Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Di roja 239’an de dayîkên dîlê azadiyê bang dikin: Bibin dengê girtiyan

"Dayîk Hanim Mûratoglû, bilêv kir ku girtî ji bo mafên xwe yên hatine binpêkirin, ji bo zext û zoriyên li ser ziman û çanda wan bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê kirine û daxwazên girtiyan daxwazên wan in jî."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/07/2021 - 10:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Di roja 239’an de dayîkên dîlê azadiyê bang dikin: Bibin dengê girtiyan
ParvekeTweet

MÊRSÎN – Dayikên girtiyên ku 239 roj in di greva birçîbûnê de ne, bang li gel kirin. Hanim Mûratoglû ku du kurên wê di girtîgehê de ne got: “Daxwazên wan daxwazên me ne.” Necla Ortaç jî got: “Ji bo jiyaneke mirovane di grevê de ne.”

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, di roja 239’an de ne. Çalakiya ku 5 rojan carekê komên cuda dewr digirtin, di 14’ê Tîrmehê de veguherî 15 rojan carekê. Ji 14’ê Tîrmehê ve her kom 15 rojan di greva birçîbûnê de dimîne.
Dayikên ku zarokên wan di grevên birçîbûnê de ne bang li gel kirin: “Bibin dengê girtiyan.”
Dayik Hanim Mûratoglû (48) ku du kurên wê di girtî ne, bang kir. Kurê wê Halîl Mûratoglû (29) di Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T’yê û kurê wê Gazî Mûratoglû (20) jî di Girtîgeha Tarsûs a Tîpa T’yê de ye. Li Halîl Mûratoglû di sala 2015’an de bi îdiaya “endamtiyya rêxistinê” 15 sal û li Gazî Mûratoglû jî di sala 2016’an de ku li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de hatiye girtin, 25 sal ceza hatiye birîn.
Mûratoglû, bilêv kir ku girtî ji bo mafên xwe yên hatine binpêkirin, ji bo zext û zoriyên li ser ziman û çanda wan bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê kirine û daxwazên girtiyan daxwazên wan in jî. Mûratoglû, da zanîn ku her du kurê wê di sala 2018’an de jî 3 mehan di greva birçîbûnê de mane û got: “Em naxwazin zarokên me têkevin greva birçîbûnê, lê gava mafên wan bên binpêkirin, ji bêgavî dikevinê. Zarokên me li girtîgehê, em jî li malê di greva birçîbûnê de ne. Hefteya borî ez bi Halîl re axivîm, sirf ji bo ez li ber nekevim got baş e. Lê ez dayik im, hîs dikim, rewşa wan nebaş e.”
Dayik Mûratoglû, destnîşan kir ku lewma divê raya giştî di vî warî de hesas tevbigere û got: “Divê her kes xwedî li daxwazên wan derkeve û dengê xwe bilind bike. Girtî hemû zarokên me ne û canên me ne. Têkoşîna wan ji bo me ye. Di grevên berê de zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Ji bo vê carê kes jiyana xwe ji dest nede, divê em dengê xwe bilind bikin. Em doza wekheviyê dikin. Me bi di tunebûnê de zarokên xwe mezin kirin. Hatin vî umrî, niha jî di girtîgehan de eziyetê dikişînin.”
Mûratoglû, anî ziman ku ji ber ky gel aş xwedî li girtiyan derneketiye, girtiyan çalakî ji 5 rojan kirin 15 roj. Mûratoglû, bilêv kir ku ji bo ji girtîgehan xeberek nebaş neyê, çi dikeve ser milê kê divê bike.
BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN
Necla Ortaç (50) ku kurê wê Mûrat Ortaç 11 sal in girtiye û niha Girtîgeha Şakran a Îzmîrê de ye, anî ziman ku hevjînê wê ji ber ku felcî ye 7 sal in û ew jî 4 sal in kurê xwe nedîtiye. Ortaç, diyar kir ku kurê wê 910 kîlometreyan dûrî wan e û vê yekê wekî bêhiqûqîtiyê bi nav kir.
Ortaç, bilêv kir ku tenê bi telefonê bi kurê xwe re diaxive û got: “Zarokên me ji bo jiyaneke mirovane di grevê de ne. Jixwe heger şert û mercên girtîgehan baş bûna, dê neketana greva birçîbûnê. Berê jî 3 mehan di greva birçîbûnê de mabû. Demildest divê daxwazên zarokên me bên qebûlkirin.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwan Behsa Şoreşê Dikin 2 – Harûn Apoyî: Barzaniyan jî di nav êrîşan de cihê xwe girti bû

Nivîsa Pêş

Fermandar Sîpan Rojhilat eşkere kir: Dijmin li hemberî gerîla dişikê!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Fermandar Sîpan Rojhilat eşkere kir: Dijmin li hemberî gerîla dişikê!

Fermandar Sîpan Rojhilat eşkere kir: Dijmin li hemberî gerîla dişikê!

Ciwan Behsa Şoreşê Dikin 3 – Harûn Apoyî: Wê demê DYA bi awayekî eşkere Rojava de li dijî me bû

Ciwan Behsa Şoreşê Dikin 3 – Harûn Apoyî: Wê demê DYA bi awayekî eşkere Rojava de li dijî me bû

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şîrketa yekitiya berjewendiyan ango AKP belav dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.