Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Bestayê parvekir

"Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Canda û Roza em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Cizîr û Şirnexê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bi afirandina welatekî azad em ê tola hevrêyên xwe hilînin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
25/07/2021 - 13:33
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Bestayê parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên jin ên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“25’ê Hezîrana 2021’ê li herêma Besta ya Şirnexê, artêşa Tirk a dagirker li qadên Şehrîban û Besta Bilûzerê dest bi operasyonekê kir. 26’ê Hezîrana 2021’ê li vê qadê di navbera hevrêyên me Canda û Roza û dagirkerên li qadê dest bi operasyonê kirin, şerekî giran qewimî. Di vî şerî de gelek dagirker hatin cezakirin û gelek jî birîndar bûn. Di şer de hevrêyên me Canda û Roza weke nûnerên mînak ên milîtaniya jinê ya azad heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.”

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Canda Kiçî
Nav paşnav. Kader Malgoz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Leyla-Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Hezîrana 2021’ê / Besta
Nasnav: Roza Botan
Nav paşnav: Mevlude Sevîntî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Abîde-Mehmet Îhsan
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Hezîrana 2021 / Besta

CANDA KIÇÎ

Hevrêya me Canda, li nava eşîra Kiçî li Cizîrê ji dayik bû, ku ev eşîr yek ji eşîrên mînak ê welatparêziya Kurdistanê ye di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl dane. Di nava şert û mercên şer de mezin bû ku vê yekê bandor li hevrêya me Canda kir. Kevneşopiya serhildanê ya bi pêşengiya Bêrîvanan li Cizîrê dest pê kir û gelek şoreşgerên pêşeng ên mîna hevrê Çîçek Kiçî ji nava xwe afirand, bandoreke kûr li hevrêya me Canda kir. Ji ber vê yekê hîn di temenê biçûkanî de bi girîngiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hesiya ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê meşandin. Cizîr ku di heman demê de yek ji navendên girîng ên çanda Kurdîtiyê ye, bi çanda şoreşgerî ya vî bajarî re taybetmendiya xwe xurtir kir. Hevrêya me Canda li qada çandê dest bi têkoşînê kir û hîn di temenê ciwantiyê de li ber qirkirina çandî ya dewleta Tirk a qirker rabû ku ji bo asîmîlekirina gelê me pêk tîne. Lê belê ji ber ku dijmin êrişên xwe yên qirkirinê zêde kir û ji bilî têkoşîna çekdarî ti rê ji gelê me re nehişt, hevrêya me Canda jî berê xwe da navenda vê berxwedanê çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Canda dema ku xwe gihand çiyayên Kurdistanê destpêkê nirxên komunal, pîvanên azadiyê û têkiliyên hevrêtiyê yên PKK’ê ku xwe dispêre wekheviyê bala wê kişand. Ev şêweyê têkiliyê bû sedem ku bi çiyê re hîn bêhtir bibe yek. Îdeolojiya PKK’ê û jiyana li çiyê ku watebûyîna vê îdeolojiyê ye, di kesayetiya hevrêya me Canda de veguherî guherînin şoreşgerî. Bİ taybetî hewl da ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo nas bike, fêhm bike û li gorî vê yekê bijî. Hevrêya me Canda pê hesiya ku azadî tenê bi şarezabûna li qada îdeolojîk nabe, li her qadê divê jin karibin xwe biparêzin û nirxên ku di oxira wê de şer dikin biparêzin. Lewma di hunera leşkerî de xwe bi pêş ve bir û bû fermandareke şareza ya gerîla. Ji Avaşînê heta Garê, ji wir jî heta Şengalê li gelek qadan têkoşiya, li her qadê bi rengekî hêja temsîliyeta jin a azad kir. Ji bo hostatiya xwe ya leşkerî, şarezabûyîna xwe ya îdeolojîk û tecrûbeya xwe bike zemîneke çalak a têkoşînê û li dijî dewleta Tirk şer bilindtir bike, timî bi israr xwest ku biçe Bakurê Kurdistanê. Hevrêya me Canda di vê israra xwe de bi ser ket û bû milîtaneke jinê ya pêşeng li xaka lê ji dayik bû vegeriya, kîna xwe ya li dijî dijmin di gelek çalakiyan de bi rengekî serketî bi wate kir. Bi vî rengî bû mînakek şênber a rê û rêbaza têkoşîna rast a li dijî dijmin. Bi qada Bestayê re bû yek, li her cihê vê qadê kedeke mezin da, bi erka fermandariyê rabû, bi fermandariya YJA Starê ya şareza pêşengî ji bicihanîna xeta gerîla ya serdema nû re kir.

