Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Namûsa me

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
06/08/2021 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Namûsa me
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Dema ku li Şengalê ferman çêbû herî zêde jinên Êzîdî bûn qurbanî û mexdûr. Her tim qala revandin û firotina 5 hezar jinên Êzîdî tê kirin. Piraniya wan jinan hatin rizgarkirin û dîtin. Lê hê jî aqûbeta bi hezaran jinan nayê zanîn. Ew jin li ku ne û çi bi serê wan hat nayê zanîn. Çîroka her jinekê bi serê xwe dibe pirtûk.

Çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê bi hezaran jin revandin û li bazaran firotin. Wî wextî meydan ji DAIŞ’ê re hatibû hiştin. Ji Mûsil heta Şengalê ji Sûrî heta gelek deverên Iraqê dagirkeriya DAIŞ’ê hebû. Ev dagirkerî êdî bi dawî bû. Lê şopên wan rojan hê jî xuya dikin. Vê fermanê herî zêde derba xwe li jinên Êzîdî xist. Li ser wê fermanê film hatin çêkirin û pirtûk hatin nivîsandin. Lê kes zêde li ser pêkhatina wê fermanê nasekine. Kê destûra wê fermanê da û çima dan ? Yên ku deriyê Şengalê ji qirkirinê re vekir kî bûn û çima nehatin cezakirin ? Divê mirov li vê yekê bipirse. Lê niha em li encamê dinêrin. Encama ku wan çeteyên hov li pey xwe hiştine.

Dinya hemû bû şahid bê di sedsala 21’ê de çawa jin li bazaran wekî xenîmet hatin firotin. Ew jî jinên Êzîdî, jinên Kurd bûn. Em qala milyonan Kurdan dikin, lê hejmareke ewqas zêde ku serê xwe li ser vê mijarê êşand tinebû û hê jî tineye. Dema bûyerek diqewime Kurd bi navê namûsê jinê qetil dikin. An jî bi navê namûsê nerazîbûna xwe tînin ziman. Lê di meseleya Şengalê de bi vî rengî jî nefikirîn. Eger jin namûsa wan bûya wê namûsa xwe parastibana. Kesên xwedî li parastina wan derketin ên digotin jin jiyan e. Erê em qala hezaran jinên Kurd û Êzîdî dikin ku çawa ji aliyê çeteyên hov ên cîhanê ve hatin revandin. Tiştek nema bi serê wan jinan neanîn. Dehê caran firotin, tecawiz û êşkence li wan kirin. Hê jî ev trajedî dewam dike. Ji bo ku wan jinan bê îrade bikin her tişt kirin.

Bêguman em ji bo tevahî Kurdan vê pênaseyê nikarin bikin. Lê dîsa jî rewşeke ku piranî têde cih digrin heye. Ma mirov di vê rewşê de çawa dikare rehet razê û rabe. Xwe têxin şûna wan malbatan. Bifikirin ew jinên hatin revandin keç an jî hevjîna we be. Dayîk an jî xaltîka we be. Lê em wilo jî nefikirîn. Dibêjin agir cihê ku lê derdikeve dişewitîne. Rewşa me Kurdan jî ev e.

Heta ku aqûbeta wan jinên hatine revandin eşkere nebe û yên bûne sedema vê felaketê neyên cezakirin emê nikaribin rehet bimeşin. Yên bûne sedema wê karesatê divê hesab bidin. Têkoşîn û berxwedana me divê ji bo hesabpirsînê be.

Îro jî heman talûke û xetere li ser Şengalê û gelek deverên din heye. Kurd hê jî di çerxa qirkirinê re derbas dibin. Eger îro dinya behsa wê qirkirinê dike û ya li Şengalê hatî kirin wekî jenosîd qebûl dike wê demê divê ji bo careke din pêk neyê destûra wê nede. Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an şûnde Şengalê rêveberiyek xwe ava kir. Li wê derê sazî û rêxistin hene. Hêzên xweparastinê hene. Eger Ewrûpa û Emerîka ji dil bin bila rêveberiya li wir nas bikin û xweseriya li Şengalê qebûl bikin. Eger vê yekê nekin wê demê ew jî şirîkên sûcê qirkirinê ne.
Tişta li Şengalê hatî kirin şikandina îradeya gelê Kurd û Êzîdiyan bû. Bersiva li dijî fermanê jî hêja û xurt bû. DAIŞ’ê texmîn nedikir ku wê dawî li dagirkeriya wan were anîn. Lê ji Şengal heta Kobanê û gelek deveran dawî li hebûna DAIŞ’ê hat. Yên ev yek kirin jî şervan û gerîlayên tevgera azadiyê ya Kurdistanê bûn. Ji bo parastina axa Kurdistanê canê xwe feda kirin. Ew şehîdên rûmeta Kurdistanê ne. Eger em qala namûsê dikin wê demê divê her kes li dijî dagirkeriyê rabe.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Gêrîlaya Evîndara Heqîqetê

Nivîsa Pêş

Li Seranserê Kurdistanê çalakiyên “Werin Cenga Azadiyê”

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Seranserê Kurdistanê çalakiyên “Werin Cenga Azadiyê”

Li Seranserê Kurdistanê çalakiyên "Werin Cenga Azadiyê"

HPG’ê nasnama 6 şehîdên 2016’an parvekir

HPG'ê nasnama 6 şehîdên 2016'an parvekir

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîlla: Hêza Rêxistingeriyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.