Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Kurdistanê parvekir

"Hevrêyên me Helo, Jînda û Rojîn li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker ên ji bo tasfiyekirina tevgera me ya li Botanê bi rengê fedayî berxwedaneke destanî nîşan dan, armancên mêtingeran di ber wan de hiştin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
27/08/2021 - 13:19
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Kurdistanê parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“14-18’ê Tebaxê li herêmên Cûdî û Kato Jîrkayê, ji ber bombardûmana dewleta Tirk a mêtinger hevrêyên me Helo, Jînda û Rojîn şehîd bûn. Her sê hevrêyên mne di asta pêşengiyê de tevlî pêngavên şoreşgerî yên li herêmê Botanê bûn û hewl dan ku erk û berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi rengê herî baş bi cih bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Helo Mahabadî
Nav paşnav: Mûhammed Alîzade
Cihê jidayikbûnê: Mahabad
Dayik-Bav: Amî-Alî
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Tebaxa 2021 / Cûdî
Nasnav: Jînda Berat Cîhan
Nav paşnav: Nûrcan Çîntan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Ayşe-Omer
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2021’ê / Kato Jîrka
Nasnav: Rojîn Amed
Nav paşnav: Fîdan Kûtpinar
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hediye-Kulî
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2021’ê / Kato Jîrka

HELO MAHABADÎ

Hevrêyê me Helo li bajarê Mahabadê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku ev herêm bi berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê û bi dilsoziya xwe ya bi nirxên Kurdistanî tê naskirin. Hevrêyê me bi mîrateya Rojhilatê Kurdistanê mezin bû ku li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê yên mêtingeran ên li çar parçeyên Kurdistanê her tim li ber xwe dide. Di pêvajoya Komploya 15’ê Sibatê ya lanetkirî de ku li dijî Rêberê me hate kirin, Rêber Apo û têkoşîn nas kir. Sala 2010’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, ruhê yekîtiya neteweyî di asta herî bilind de temsîl kir û bi rengekî bênavber têkoşiya. Li parçeyên cuda yên Kurdistanê gerîlatî kir, di xeta gerîlatiya profesyonel de pispor bû, herî dawî derbasî herêma Botanê bû û weke fermandarekî pêşeng ê ruhê serdfema nû li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe da. Hevrêyê me Helo ku xeta fermandarê me yê nemir Egîd di jiyana xwe ya gerîlatiyê de xiste meriyetê, tevlî gelek çalakiyan bû yên ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker hate xistin û bû milîtanekî mînak ê xeta serketinê. Mîrateya ku hevrêyê me Helo bi keda xwe afirand wê di têkoşîna hevrêyên xwe de her tim dewam bike.

JÎNDA BERAT CÎHAN

Hevrêya me Jînda li Wanê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Gerîlayên Azaadiyê hîn biçûkaniya xwe nas kir û tevlî nava refên gerîla bû ku ji hingî ve xeyala wê dikir. Bi vê tevlîbûnê re di temenê xwe yê ciwantiyê de ji bo azadiya gelê xwe dest bi têkoşîna şoreşgerî kir.

Bi kûrbûna di felsefeya Rêber Apo de ji bo nasnameya jin a azad di kesayetiya xwe de biafirîne timî hewl dida. Li Rojhilata Navîn a bi navenda Kurdistanê ku hîmên Şaristaniya Demokratîk bi pêşengiya jinê lê hate danîn, di Xeta Azadiya Jinê de bû milîtan û bê teredût meşiya. Bi pratîka xwe hem di nava jiyanê de hem jî di şer de bi mîsyona xwe ya pêşengiyê rabû û ev yek bi rengekî mezin bi ser xist. Bi kesayetiya xwe ya kedkar a li rû li ken di nava hevrêyên xwe de bû cihê hurmetê, tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve dikir, zû bû fermandarek û li gorî pêwîstiyên dema nû xwe zû bi pêş ve xist, di demeke kurt de jî bû xwedî tecrûbeya gerîlatiyeke xurt. Herî dawî li herêma Botanê di şerê mezin ê dijî dagirkeran de bi erka pêşengiyê rabû û her wezîfeya di çalakiyan de bi serketineke mezin bi cih anî. Hevrêya me Jînda wê di meşa serketinê ya gelê me de pêşiya me ronî bike.

ROJÎN AMED

Hevrêya me Rojîn li Wanê li nava malbateke welatparêz a ku nirx li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zêde kir, ji dayik bû. Bi bandora derdora xwe ya ku têkoşîn nas dikir û bi baweriya ku têkoşîna rast a li dijî êrişên mêtingeran ên li ser gelê me bi berxwedana gerîla dibe, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Rojîn weke gerîlayeke jin a ciwan xwe di Felsefeya Rêbertî de bi pêş xist û bi danheviya xwe ya îdeolojîk hewl da li qada leşkerî bibe pispor. Di demeke kurt de bû fermandar û bi xurtî tevlî pratîkê bû. Hevrêya me, ruhê berxwedêriya jinê ya Kurdistanê bi Xeta Azadiyê ya Jinê re kir yek û bi enerjiyeke mezin bênavber têkoşiya, bû yek ji pêşengên têkoşîna me ya xeta serketinê. Têkoşîna xwe li herêma Botanê meşand ku her tim bi hesreta wê bû. Di şert û mercên herî giran de ruhê milîtaniyê temsîl kir û nîşan da ku Gerîlayên Azadiyê yên kurdistanê ti carî li hemberî dagirkeran serî natewînin û wê xaka pîroz a Kurdistanê bi rengekî fedayî biparêzin. Hevrêya me Rojîn ku bi dilsoziya xwe ya mezin a bi Rêbertî û hevrêyên xwe dihate naskirin, di pratîkê de jî sekneke bi mînak nîşan da. Xeta berxweedanê ya hevrêya me Rojîn wê her tim di têkoşîna me de dewam bike.

Hevrêyên me Helo, Jînda û Rojîn li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker ên ji bo tasfiyekirina tevgera me ya li Botanê bi rengê fedayî berxwedaneke destanî nîşan dan, armancên mêtingeran di ber wan de hiştin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Helo, Jînda û Rojîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê serketinê teqez misoger bikin ku ev yek hêviya şehîdên me bû.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Lavrîoyê bîranîna 3 Şehîdên Kurdistanê

Nivîsa Pêş

Gireva li Yewnanîstanê Anarşîstan dewr girt

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Gireva li Yewnanîstanê Anarşîstan dewr girt

Gireva li Yewnanîstanê Anarşîstan dewr girt

Ji Pênûsa Gerîla – Ez ji nû ve diafiriyam

Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan re serlêdana parêzeran

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.