ROZA BOTAN

Hevrêya me Roza li navendeke berxwedanê ya girîng a Botanê li Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welastparêziya malbatê, partiya me di biçûkanî de nas kir, bi taybetî jî Rêber Apo gelekî meraq kir û hewl da fêhm bike. Di heman demê de bi jiyana sîstemê re bi nakok bû, ji bo bibe xwedî jiyaneke hîn bi wate kete nava lêgerînan. Bersiva van lêgerînên xwe jî di felsefeya Rêber Apo de dît. Di encamê de jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku timî dixwest bibe gerîla.

Hevrêya me Roza piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi enerjiyeke bêdawî hewl da jiyana gerîla û çiyê fêhm bike, bibe xwedî jiyanek li gorî vê yekê. Ji bo vê daxwaza xwe pêk bîne, perwerdeya leşkerî û îdeolojîk dît, di encamê de bû gerîlayeke jin a şareza. Bi taybetî di Îdeolojiya Rizgariya Jinê de xwe kûr kir, taybetmendiyên kevneşop û paşverû yên ku sîstemê di kesayetiya wê de çêkiribû, ji ser xwe avêt. Li ser vê bingehê ji her cûre wezîfeya şoreşgerî re amade bû, li ku derê pêwîstî pê hebû li wê derê heta dawiyê xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgerî derket. Ev sekna xwe di her karî de nîşan da, bi kesayetiya xwe ya bi moral û kelecanî bû milîtaneke serketî. Hevrêya me girîngiyeke mezin da têkiliyên hevrêtiyê ku yek ji nirxên herî girîng ên partiya me PKK ye. Ji bo di têkiliyên hevrêtiyê de kûrtir bibe gelekî hewl da. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku hevrêtiya rasteqîn, xwedîderketina li xewn û xeyalên hevrêyan e û bi vê armancê derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Di heman demê de gihîşt wê baweriyê ku dagirkeriya Tirk tenê bi têkoşîneke bi bandor a li vê qadê dikare bê têkbirin û hewl da berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi her awayî bi cih bîne. Bi vê armancê tevlî gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker bû, bû milîtaneke mînak a têkoşîna me ya serketî.

Hevrêyên me Canda û Roza ku weke du milîtanên jinê yên pêşeng û hêja yên Botanê hebûna dijmin a li xaka xwe tehemûl nekirin, ji bo dawî li vê yekê bîne bêeman têkoşiyan. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Canda û Roza em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Cizîr û Şirnexê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bi afirandina welatekî azad em ê tola hevrêyên xwe hilînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rastiya Dewleta TC û çeteyên wê ev e – Dizê kevirê goran!

Nivîsa Pêş

YJA-Star’ê bêhna faşîstan qut kiriye – 4 dagirker hatin ceza kirin!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş

YJA-Star'ê bêhna faşîstan qut kiriye - 4 dagirker hatin ceza kirin!

Dersîm Nûrhaq: . Ew hevalên ku li Mam Reşo berxwedan li Zendura berxwedidin

Dersîm Nûrhaq: . Ew hevalên ku li Mam Reşo berxwedan li Zendura berxwedidin

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şîrketa yekitiya berjewendiyan ango AKP belav dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.