Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk nameyek nivîsî

Di nameyê de bi berfirehî qala sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê ku dewleta Tirk hate kirin û bêhelwestiya hêzên pêwendîdar a têkildarî van sûcên dewleta Tirk hate rexnekirin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/09/2021 - 11:44
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK’ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk nameyek nivîsî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi navê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem nameyek ji nûnertiyên DYE, Elmanya, Fransa, Kanada, Îngilistan, Hollanda, Rûsya û gelek welatên din ên li Hewlêrê, nûnertiya Yekîtiya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Yekîtiya Ereb û partiyên siyasî yên li herêmê re şand.

Di nameyê de bi berfirehî qala sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê ku dewleta Tirk hate kirin û bêhelwestiya hêzên pêwendîdar a têkildarî van sûcên dewleta Tirk hate rexnekirin.

KCK’ê xwest, ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêdengî û bêhelwestî nebe û hişyarî da ku êrişên dagirkeriyê herêmê nearam dikin, eger tedbîr neyên girtin wê encamên metirsîdar ji bo her kesî bi xwe re bîne.

KCK’ê bala civaka navneteweyî bi rengekî lezgîn kişand ser ‘Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve’ û bi taybetî bang li Neteweyên Yekbûyî kir, “Bikaranîna van çekên ku ji aliyê saziya we ve hatiye qedexekirin, bi rengekî eşkere li dijî pîvan û peymanên OPCW’ê ye.”

Di nameya KCK’ê de hate gotin, “Demê berê dema ku welatên Rojhilata Navîn mîna Sûriye û Iraqê çekên kîmyewî bi kar anîn, me dît ku saziya we, gelek hikumet û raya giştî ya navneteweyî bi lez û bez, bi rengekî xurt nerazîbûn nîşan dan. Mixabin dema ku ev çekên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê bi rêk û pêk hatin bikaranîn, me heman helwest nedît.”

Di nameyê de hate bibîrxistin ku Cotmeha 2019’an li Serêkaniyê fosfor a spî hate bikaranîn, gelek sivîl birîndar bûn û hate ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî piştî vî sûcî Tirkiye şermezar nekir û ceza nekir.

KCK’ê diyar kir ku ev bêdengî ji bo dewleta Tirk bû “teşwîq” ku ji 23’ê Nîsana 2021’ê û vir ve li Başûrê Kurdistanê li dijî HPG’ê û sivîlan çekên kîmyewî bi kar tîne. Di nameya KCK’ê de hate  ragihandin ku li tunelên berxwedanê yên gerîla û derdora bi dehan gundên nêzî van herêman pênc meh in êrişên dagirkeriyê têne kirin û di van êrişan de çekên kîmyewî bi rêk û pêk têne bikaranîn.

Di dewama nameyê de hate gotin, “Mixabin em neçar dimînin ku vê bêdengiya dewletan û Neteweyên Yekbûyî weke encamek ji hevkariya bi Tirkiyeyê re şîrove bikin. Ji ber vê yekê ewqas sûcên dewleta Tirk heta niha ji nedîtî ve hatin û li dijî vî welatî tiştek nehatiye kirin. Hikumeta AKP-MHP’ê mîna bikaranîna çekên kîmyewî gelek caran sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê kir, lê tevî vê yekê jî weke welatekî normal ê demokratîk weke muxatabekî rewa tê dîtin.”

KCK’ê bi vê nameyê re raporeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) pêşkêş kir ku têkildarî sûcên dewleta Tirk hate amadekirin.

KCK’ê got, “Ji ber ku gelek sûcên Tirkiyeyê bi berfirehî hatine belgekirin, dem hatiye ku ev welat êdî bi rengekî eşkere bê şermezarkirin û wezîfedarên dewleta Tirk ên berpirsyar bên darizandin.”

Di dawiya nameya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê de wiha hate gotin, “Em pê zanin ku hûn weke Neteweyên Yekbûyî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve û bandora giran a êrişên dagirkeriyê yên li ser xelkê sivîl ji nêz ve dişopînin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo ev sûcên dewleta Tirk bêne rawestandin hûn ê hewldanên xwe zêde bikin. Baweriya me pê heye ku hûn ê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar bikin, gavên ku hûn biavêjin wê yekser jiyana mirovan rizgar bike, baweriya bi rêxistina we zêde bike û bandora peymanên navneteweyî mezin bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê bîlançoya mehekê ya şer eşkere kir; 71 leşker hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

Ji Ciwanên Kurd yên Ewropayê bangeke enternasyonalîst

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji Ciwanên Kurd yên Ewropayê bangeke enternasyonalîst

Ji Ciwanên Kurd yên Ewropayê bangeke enternasyonalîst

Dayîka Emînê ji bo edaletê nobeda xwe berdewam dike

Lêgerîna Edaletê ya dayîka Emîne û lawê wî

Manşet

  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.