedana heta niha de berdêlên gelekî hêja hatin dayin, şehadet çêbûn, ziyan çêbûn. Di vê berxwedana dîrokî de ku berz dibe, eger nayê xwestin ku ji ber bombardûmana kîmyewî windahiyên giran rû bide, divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Li tevahiya Kuridstanê divê gelê me hêza xwe ya civakî nîşan bide, li dijî van rêbazên şer ên li derveyî mirovahiyê refleksa demokratîk destnîşan bikin. Di serî de saziyên demokratîk, ciwan, jin û welatparêzên me yên kedkar, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û herêmê di vê mijarê de divê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

BANGA LI XELKÊ ME, CIWAN, JIN, GEL Û DOSTÊN ENTERNASYONAL ÊN LI DERVEYÎ WELAT!

Wezîfeya herî demokratîk û piştevaniya şoreşgerî ye ku li pêşiya saziyên navneteweyî yên ku ji ber berjewendiyên qirêj van sûcên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji nedîtî ve tên û dibin hevparê vî sûcî, ev sûc bêne deşîfrekirin û raya giştî pê bê hesandin.

Di vê qonaxa girîng a dîrokê de, di oxira doza xwe ya azadiyê ya pîroz de em bi rengekî fedayî û merdane şer dikin, rêya azadî û demokrasiyê vedikin. Rejîma faşîst a nijadperest li dijî me bi rengekî nemerdane û tirsonekî bombeyên kîmyewî bi kar tîne û hewl dide pêşî li têkçûna xwe bigire. Rejîma faşîst bi vê pratîka xwe li hemberî nirxên mirovahiyê sûc dike. Çawa ku di dema komkujiya Dersimê ya 1938’an de rayedarekî vê dewletê got, ‘Me jehra mişkan avêt nava şikeftan û hemû kuşt’, bi vî rengî li xwe mikur hat, îro jî bi heman şêweyê hovane tevdigerin û dikin.

Di sedsala 21’ê de rejîma Tirk a mêtinger bi binpêkirina qanûnên neteweyî û navneteweyî sûc dike. Li hemberî vê yekê em bang li saziyên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî, her wiha parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Li dijî van kiryarên li dijî mirovahiyê ku qaşo ji bo tepisandina têkoşîna gelê me ya ji bo mafên rewa û mafên xwezayî tê meşandin, her kes û hêzên xwedî hestên mirovane, em bang li wan dikin ku xwedî li qanûnên navneteweyî derkevin, wezîfeyên xwe yên mirovî, exlaqî û wijdanî pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiya nobeda edaletê kete roja 205’an

Nivîsa Pêş

Ciwanê ku di destê Talîbanê de ye agahî jê nîne

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanê ku di destê Talîbanê de ye agahî jê nîne

Ciwanê ku di destê Talîbanê de ye agahî jê nîne

Tevgera Ciwanên Şoreşger: Tu eleqeya me bi êrîşa li hember PDK-RK nîne

Tevgera Ciwanên Şoreşger: Tu eleqeya me bi êrîşa li hember PDK-RK nîne

Manşet

  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.