Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê 2018’an de şehîd bûbû parvekir

"Em hevrêyê xwe Eyup bi rêzdarî bi bîr tînin ku 3'ê Îlona 2018'an di bombardûman dewleta Tirk de şehîd bûbû."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
09/09/2021 - 12:41
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê 2018’an de şehîd bûbû parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN –  Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê gerîla Hasan Sûbaş (Eyup Dîgor) bi bîr anî ku 3’ê Îlona 2018’an şehîd bû.

Daxuyanî wiha ye:

“Em hevrêyê xwe Eyup bi rêzdarî bi bîr tînin ku 3’ê Îlona 2018’an di bombardûman dewleta Tirk de şehîd bûbû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Eyup wiha ne:

Nasnav: Eyup Dîgor
Nav paşnav: Hasan Sûbaşi
Cihê jidayikbûnê: Dîgor
Dayik-Bav: Nesîme-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Îlona 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Hevrêyê me Eyup sala 1974’an li yek ji navçeyên welatparêz ên herêma Serhedê li Dîgorê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz bi naskirina têkoşîna azadiyê mezin bû. Dilê xwe bi hezkirina welêt û gel tijî bû. Ji ber siyaseta zext, zilm û xizanîkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger a li ser gelê Kurd û tevahiya Kurdistanê, neçar ma ku bi malbatî koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevrêyê me Eyup li vê derê jî tevî malbata xwe tawîz ji welatparêziya xwe neda û bi taybetmendiya xwe ya welatparêziyê li ser piyan ma. Di heman demê de taybetmendiyên xwe yên civakî parast.

Hevrêyê me Eyup ku ciwanekî Kurd ê kedkar û welatparêz bû, baweriya xwe pê anî ku divê ji bo gel û welatê xwe têbikoşe û di navbera salên 1996-2000’î de bi rengekî çalak tevlî karên ERNK (Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê) bû. Bi wêrekî û biryardariyeke mezin ev kar kir û dema li metropolên Tirkiyeyê bû lid ijî dijmin sekneke şoreşgerî ya şareza nîşan da û dîwarên mêtingeriyê qul kir. Bi taybetî di dema komploya navneteweyî de ya li dijî Rêber Apo hate kirin, weke yek ji pêşengên serhildanên dîrokî yên gelê Kurd bi rola xwe rabû. Hevrêyê me Eyup bû ciwanekî Kurd ê milîtan ku derbên mezin li mêtingeran xist û ev taybetmendiya xwe di her çalakiyan de nîşan da. Piştre bi pirsgirêkên hevrêyên me yên li zindanan û welatparêz re eleqedar bû, rêxistinbûyîna pêwîst kir û bi berpirsyariya vî karî rabû. Dorpêçiya dewleta Tirk têk bir û bêyî ku ji aliyê dijmin ve bê girtin karên şoreşgerî bi rengekî profesyonelî meşand.

Piştî ku derfet nema li metropolan karê şoreşgerî bimeşîne, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û sala 2001’ê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Eyup ku şoreşgerekî profesyonel bû, zû bi çiyê re bû yek û bû gerîlayekî şareza. Piştî ku li Qendîl, Zap, Xakurkê û Behdînanê ma û bi berpirsyarî rabû, weke fermandarekî derbasî qada Zagrosê bû. Di nava partiyê de cudahî nexist nava ti karî û her kar bi eşqeke mezin bi pîvana serketinê meşand. Nirxên ku gel û partiya me bi kedeke mezin afirandin, mîna çavê xwe parast û kesayetiya serfkar a modernîteya kapîtalîst ji binî ve red kir û kesayetiya PKK’ê ya afirandina nirxan timî ji xwe re kir esas. Bi van taybetmendiyên xwe weke fermandarekî mînak bi salan li Zagrosê kar kir. 3’ê Îlona 2018’an di bombardûmanê de şehîd bû.

Hevrêyê me Eyup ku bi kesayetiya xwe ya cihê baweriyê bi berpirsyariyên girîng û wezîfeyên stratejîk rabû, bandor li her hevalî kir û bi sekn û jiyana xwe perwerde kir. Bi fedakarî, kedkarî û moralê xwe yê bilind, bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan, gel û nirxên partiyê wê ji bo me hevrêyên wî timî bibe mînak.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Eyup em sersaxiyê ji tevahiya xelkê me yê Dîgorê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Ji bo bîranîna hevrêyê me Eyup, em soz didin ku têkoşîna hilanîna tola şehîdan em ê bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gireva Birçîbûnê di roja 287’an de ye – Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin

Nivîsa Pêş

Cihê ku hesap bidin doz vedikin – Dê dayîka Emîne li ser bikeve

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dayîka Emînê ji bo edaletê nobeda xwe berdewam dike

Cihê ku hesap bidin doz vedikin - Dê dayîka Emîne li ser bikeve

Gaziyên Efrînê konferansa xwe ya damezrîner pêk anîn

Gaziyên Efrînê konferansa xwe ya damezrîner pêk anîn

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.